Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike

  • rojane
  • 09:07 23 Mijdar 2021
  • |
img

ÊLIH - Zimanzan Samî Tan bal kişand ser zabitnameyên Meclîsê ku di wan de kurdî wekî "X" tê tomarkirin û bertek nîşan da. Tan, destnîşan kir ku înkarkirin bi ferzkirina sonda tirkî ya li parlementerên kurd ên bi dengê bi milyonan kurdî hatine hilbijartinê dest pê kiriye. 

Zext û qedexeyên li ber kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Herî dawî konserên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û konsera hunermend Mem Ararat hatin qedexekirin. Her wiha di 17'ê Mijdarê de gava Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû li Meclîsê bi kurdî got "Ez kurd im", ev axaftina wî di zabitnameyên Meclîsê de wekî "X" hat tomarkirin. 
 
Zimanzan Samî Tan, anî ziman ku konsepta ku îqtidar li hemberî kurdan dimeşîne, konsepta qirkirin û înkarkirinê ye. 
 
Tan diyar kir ku ev pêvajoya qirkirin û înkarkirinê ku sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye pêvajoyeke bi sedan salî ye û got: "Denîz Baykal ji bo saziyên kurdî yên berê gotibû 'Hûn plana me ya sedsalî binpê dikin.' Feraseta wan heman feraset e. Li holê polîtîkayeke dewletê ya li ser asasê înkarkirina kurdan û kurdî heye. Kîjan partî bibe îqtidar, heman ferasetê didomîne." 
 
DI ZABITNAMEYÊN MECLÎSÊ DE 'X'
 
Tan, destnîşan kir ku ev feraset jiyana hevpar dieciqîne û got: "Ger armanceke wekî jiyana hevpar hebe, divê ev feraset ji holê bê rakirin. Ger nasnameya me, zimanê me û çanda me qebûl nekin, nexwe em ê çawa jiyaneke hevpar ava bikin. Li vî welatî bi milyonan kurd hene. Bi vê înkarkirinê dê nikaribin tiştekî bi dest bixin. Heger çavê wan lê ye di vê sedsalê de em paş de gav bavêjin, xwe dixapînin. Dê tu carî nikaribin bi ser bikevin. Tim diceribînin, lê bêfêde ye." 
 
Tan bal kişand ser zabitanemeyên Meclîsê jî ku di wan de kurdî wekî "X" tê tomarkirin û got: "Ger li meclîseke ku bi milyonan kurd lê tên temsîlkirin kurdî wekî 'X' bê tomarkirin, ev asta înkarkirinê nîşan dide. Li Meclîsê sonda bi tirkî destpêka vê înkarkirinê ye. A rast hê di destpêkê de tê înkarkirin. Kesên bi dengên bi milyonan kurdî tê hilbijartin nikare bi kurdî sond bixwe." 
 
Tan, destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê înkarkirinê ferz dike û di vê înkarkirinê de îsrar dike. 
 
BANGA JI BO 'HELALKIRINÊ'
 
Tan, bal kişand ser banga 'helalkirinê' ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî û got: "Ger redkirin û înkarkirin bi dawî bibe dibe ku helalkirin jî çêbibe. Lê tu rabî înkar bikî, dê helalkirin çênebe. Çend roj berê CHP'Iyek digot 'Êdî kurd jî dê karibin bibêjin axirkê ez tirk im.' Çima dê tiştekî wiha bibêje. Hûn çima vî tiştî ferz dikin. Ger hûn behsa helalkirinê bikin, pêşî divê hûn xwe ji vê ferasetê xelas bikin." 
 
'XWE DIXAPÎNIN'
 
Tan, ji bo kilama 'Batmana Kurda' ku di dema serdana Erdogan de 'kurda' jê hatibû derxistin jî got: "Ev xapandin e. Dixwazin hin kesan bixapînin, lê a rast xwe dixapînin." 
 
Tan, pirsî ku dibêjin "Batman e Batman e" lê gelo Erdogan qebûl dike ku Batman a kurdan e û got: "Hê Duhokê, Hewlêrê qebûl nakin ku rabin vê qebûl bikin. Dibêjin 'Herêma Kurd a Iraqê, lê nabêjin Kurdistan. Çend roj berê Wezîrê Parastinê got, 'ne li vira ne jî li tu derê Kurdistan tune ye.' Li Îranê Eyaleta Kurdistanê heye, li Başûr bi navê Kurdistanê pergaleke federal heye, tew ev demeke bi awayekî fermî hevdîtinan dikin. Lê a rast ev înkar feraseta wan nîşan dide." 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

23/11/2021
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye