ENQERE - Civîna 12’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir.
Civîna 12’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir. Di vê civînê de dê li saziyên fikrî were guhdarkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de diaxive.
Rûniştina ewil a komîsyonê dê saet di 11.00'ê de bê lidarxistin. Di vê rûniştinê de dê li nûnerên Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), Lêkolînên Rawest, Navenda Xebatên Kurd (KSC) û Weqfa Ekopolîtîk Çand, Perwerde û Lêkolînê (EKEAV) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li nûnerên Enstîtûya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) guhdarî bike.
Berdewamiya nûçeyê tê...