Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
- ekolojî
- 09:15 20/10/2018
Çalakiya nobetê ya li Kizilcakoyê ku li hemberî JES'ê tên çêkirin hat destpêkirin didome. Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergîlî, diyar kir ku av, hewa û axa bajêr qirêj bûye û got: "Ji ber germahiya 35 santralan ji sedî 50 berdariya hejîran, ji sedî 50 berdariya zeytûnan û ji sedî 30 jî berdariya kestaneyan kêm bûye."