Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin

  • rojane
  • 09:15 23 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Li Amedê malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane û nayên berdan "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin, destnîşan kirin ku "heya ev bêedaletî bi dawî nebe" dê çalakiya wan bidome. 

Li Amedê "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan di roja 8'an de ye. Daxwaza çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li avahiya BAroya Amedê tê lidarxistin, berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane lê nayên berdin. 
 
Hakki Boltan û Reşahat Ada ku ji roja ewil de di çalakiya "Nobeda Edaletê" de ne, ji bo çalakiya wan mezin bibe û zû encam bigire bang li malbatên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl kirin. 
 
Hakki Boltan ku kurê wî Civan Boltan di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê deye, destekî wî tune ye, çavekî wî êdî namîne û perçeyê şarapnelê di mejiyê wî de ye, armanca destpêkirina "Nobeda Edaletê" bi van gotinan anî ziman: "Edalet, bi wateya xwe ya berfireh, têgiheke girîng e. Li welatan, li malan, ji bo kesan pir girîng e. Bandorê li jiyanê dike. Îjar di vê çarçoveyê de pêşî me li nav mala xwe doza edaletê kir, lê me dît ku li malê tu bandora vê daxwaziyê tune ye û eks dengê me nabihîse. Gava deng neyê bihîstin, kes piştevaniyê jî nake. Em û êşa xwe dimînin. Ji ber ku bangên me yên li malê bêbandor bûn û ev bêedaletî zirarê dide malbatên me, me xwest em li derî malê dengê xwe ragihînin da dengê me bigihê tevahiya civakê." 
 
Boltan, bilêv kir ku ji bo vê jî wan Baroya Amedê tercih kiriye û got: "Baro, pêşengiya edaletê dike. Baro, cihê edaletê ye. Em hatin Baroyê û me xwest em vê daxwaza xwe bi rêya baroyê ragihînin civakê. Lewma em dixwazin baro jî ji bo mafên me yên hiqûqî û demokratîk tevbigere."
 
BIRYARA DMME'YÊ
 
Boltan, hem bal kişand ser rewşa tenduristiya kurê xwe Civan Boltan hem jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Boltan, destnîşan kir ku meseleya girtiyên nexweş, meseleya herî sereke ya girtîgehan e û wiha domand: "Kurê min nexweş e. Destekî wî tune ye, çavekî wî tune ye, perçeyê şarapnelê di mejiyê wî de ye, nexweşîna pixtîbûna xwînê pê re heye. Nikare li cihên cemidî bimîne. Cihên sar bandorek nebeşa li dilê wî û laşê wî dikin. Ev tenê ne ji bo kurê min wisa ye, ji bo bi hezaran girtiyên wekî wî wiha ye. Lewma tiştên ji bo kurê xwe dixwazim ji bo hemûyan dixwazim. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di şexsê Civan de îmze danî bin biryareke girîng. Em dixwazin Tirkiye vê biryarê pêk bîne. Ger ev biryar pêk neyê, em ê ji bêgavî li benda cenazeyê kurê min bisekinin." 
 
‘BILA QANÛN PÊK BÊN'
 
Her wiha Boltan bal kişand ser rewşa girtiyên ku cezayê xwe temam kirine lê nayên berdan jî û got: "Dibe ku ev sibê ji bo kurê min û her kesî jî pêk bê. 20-30 salan di girtîgehan de dimînin, lê radibin înfaza wan dişewitînin. Înfaza ceza li gor hiqûqa Tirkiyeyê û qanûnên wê nayên pêkanîn. Daxwazek me jî ev înfaza cezayan li gor qanûnên heyî pêk bê." 
 
Boltan, destnîşan kir ku dê Nobeda Edaletê ya ku ji bo zarokên xwe dane destpêkirin heya dawiyê bidomînin û ji bo mezinkirina çalakiyê û ragihandina dengên girtiyan bang li hemû malbatên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl kir. 
 
PÊKANÎNA HIQÛQÊ
 
Reşahat Ada jî ku birayê wê Hamdûsena Ada yê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de û nexweşîna qelb pê re heye got: "Sedema rûniştina me ya li vira, daxwaza me ya ji bo pêkanînan hiqûq û edaletê ye." 
 
Ada, destnîşan kir ku li hemberî girtiyan zextine pir dihwar û binpêkirine mezin ên mafan hene û got: "Em van zextan û vê tahdeyê qebûl nakin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ser rêça zarokên xwe bin. Divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyan bên dermankirin, girtiyên cezayên xwe temam kirine bên berdan. Ên cezayên xwe diqedînin û gava tên berdan piştî du sê rojan dimirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ger cezayên wan qediya be, divê bên berdan." 
 
Ada, bilêv kir ku bi vîna xwe hatine vira ji bo xwedî li xizmên xwe yên girtî derkevin û li benda piştevanî û alîkariya her kesî ne." 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

23/11/2021
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye