Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
- cîhan
- 13:40 18/6/2018
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Al Husseîn, diyar kir ku hişmendiya nijadperest û şovenist li cîhanê belav dibe û ev cîhanê dixe nava talûkeyek mezin. Husseîn, bal kişand ser geşedanên li Tirkiye û wiha got: "Li bajarên herêmê têkildarî mirin, tundî û bûyerên pêş dikevin du lêpirsîn nayê kirin."