'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin

  • rojane
  • 09:14 19 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdiyê 22 qûle û 2 baregehên leşkerî hatine çêkirin. Welatiyên ku bi salan e ji ber ewlehiyê nikarin biçin gundên xwe bertek nîşanî Walitiya Şirnexê dan ku propagandaya van qûle û baregahan dike. Welatiyan destnîşan kirin ku ew ne qereqol û baregehan ew aramiyê dixwazin. 

Di salên 90’î de bi polîtîkayên valakirin û şewitandina gundan re bi dehan gund hatin valakirin. Bi valakirina gundan re gelek herêm û gund li ser navê ewlehiyê ji şêniyên gundan re hatin qedexekirin. Di encama van polîtîkayan de bi dehan qereqol hatin çêkirin û gund veguherîn baregehên eskerî. 
 
Şirnex jî yek ji wan bajaran e ku gelek gundên wê hatine valakirin û şewitandin. Çiyayê Cûdî û Gabarê ku her sal daristanên wan tên şewitandin ji salên 90'an heya niha ji bo gel qedexe ye. Her wiha di demên dawî de Walitiya Şirnexê ve her her tim dibêhe "Herêm  ji terorê hat paqijkirin û qadên jiyanê hatin vekirin." Lê belê çendî walitî wiha bibêje jî, li herêmê hîn jî çûna bi dehan gundan qedexe ye. Her wiha li gundên ku bi awayekî qismî qedexe ne jî bêyî destûr têketina wan ne pêkan e. Şeniyên gundê Bilikan ê girêdayî navçeya Sîlopiyayê ku li texma quntarê Çiyayê Cûdî ye, bertek nîşanî daxuyaniyên walîtiyê dan. 
 
 
'JI BO BI RIHETÎ DARAN BIBIRIN ÇÊKIRINE'
 
Ji şeniyên gund Huryete Yakut, bi lêv kir ku xeyala wê tenê ew e ku rojekê gundê xwe bibîne û wiha axivî: "Ev 30-40 salin em ji gundê xwe derketine. Em gelek beriya gundê xwe dikin, lê nikarin biçin. Em ji gund koçber kirin. Em nikarin biçin ser axa xwe. Dewlet nahêle ku em biçin. Gundê me şewitandin û niha jî nahêlin ku biçin. Ez gelek dixwazim ku biçim gundê xwe. Hê ku gundê me valanekirin rezê me hebû, me çandin dikir,guzên me hebûn. Ez diçûm berîyê. Min her karek dikir. Lê piştî ku em hatin bajêr ev tişt hemû ji destê me çûn. Heger yek bixwaze biçe jî divê destûr bixweza. Her tiştek gundê me heye. Ew qereqol û kule ne ji bo ewlehî û aramiya gel çêkirine. Ji bo ku cerdevan û leşkerên wan bikaribin daran bibin çêkirine. Bi awayeke serbest daran dibirin. Lê nahêlin ez xwe  biçim ser gundê xwe. Ji me re qedexe, ji cerdevan û leşkerên wan re serbeste. Ew kule û qereqol ne ji me û aramiya me re çêkirine. Cihê ku hikûmet lê hebe, gel tune ye. Ne ji bo me çêkirine ku em serbest biçin darên xwe,guz û beruyên xwe. Diçin darên min dibirin û tine li ber çavê min dişewitine. Ez jî diçim çiqila dar dikirim 250'îyan."
 
'MIN XANIYÊ XWE NAS NEKIR' 
 
Yakut, anî ziman ku li herêmê çêkirina qereqolan aramiya heyî jî tune dike û wiha domand: "Tu hewcehiya me bi qereqol û baregehên wan tune ye. Ê ku karê wî tê de heyî hewcehiya wî pê heye. Ez gelek dixwazim biçim gundê xwe. Ji ber hizrên gundê xwe ez  xewnên şewa jî nabînim. Ez û buka xwe 20 sal beriya niha çûn gund. Ez geriyam û negeriyam min xaniyê xwe nas nekir. Avahiyê me şewitandibûn. Xaniyê me bilind bû û sê qet bû. Lê min nas nekir û nedît. Xeyala min ew bû ku min ditiba, lê min nedit."
 
'JI CERDEVAN Û LEŞKERÊN XWE RE DANÎN' 
 
Yek ji niştecihên gund Hanim Denîz jî diyar kir ku li herêmê li gel zêdebûna hejmara qereqolan ewlehiya welatiyan ketiye xeteriyê û wiha got: "Heta ku destûr nedin nahêlin biçin gund. Dema ku destûr didin ji divê seat 5'an êvaran ji gund derbikevin. Heger seat 5'an derbas bikin ceza jê re dibirin. Tenê ji cerdevanan re serbeste. Diçin dar û komirê tînin û her tişteke ku dixwazin li ser gundên me dikin. Lê ji me re qedexe ye. Lê baxçeyê mini, rezê min ji min re qedexe ye Çima ji min re qedexe ye, lê ji wan re serbeste? Me çi kiriye?  Em vê neheqiyê qebûl nakin.Ji bo ku ez ne cerdevanim hûn dê vê heqeretê li min bikin? Em her sal diçûn me dimsê çêdikir, guz û hinarên xwe kom dikirin.  Lê piştre valakirin û her sal dişewitinin û darên me jî dibirin. Qereqol danîn yan jî nedanîn ji min re çi. Piştî ku ez nekarim biçim gund ji min re çiye. Tu ne ji min re danî, tu ji bo ewlehiya cerdevan û leşkerê xwe danî. Tu nahêlî ez yek darê ji gundê xwe bibim. Tenê yek dar di erebeyê de hebe tu min ceza diki. Ev heqe? Her tiştekî tînin serê me."
 
'WAN KENGÎ ARAMÎ DAYE ME? 
 
Denîz, destnîşan kir kir ku bi polîtîkayên ewlehiyê re gundên wan veguherîne baregehên leşkerî û wiha berdewam kir: "Xwedê berê aramî bêtir hebû. Me tu aramî ji wan nedît. Wan kengî aramî daye me? Nahêle kesek kevirekî bidane ser kevirekî. Hewcehiya me bi vê peçeteyê bi qereqolan nine. Em ne qereqol û baruyan, em aramiyê dixwazin.  Lê kes nikare  ne biçe berivaniyê, ne şivaniyê û ne jî komkirina pincar. Tirsa mirov nebe û mirov van pêk bîne.  Bila van tiştan serbest bike û piştre biaxivin. Bila weke însana me jî serbest bike. Me çi kiriye? Ma qey em terorîn? Ew kesên ku ji me re dibêje teror ew bi xwe terorin. Bila zilm û heqeretê neke ku em  jî nebin teror. Bila me jî weke însan bibînin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

19/11/2021
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!