Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin

  • rojane
  • 16:03 9 Cotmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Rahîme Karvarê de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, mutalaa hate pêşkeşkirin û dozger daxwaza cezayê hefsê kir. 
 
Danişîna doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Rahîme Karvar û parêzerên xwe tev li danişînê bûn. Dadgehê got ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hatiye amadekirin û îdianame bi doza heyî re kirine yek dosya. 
 
Rahîme Karvar tawanbariyên li wê tên kirin red kir û got: “Saziyeke ku têkildarî mafê xwebirêxistinkirinê ya gel e. Rojnameger jî dikarin tê de cih bigirin. Min jî tê de cih girt û xebatên wê jinêzve şopand. Sedema nîşandana navê min a di lîsteyên îllegal de jî ev e. Ez vê weke sûc nabînim.” 
 
Parêzer Elîf Taşdogen û Şukru Alpsoy jî xwestin tevdîra kontrola edlî were rakirin. 
 
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Rahîme Karvar bê cezakirin. 
 
Dadgehê, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem da û danişîn taloqî 13’ê Mijdarê kir.