Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
- ekolojî
- 19:07 06/7/2022
Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talana daran de ya ku li Şirnexê didome raporek amade kir.
Komîsyona Bajar û Jîngehê ya Baroya Şirnexê der barê birîn û talana daran de ya ku li Şirnexê didome raporek amade kir.
Birîna daran ku cerdevanan li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Hate hînbûn ku tenê li herêma Besta li 14 noqteyên cuda dest bi birîna daran hatiye kirin.
MAL-ÇEP’ê diyar kir ku li navçeya Îlîç a Erzingahê felaketa xwezayê pêk hatiye, 20 ton siyanür rijiyaye ser ax û avê û xwest Madena Çopler Altin bê girtin.
Endama Meclİsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusûn Kayra destnîşan kir ku nêzî meh û nîvek berê siyanur çiziriye û ev çizirandin berê ser wê hatibû niximandin lê vê carê nikaribûn derewa xwe veşêrin.
Sedat Cezayîrlîoglu dema li Îlîçê siyanûr tevî Çemê Firatê dibû dîmenên wê kişandibû. Cezayîrlîoglu, diyar kir ku ji zêr zêdetir mijara esasî madenên stratejîk ên toryum, tîtanyum, osmiyum û selenyum in û wiha got: “Heke ev projeye neyê sekinandin, dê li tevahiya Tirkiyeyê penceşîr belav bibe. Ev proje, ji tesîsa nukleerî talûketir e.”
Şewata li daristaneke li navçeya Marmarîsê derket tevî mudaxileyan jî 4 roj in didome. Hate diyarkirin ku qadeke nêzî 3 hezar 417 hektar şewitî ye.
Li Marmarîsê ji ber şewatê 2 hezar 881 hektar zevî şewitî û ji ber şewatê 103 mal hatine tehliyekirin.
Agirê ku li taxa Hîsaronu ya Muglayê derketiye bi bandora bayê re mezin bû û li gelek deveran belav bû. Ji devera Bordulet û Degirmenyani 30 malbat hatin tehlîyekirin.
Li Taşûcûyê ji bo Lîmana Sekayê wekî herêma serbest bê veguherandin bêyî ku civîna ÇED'ê bê çêkirin li peravê dîwar hat lêkirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên qirêjkirin.
Wezareta Hawirdor û Guherîna Avhewayê qada ji 157 hektaran pêk tê ya Zanîngeha Dîcleyê ji bo cihûwarbûnê re vekir. Bi sererastkirinê re dê 10 hektarên qada daristanê bê tunekirin. Şaxa Odeya Plangerên Bajêr a Amedê li dijî sererastkirinê îtîraz kir.
Platforma Tendûristiyê ya Amedê “Panela Pandemî û Krîzên Piralî” li dar xist. Di panelê de Prof.Dr. Mûstafa Durmuş anî ziman ku sedema krîzên piralî, pergala kapîtalîzmê ye û weke çareserî jî rêya 3’yemîn û avakirina demokrasiya radîkal nîşan da.
Doza ku gelê herêmê û Odeya Avahîsazan a Enqerê, li dijî projeya DER-KAP'ê ya Şaredariya Dersimê li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê bi daxwaza guhertina cih vekiribûn, bi hinceta ku "Ne li dijî sûdeya gelemperiyê ye" hat redkirin.
Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê û DAD’ê têkildarî operasyonên leşkerî yên li çoltarên Dêrsimê daxuyanî dan û xwestin ku di zûtirin demê de ev operasyon bên rawestandin.
Rêxistina HDP’a Çewligê ku li dijî santrala termîkê ya tê plankirin li gundê Xelîfan ê navçeya Kanîreşê were çêkirin daxuyanî da, anî ziman ku parastina xwezayê berpirsyariyeke miroviye û wiha got: “Em naxwazin xwezaya me were qirêjkirin.”
Dadgeha Kargêrî têkildarî projeya HES’ê ya ku dihat plankirin li Geliyê Zorê bê çêkirin û rapora “ÇED erênî ye” hatibû dayîn, bi sedema ne li gorî hiqûq û mewzûatê ye, betal kir.