ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 16 Îlon 2025
  • |
img

* Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi rojeva “Mafê hêviyê” civiyaye daxwazên xwe qêriya û got: “Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ev pêk tê jî dê berxwedana me bidome.” 

 
* Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya diyar kir ku ji roja Jîna Emînî hatî qetilkirin heta niha jinan tevî hemû zextan jî paşvegav neavêtine û got: “Têkoşîna pêkvejiyanê bû malê hemû civakê. Jin êdî dixwazin ka çi dixwazin û çi naxwazin.” 
 
* Jinên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî tev li çalakiyên “jin, jiyan, azadî” bûn, bal kişandin ser guherîna civakî ya tevî zextên rejîmê jî û gotin: “Zilaman fêm kirin ku heta jin azad nebin ew jî nikarin azad bibin.” 
 
* Jinên ji rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku "Jin, jiyan, azadî" veguheriye tevgereke jinan a hevpar û gotin: “Ev jî hem gerdûnîbûna têkoşîna jinan hem jî hêzgirtina jinan a ji potansiyela xwe nîşan dide.” 
 
* Hakki Boltan ku kurê wî girtiyê nexweş Civan Boltan tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî mafê wî yê “hêviyê” nayê cîbicîkirin, got: “Gelo ma ez ê nekarim rojekê kurê xwe hembêz bikim? Ev, îşkencekirina malbatan e.” 
 
* Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Amedê ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 
 
* Her sal bi deh hezaran kes diçe serdana Gilîdaxê. Ji ber ku Midûriyeta Tûrîzmê ya Bajar qadên ku geştyar pêdiviyên xwe lê pêşwazî bikin çênake, ev yek rê li ber qirêjiya hawirdorê vedike. 
 
* Li Çiyayê Gabarê 99 bîrên sondajê yên petrolê hene û hat zanîn ku tê plankirin ku 114 bîrên nû bên vekirin. Bi vê yekê re talana xwezayê ya li herêmê hêj mezintir bibe. 
 
* Danişîna ewil a doza Atîla Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatine girtin, dê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Şaxa OHD’a Stenbolê bi daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî, dê li pêşiya Edliyeya Stenbolê bi dirûşma “Ji Kurdî re statu” daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Bi boneya salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (17.00-20.00)