Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin

  • rojane
  • 10:27 23 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzer Mehmet Erbîl derbarê muwekîlê xwe yê girtî Emîn Gurban de binpêkirina biryara DMME’ê ya bi cih neanîn de got: "Ji bo Ocalan sûdê negire biryar nayên bicihanîn."
 
Emîn Gurban ê li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F girtî ye 13'ê hezîrana 2001'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Biryara derbarê Gurban ê ku dema girtîbûna wê nêzî 25 sal in, sewqî Dadgeha Bilind hat kirin. 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind bi dîtina kêmasiyên prosedurê biryar betal kir. Di roja ku biryar hat betalkirin de cezayê darvekirinê hat betalkirin û di rûniştina dozê de cezayê muebetê yê giran li Gurban hat dayîn.
 
JI DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ 
 
Parêzerê Gurban, Mehmet Erbîl biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê di biryara xwe ya 15'ê Kanûna 2015'an de biryar da ku ev xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku muameleya xerab û îşkenceyê qedexe dike, binpê dike. Lê belê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê girtin û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan û Civan Boltan, şert û mercên biryarê nehatin bicihanîn. 
 
Piştî ku biryarên hem ji bo Gurban û hem jî ji bo Ocalan, Kaytan û Boltan nehatin bi cih anîn, rêxistinên hiqûqî û mafparêz ketin tevgerê. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) dan ku çavdêriya biryarên ku ji hêla DMME’yê ve têne girtin. 
 
BERSIVA JI BO GURBAN 
 
Komîteyê di civîna ku dê di navbera 30'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de pêk were de biryar da ku mijarê bike rojeva xwe. Tirkiyeyê derbarê serlêdanên xwe yên di çarçoveya "mafê hêviyê" de 2 teblîx ji komîsyonê re kirin. Tirkiyeyê jî derbarê serlêdana parêzerê Gurban de agahî da. 
 
Tirkiyê di danezana xwe ya yekem de, guh neda tesbît û pêşniyarên di derbarê “pêkhatina mafê hêviyê” û “guhertinên qanûnî yên li ser rejîma îdamkirina cezayê heta hetayê yê giran.” Tirkiye di daxuyaniya xwe ya duyemîn a bi sernavê "Plana Çalakiyê" de diyar kir ku mafê Ocalan û girtiyên din ên "berdana bi şert" nîne û pêkanînên "hiqûqa taybet" ên li Îmraliyê qebûl kir.
 
Di daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Gurban de, Tirkiye bi dûbarekirina mijarên bi vî rengî, îşaret bi "Plana Çalakiyê" ya ku di daxuyaniya xwe ya duyemîn de pêşkêş kiribû, kir. 
 
Parêzer Mehmet Erbîl pêvajoya piştî girtina Gurban, serlêdana li Komîteyê û bersiva Tirkiyeyê nirxand. 
 
AYM LI BENDA ÇI YE?
 
Erbîl bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di derbarê biryara binpêkirinê ya ji aliyê DMME’yê ve hatiye dayîn de tu gav neavêtiye û got: “Tişta ku divê bê kirin guhertina qanûnên hiqûqî yên li gorî biryarên DMME’yê û avakirina mekanîzmayeke nû ya ji bo serbestberdana bi şert e.” Erbîl diyar kir ku piştî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane, lê biryara redkirinê wergirtiye. Erbîl da zanîn ku ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn nikare biryarek ji biryara DMME’yê cudatir bide, dosyayên bi vî rengî yan jî heman bi qestî tên girtin. 
 
SERLÊDANA GURBAN 
 
Erbîl bal kişand ser serlêdana ji bo Ocalan, Kaytan, Boltan û muwekîlê wî Gurban û got: "Min jî li gorî xala 9.1'ê serlêdana komîsyonê ragihand û diyar kir ku di hiqûqa navxweyî de di hewldanên me de tu encam bi dest nexistine. Hikûmeta Tirkiyeyê daxwazên biryarên DMME’yê pêk neaniye û binpêkirin berdewam dike, serlêdana min a ku li gorî xala 9.1’ê hatiye kirin, ji hikûmetê re ragihand. Rêxistinên hikûmî di 29’ê cotmehê de gotibûn, ‘Dibe ku mehkûmên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn, wek qaîde ji serbestberdana şert û mercî sûdê werdigirin, lê bi awayekî awarte hin sûc tên kirin. Wî jî bersiv da ku ew ji vê îhtîmalê efû ye."
 
TIRKIYE LI BENDA ÇI YE?
 
Erbîl da zanîn ku Tirkiyê derbarê biryarên binpêkirina DMME’yê de tiştek negot. Erbîl got: “Em li bendê ne ku Komîte ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê daxwaznameyên me û bersivên hikûmetê di civîna xwe ya yekem de bixe rojeva xwe û li ber çavan bigire. Hişyariyên cidîtir bide. Heke wiha nebe, dibe ku Tirkiye bi gelek ambargoyan re rûbirû bimîne, di serî de derxistina wê ji Konseya Ewropayê (KE) were derxistin.” 
 
‘JI BO KU OCALAN JÊ SÛDÊ WERNEGIRE’ 
 
Erbîl jî bertek nîşanî wê yekê da ku Komîteyê piştî navbereke 6 salan vê mijarê bîne rojevê û wiha got: "Ji ber ku divê biryarên DMME’yê demildest bên tetbîqkirin. Li gorî min destwerdana di wextê xwe de nebû sedema gelek nerazîbûnan û hikûmeta Tirk teşwîq kir ku biryarên DMME'yê pêk neyne."
 
Erbil diyar kir ku girtiyên di heman rewşa muwekîlê wî de jî bi heman binpêkirinan re rûbirû dimînin. Erbîl derbarê ku li ser sedema ku biryara binpêkirinê ya derbarê muwekîlê wî de pêk nehat jî wiha got: "Sedema sereke Ocalan e. Ji ber ku eger biryara binpêkirinê pêk were dê ev rewş bandorê li ser Ocalan jî bike. Ji bo vê jî zexteke siyasî ya gelekî giran heye. Ji bo ku Ocalan jê sûdê wernegire biryarê bi cih nayê.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

23/11/2021
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye