NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê bîlançoya 10 mehên dawî ragihand û diyar kir ku hucreyên DAIŞ’Ê 153 êriş kirine û bi 70 operasyonan hewldanên jinûverêxistinkirinê yên DAIŞ’ê vala hatine derxistin.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebcer Dawûd, têkildarî bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya di nava 10 mehên dawî de, li ser navê Fermandariya Giştî ya HSD’ê agahî parve kir.
Dawûd, da zanîn ku DAIŞ hewl dide xwe jinûve birêxistin bike û ji bo vê jî sûdê ji aloziya li Sûriyeyê digire. Dawûd, destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê anku ji 8’ê Kanûna 2024’an heta 20’ê Îlonê, şaneyên DAIŞ’ê 153 caran li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne û got: “Ev hejmar nîşan dide ku hewl dide xwe jinûve birêxistin bike û çarçoveya êrişên xwe berfireh bike.”
ENCAMÊN OPERASYONÊN LI DIJÎ DAIŞ´Ê
Di berdewamê de Dawûd da zanîn ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞ’ê 70 operasyon (3 jê operasyonên paqijkirinê) li dar xistine û encamên wê wiha parve kir: “Di encamê de 3 jê serçete, 95 terorîst hatin girtin. Di operasyon de jê 2 serçete, 6 terorîst hatin kuştin. Mîqdareke mezin a çek, cebilxane û belge hatin desteserkirin. Di êrişên DAIŞ’ê de 30 şervanên me şehîd bûn, 12 birîndar bûn û 6 sivîl jî şehîd bûn.”
Dawûd, da zanîn ku xetereya DAIŞ’ê hêj bi dawî nebûye û di asta xwecih û navneteweyî de hêj gefeke cidî ye. Dawûd, got: “Hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re hêmaneke krîtîk di pêşîgirtina vegera DAIŞ’ê de ye û em daxwaza piştgiriya operasyon û lojîstîk a zêde dixwazin.” Dawûd, got ku ji bo projeyên geşepêdanê û xizmetguzariyê yên herêmê, ji bo DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan hewcehî bi piştgiriya navneteweyî heye.