Ji bo 4 YRK’iyên di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn
Ji bo 4 YRK’iyên di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo 4 YRK’iyên di êrişa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn.

Konferansa Herêma Marmarayê: Em wek DEM Partî di pêvajoya veguherînê de ne
Konferansa Herêma Marmarayê: Em wek DEM Partî di pêvajoya veguherînê de ne

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û diyar kir ku tevgerên ku siyaseta Rojhialta Navîn diyar dikin veguherîne û DEM Partî jî li gorî vê ketî nava guherînek guncav.

Li Îranê di hefteyekê de 20 kes hatin darvekirin
Li Îranê di hefteyekê de 20 kes hatin darvekirin

Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di hefteya borî de li girtîgehên Xuremawe, Qizilhesar, Tewrêz, Esfehan û Qezwînê herî kêm 20 kes hatine darvekirin.

Girtiyê nexweş ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa birin girtîgehê
Girtiyê nexweş ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa birin girtîgehê

Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê û di revîre kawişê de tenê tê ragirtin.

Li dijî baregeha PAK’ê êriş pêk hat: 8 pêşmerge birîndar bûn
Li dijî baregeha PAK’ê êriş pêk hat: 8 pêşmerge birîndar bûn

PAK'ê ragihand ku li hemberî baregeha wan a li nêzî kampa Dareşekranê ya li Hewlêrê êriş hatiye kirin û di encamê de 8 pêşmerge birîndar bûne.

Jinên DEM Partiyî: Armanca ma ya sereke gihîştina jinên li malan e
Jinên DEM Partiyî: Armanca ma ya sereke gihîştina jinên li malan e

DEM Partî amedekariya 5’emîn Kongreya Mezin dike, jinên ku beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê bûn gotin: “Em ê hewl bidin jinên li malan bikin muxatabên rasterast ên siyasetê.”

MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî
MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

MKG'ê têkildarî salvegera 20’emîn a qetilkirina rojnameger Ayfer Serçe daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin damezirandina ajansek jinan bû û got:"Îro, ev xewn bi saya hewldanên rojnamevanan mezin dibe.”

Kovara Jinê bi berga Şoreşa Rojava derçû
Kovara Jinê bi berga Şoreşa Rojava derçû

Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derçû.

Santrala termîkê jehrê direşîne: Li Silopiyayê 4 hezar nexweşên penceşêrê hene
Santrala termîkê jehrê direşîne: Li Silopiyayê 4 hezar nexweşên penceşêrê hene

Li navçeya Silopiyayê ji ber santrala termîkê ya ku 17 sal in dixebite, her ku diçe hejmara pêketiyên penceşêrê zêde dibe. Hat zanîn ku ji her 10 nexweşên ku li servîsa onkolojiyê ya Amedê tên tedawîkirin 2 jê ji Silopiyayê ne û li navçeyê 4 hezar kes bi nexweşiya penceşêrêê ketine.

Dozgeriyê rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ tune hesiband
Dozgeriyê rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ tune hesiband

Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê 25 salan Metîn Turan ê ku di her du çavên wî de, di asta pêşketî de windabûna dîtinê heye û Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo wî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, hat redkirin.

Dadgehê biryara beraatê da, wezaret vegera ser wezifeyê dide sekinandin
Dadgehê biryara beraatê da, wezaret vegera ser wezifeyê dide sekinandin

Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ku tevî ji dosyaya wekî hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan, beraet kiribe jî, Wezareta Karên Hundit wî venagerîne ser wezîfeyê û du mehan carekê teblîxatê ji Hazir re dişîne û pêvajoya qeyûm dirêj dike.

Di Şoreşa Rojava de kurê xwe winda kir: Ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye
Di Şoreşa Rojava de kurê xwe winda kir: Ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye

Bavê Vedat Yeşîlkaya yê ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, Faîk Yeşîlkaya diyar kir ku şoreş ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye û got: “Tevî hemû êşan jî em ê di aştiyê de israr bikin.”

ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN
ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN

KNK'ê: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be
KNK'ê: 14 saliya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz be

KNK'ê bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da û got: “KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Rojava, piştevaniyeke xurt raber bikin.”

Ji Qada Galatasarayê bang kirin: Em ê dozê bişopînin
Ji Qada Galatasarayê bang kirin: Em ê dozê bişopînin

Dayik/Mirovên Şemiyê ku xwestin kiryarên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê bi îşkenceyê hat qetilkirin bên darizandin, gotin ku kesên Ferhat Tepe bi îşkenceyê qetilkirin nehatin cezakirin û ew ê dozê bişopînin

Xwestin girtiyên nexweş Pamûk û Odûncû bên berdan
Xwestin girtiyên nexweş Pamûk û Odûncû bên berdan

Parêzvanên mafên mirovan, li Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Abdurrahîm Pamûk û Zerdeşt Odûncû.

Xizmên windayan ji bo Yildiz, Firat, Ay û Aksû edalet xwestin
Xizmên windayan ji bo Yildiz, Firat, Ay û Aksû edalet xwestin

Xizmên Windayan û ÎHD li Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê wek her hefteyê bal kişandin ser aqûbeta windayan.

Li ser rêya Colemêrg-Wanê hezaz çêbû
Li ser rêya Colemêrg-Wanê hezaz çêbû

Li Guzeldere Geçîdiyê ya li navçeya Payîzava ya Wanê hezaz çêbû. Ji ber hezazê rêya Colemêrg-Wanê ji çûnhatinê re hat girtin.

Kongra Star: Parastina destkeftiyan berpirsyariyeke hevpar e
Kongra Star: Parastina destkeftiyan berpirsyariyeke hevpar e

Kongra Star salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Parastina destkeftiyên ku jinan bi berdêlên mezin bi dest xistine, berpirsyariyeke hevpar a hemû kesan e ku dixwazin Sûriyeyeke demokratîk û pirreng ava bibe.”

Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê çûnhatin hatin sekinandin
Li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê çûnhatin hatin sekinandin

Ji ber êrişên Îranê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê çûnûhatin hatin sekinandin.

Dêra Ermeniyan a hezar û 300 salî hindik maye hilweşe
Dêra Ermeniyan a hezar û 300 salî hindik maye hilweşe

Li Xozatê Dêra Ermeniyan ya hezar û 300 salî ji ber bêxwdîtiyê bi hilweşînê re rû bi rû ye.

Nobeda KESK'ê bi çalakiya rûniştinê didome
Nobeda KESK'ê bi çalakiya rûniştinê didome

KESK ji bo ku endamên wê yên bi bi KHK'ê ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe, nobeta xwe didome. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî jî piştgirtgiriya nobetê kirin.

7 sal in li cenazeyê kurê xwe digere
7 sal in li cenazeyê kurê xwe digere

Emîne Aydogan, dayika Dijwar Aydogan ê YPG'î yê ku di sala 2019'an de li Efrînê di şer de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî radestî malbata wî nehatiye kirin, got: "Heft sal in ez li cenazeyê kurê xwe diğerim. Tenê dixwazim goreke wî hebe. Berî bimirim dixwazim axa wî hemêz bikim."

Dema berhevkirina şebeşên Amedê dest pê kir
Dema berhevkirina şebeşên Amedê dest pê kir

Dema çinîna şebeşên Amedê ku bi mezinbûn û çêja xwe navdar e dest pê kir. Her wiha ji ber erzanbûna fiyetên şebeşan û zêdebûna lêçûnan, hilberîner zehmetiyê dikişînin.