Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng

  • rojane
  • 09:04 16 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Nevîn Kamîlagaoglû ku milê Ewropayê yê kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana Aysel Tûglûkê birêxistin dike, diyar kir ku li 52 welatan zêdetirî 6 hezar jin xwedî li kampanyayê derdikevin û got: "Ji bo kampanya bigihê armanca xwe em ê bixebitin." 
 
Ji bo Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandira ya Kocaelî ya Tîpa F'yê de ye û her diçe tenduristiya wê xirabtir dibe bê berdan di 7'ê Çileyê de bi sernavê "Ji bo azadiya Aysel Tûglûkê 1000 jin" kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. 
 
Ji 52 welatan zêdetirî 52 jin xwestin raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" yên ku nexweşxaneyan dane Aysel Tûglûkê esas bên girtin û Tûglûk bê berdan. Her wiha siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, karker û ji gelek derdoran kesên tevli kampanyayê bûne li ser medyaya sanal jî bi etîketa “#BinlerceAyseliz" û “#AyselİçinGeçOlmada” parvekirinan dikin. 
 
Seroka Yekîtiya Jinên Elewî Nevîn Kamîlagaoglû milê Ewropayê yê kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana Aysel Tûglûkê birêxistin dike, têkildarî kampanyayê axivî. 
 
3 DAXWAZÊN SEREKE
 
Kamîlagaoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê tevgeke xurt a jinan heye û ev tevger ji bo rêxistinên jinan ên Ewropayê jî bûye cihê motîvasyonek xurt. 
 
Kamîlagaoglû, destnîşan kir ku kampanyaya îmzeyan a ji bo Tûglûkê dane destpêkirin li Ewropayê olan daye û got: "Me li ser medyaya civakî gelek piştgirî kir. Em bi hezar jinî ketin rê, niha em 6 hezar in. Sê daxwazên sereke yên kampanyayê hene. Divê pêvajoya darizandinê ya Aysel Tûglûkê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin, raporên ku nexweşxane û bijîşkan dane esas bên girtin û demildest Tûglûk bê berdan." 
 
PIŞTGIRIYA JINÊN CÎHANÊ
 
Kamîlagaoglû, anî ziman ku ji çar aliyên cîhanê bi sedan rêxistinên jinan daxilî nav kampanyayê bûne û got: "Têkoşîna jinan a ji bo Ayselê, sînorên Tirkiyeyê derbas kir. Li welatên Ewropayê belav bû. Bû kampanyayek li seranserê cîhanê. Li Rojhilata Navîn gelek binpêkirinên mafan ên cidî hene. Aysel Tûglûk nexweş e, lê hê jî girtî ye." 
 
Kamîlagaoglû, destnîşan kir ku îqtidara siyasî dijminê civak, jin û zarokan e û got: "Li Tirkiyeyê qethiyen îqtidara heyî jinên polîtîkayê dikin tamûl nake. Me ev yek bi qeyûmên tayinî şaredariyên herêmê hatin kirin dît. Dîlgirtina jinên ku di bin banê HDP'ê de siyasetê digirin, mînake herî berbiçav a polîtîkayên hikûmetê ye ku bê çawa dijminatiya jinan dike." 
 
BARON LI DERVE NE, TÛGLÛK GIRTÎ YE
 
Kamîlagaoglû, rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a ji bo Tûglûkê çêkiriye bibîr xist û got: "Ev dijî mafên mirovan e û tu wijdan qebûl nake. Zilm e. Halbûkî em dizanin di xala 104'an a qanûna bingehîn de tê gotin ku serokkomar xwedî karbidestiya efûyekê ye ji bo girtiyên extiyar an jî girtiyên nexweş. Lê çima nake? Berpirsê sereke yê Komkujiya Madimakê Ahmet Kiliç bi hinceta 'extiyarî û nexweşînê' hat efûkirin û berdan. Çima ji bo Tûglûkê tiştekî wiha nayê kirin? Em baş dizanin bê baronên tiryakê çawa berdan. Lê kes ji bo Aysel Tûglûkê tiştekî nake. Divê em balê bikişînin ser vê, bi ser vê de biçin." 
 
'JI BO BIGIHÊ ARMANCA XWE EM Ê BIXEBITIN'
 
Kamîlagaoglû, diyar kir ku dê hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Me li kuçeyan ji bo Ayselê doza azadiyê kir, em ê vê daxwaza xwe bidomînin. Ji bo kampanya bigihê armanca xebatek cidî tê kirin. Lê divê bi dengekî hîn bilindtir xwedî lê bê derketin. Tenê ne Aysel Tûglûk, bi sedan girtiyên siyas yên wekî wê hene. Demildest divê bên berdan. Di vî warî de çi bikeve ser milê me em amade ne." 

Sernavên din

16/01/2022
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin