Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye

  • rojane
  • 09:07 23 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Dîplomasiya RJAK'ê Necbîr Efrîn diyar kir ku li herêmê piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin pir zêde bûye û got: "Li herêmê gelek nexweşiyên cur bi cur peyda bûne û zêde dibin. Ev nexweşiyên ku rû didin û rewşa heyî bi tu awayî bi raya giştî re nayên parvekirin." 
 
Operasyona Artêşa Hêzên Çekdar (TSK) a tirk a li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê nêzî 7 meh in didome. Artêşa tirk di van operasyonan de êdî dest bi şixulandina çekên kîmyewî kiriye. Li gorî daxuyaniya ku HPG'ê heta niha gelek endamên wan bi van çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gor agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, piştî bikaranîna çekên kîmyewî gelek kesan ji ber nerihetiyên cur bi cur serî li nexweşxaneyan didin. Tê gotin ku PDK jî ji bo sûcê ku Tirkiye dike eşkere nebe ser vê yekê digire. 
 
Endama Dîplomasiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Necbîr Efrîn, têkildarî vê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'XEYALÊN WAN PÊK NAYÊN' 
 
Efrîn, bilêv kir ku li herêmê li dijî hêzên kurd erîşeke topyekûn heye û wiha axivî: "Polîtîkaya ku tê meşandin, siyaseteke gelek berfireh û dijwar e. Li herêmê li ser gelê kurd şereke pir berfireh tê meşandin. Ev şer jî bandorê li her çar perçeyên Kurdistanê dike. Ji ber şerê heyî gelek welatiyên kurd jî jiyana xwe ji dest didin. Bandora vî şerî di heman demê de jî li ser xwezaya Kurdistanê heye. Xweza ya wê tê talankirin û erdnîgariya wê jî tê tunekirin. Mebesta yekem a vî şerî jî bêdengkirina gelê kurd e. Hedefa dewletên serdest a yekem ew e ku sedsala 21’ê bikin sedsaleke bêyî kurdan. Çimkî dizanin ku di nava gelê kurd de hêzeke gelek mezin çêbûye. Dixwazin ku vê hêzê bidin şikandin. Li gel şikandina vê hêzê jî dixwazin ku kurdan têxin bin desthilatdariya xwe û kurdên li gor xwe biafirînin. Ji ber wê ev şer li çar perçeyên Kurdistanê dane destpêkirin. Di şerê ku li  herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dane destpêkirin de çekên gelek giran tên bikaranîn. Çimkî tu carî ne dewleta tirk û ne jî dewletên NATO nikarin bi eskerê xwe hêzên azadiyê tune bikin. Nikarin PKK'ê bi quweta xwe ya eskerî tune bikin. Ji bo ku tune bikin jî serî li gelek rêbazan dan, lê belê bi ser neketin. Li Garê têk çûn. Bi heman armancê berê xwe dan Metîna, Zap û Avaşînê jî lê xeyalên wan pêk nayên."
 
'HEJMARA NEXWEŞIYAN ZÊDE DIBE' 
 
Efrîn, da zanîn ku li herêmê gelek kes ji ber nexweşiyên cuda serî li nexweşxaneyan didin û ji bo vê ev tişt gotin: "Çekên ku li seranserî cîhanê qedexekirî ne li dijî kurdan tên bikaranîn. Di dîrokê de heta niha, kîjan kurdî dengê xwe kiribe li hemberî wan ev çek hatine bikaranîn. Di nava van 7 mehan de bi dehan caran ev çek hatin bikaranîn. Îspata bikaranîna van çekan jî heye. Gelek caran ji nimûneyên vê kîmyasalê ketine destê PKK'ê. Ev bi raya giştî re jî  hatine parvekirin. Ji ber wê jî xuya ye ku ew çek tên bikaranîn. Li herêmê ji bilî şervanên PKK'ê gelek hemwelatî ji vê bandor bûne. Ev yek bandorê li xwezaya Kurdistanê jî dike. Ev çekên ku tên bikaranîn gelek bi bandor in. Li herêmê di dema bikaranîna çekan de hemwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane tune ne. Lê belê li gelek kesan nexweşiyên cur bi cur peyda bûne û hejmara van nexweşiyên ku navên wan nayê zanîn zêde dibe. Nexweşiyên ku li herêmê rû didin, nexweşiyên pir cuda ne. Ev nexweşiyên ku rû didin bi tu awayî bi raya giştî re nayên parvekirin. Çimkî hikûmeta herêmê naxwaze ev yek eşkere bibe. Hemwelatiyên herêmê li gor nexweşiya pete, yan jî wekî sermayê tê binavkirin tên dermankirin. Lê belê ew nexweşiyên ku li herêmê peyda dibin, pîranî jî ji ber çekên tên bikaranîn bi xwe ye. Şêniyên herêmê li hemberî van çekan nikarin xwe biparêzin. Ji ber wê jî ev çekên ku tên bikaranîn  tenê bandora xwe li ser xwezayê nake, di heman demê de bandora xwe ya herî mezin li ser şêniyên herêmê dike. Li gorî zanyariyên di destê me de, heta niha 9 şervanên jin jî di encama van çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane."
 
'DIXWAZIN PERGALA XWE BIDIN RÛNIŞTANDIN' 
 
Efrîn, bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî ya ji bo vê jî û wiha berdewam kir: "Dewleta tirk, li ber çavê hemû dinyayê sûcê şer dike. Lê belê bêdengiyeke pir zêde heye. Em hemû jî şahidên vê demê ne. Li hemberî vê kesek dengê xwe nake û bê helwest in. Ev bêdengî jî tê wê wateyê ku tunekirina kurdan erê dikin û piştgiriyê didin. Nahêlin ku dewleta Tirkiyeyê qels bibe. Bi vî rêbazî dixwazin ku şerê ku li ser tunekirina kurdan hatiye destpêkirin li ser pêyan bihêlin. Em hemû dizanin ku dewleta Tirkiyeyê beşeke ji kapîtalîzmê ye. Bi kapîtalîzmê li ser pêyan disekine. Kapîtalîzm Tirkiye bi xwe ye. Çimkî her du pergal jî xwedî hişmendiya tunekirinê ne. Ji bo ku kapîtalîzm xwe li ser pêyan bigire naxwaze ku ev şere bi dawî bibe. Ji ber wê jî ew çekên ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatine qedekirin û heta niha nehatine bikaranîn li hemberî hêzên kurd bi kar tînin. Li hemberî vê yekê dewlet jî dengê xwe nake.  Çimkî ew pergala ku dane rûniştandin dixwazin bidomînin. Dixwazin pergala xwe li Rojhilata Navîn bi cih bikin. Ji bo ku bi cih bikin jî divê di serî de kurdan tune bikin. Kurdan weke asteng dibînin. Li tevî hemû çalakiyên ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hatine bikaranîn jî cîhan bêdeng e. Weke ku nabînin ku ev çek tên bikaranîn xwe bêdeng dikin. Çima? Çimkî bi şerê ku li Kurdistanê didin meşandin, dixwazin pergala xwe li Rojhilata Navîn bidin rûniştandin. "
 
'TÊK DIÇE'
 
Efrîn, anî ziman ku artêşa tirk li herêmê têk diçe û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Pêwîstiya me bi zêdekirina çalakiyan heye. Em divê dengê xwe bilindtir bikin. Em encax bi rêxistinkirina çalakiyan dikarin bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin. Erê li herêmê çekên kîmyewî tên bikaranîn, lê li hemberî vê jî berxwedaneke pir bêhempa tê dayîn. Ev berxwedan nahêle ku dewleta tirk pêş bikeve. Ew tişta ku ew armanc dikin çênabe. Ew jî bi saya berxwedana ku li hemberî hêza tirk û çekên kîmyewî tê dayîn çêdibe. Dewleta tirk ne dikare bi çekên kîmyewî û ne jî bi hêza xwe ya eskerî bi ser bikeve. Diyar e pir qels dibe û ji ber wê jî serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide. Dewleta tirk bi bikaranîna van çekan bi ser nakeve. Çi şêwaz dibe bila bibe divê gelê kurd bi çalakiyên xwe bikaranîna çekên kîmyewî bide sekinandin."

Sernavên din

23/11/2021
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye