Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!

  • rojane
  • 11:22 19 Çile 2022
  • |
img
AMED - Li Amedê polîsan ji bo ku malbata Yenî ya ku du zarokên wan tevlî PKK’ê bûne bibe ber avahiya HDP’a Amedê sîxurtiyê li zarokê wan 17 salî ferz kir. 
 
Îqtidara AKP’ê jî wek îqtidarên beriya xwe dixwaze daxwaza bi milyonan kes a çareseriyê bi polîtîkayên şer çareser bike. Ji bo ku kurd dest ji daxwazên nasnameyê û azadiyê berdin her cûre rê û rêbaz tên bikaranîn. 
 
Bi salane malbatên kurd bi her cûre zext û gefan re dimînin. Yek ji van malbatan jî malbata Yenî ya ji Amedê ye. 
 
ZEXT, BINÇAVKIRIN Û GEF 
 
Malbata Yenî di 2008’an de ji navçeya Farqînê koçî navenda Amedê navçeya Rezanê dikin. Ji ber ku malbat xwedî li nasnameya xwe derdikeve gelek caran polîs bi ser mala wan de digire û dixwaze wan bi binçavkirinê bitirsîne û gef li malbatê ten xwarin. 
 
Ji ber zextên li malbatê tên kirin zarokê mezin ê malbatê Zindan tevlî PKK’ê dibe. Piştî çûyîna wî zextên li ser malbatê zêdetir dibin. 
 
XWESTINE BAVÊ ZAROKAN BIKIN SÎXUR 
 
Hasan Yenî şifêriya serwîsê dike û debara malbata xwe pê dike. Di sala 2019’an de kesek li Hasan Yenî digere û dixwaze biçe cem Forûm AVM’ê û rêwiyan bigire û bigerîne. Yenî dema diçe ber pastexaneya li bin AVM’ê du kes wî dibin ser maseya xwe û jê re dibêjin ku ew ji îstîxbaratê ne. Ev kes jê re dibêjin haya wan jê çêbûye ku ew çûye Başûrê Kurdistanê û lawê xwe Zindan dîtiye û lê ferz kirine ku kî li wê derê ew pêşwazî kirine. 
 
SOZA MAL Û WEAYÎTÊ 
 
Ev kes ji bavê Zindan re dibêjin, “Ji bo lawê te paş de were em dikarin qanih bikin. Em te bibin, yên li wir nîşanî me bide bes e. Em kurê te bînin û tu jî li vir çi diqewime û li gundê we çi dibe ji me re bêje.” Her wiha ev kes jê re dibêjin dizanin ku deynê wî heye, wê li cihê herî luks xanî jê re bistînin û soza kirîna erebeyê didinê. 
 
GILÎ DIKIN LÊ TIŞTEK JÊ DERNAKEVE 
 
Hasan Yenî piştî vê gefa ku endamên îstîxbaratê lê dixwin, telefona xwe diguherîne û serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dide û giliyê van kesan dike, lê belê tu encamek jê dernakeve. 
 
BERXWEDAN DA PEY ZINDAN 
 
Di nava demê de zextên li ser malbatê zêdetir dibin, vê carê lawê malbatê Berxwedan dide pey rêya kekê xwe Zindan û ji ber zextan derdikeve çiya. Lê belê Zindan di îlona 2021’an de li çoltera navçeya Pîrana Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Zindan radikin Saziya Tiba Edlî (ATK) û hêj radestî malbatê nehatiye kirin. 
 
DAXWAZA ‘LI BER HDP’Ê RÛNÊN’ TÊ KIRIN 
 
Di 22’yê kanûna 2021’an de malbat agahî werdigire ku lawê wan Zindan jiyana xwe ji dest daye. Beriya vê agahiyê birayê zindan ê biçûk H. (17) ji aliyê polîsan ve tê revandin û sîxurî lê tê ferz kirin. Polîs li malbatê digerin û dibêjin, “rêxistinê lawê we revandiye” da ku malbatê qanih bikin û bibin ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê û tevlî wan kesên li wir rûdinên bikin. 
 
H. roja 4’ê çile êvarê dema ji kar derdikeve diçe malê polîs pêşiya wî dibirin û sîxuriyê lê ferz dikin. H. têkildarî wê rojê tiştên hatin serê wî axivî û da zanîn ku wextê ew ji kar diçû malê wesayîtek bi marka Ford Connet pêşiya wî ji aliyê du kesên bi rûpoş ve tê birîn û dixwazin wî li wesayîtê siwar bikin. H. li dijî polîsan derdikeve û ev kes wî bi darê zorê li wesayîtê siwar dikin û ev kes gefan lê dixwin. Ev kes ji H. re dibêjin, ‘Em te û malbata te nas dikin. Heke tu agahiyan bidî me em ê pereyan bidin te. Em dikarin kekê te Berxwedan ê li çiyê jî paş de bînin. Ji bo ku dayik û bavê te biçin ber HDP’ê ji me re bibe alîkar.” 
 
GEFAN LI MALBATÊ DIXWIN 
 
H. teklîfa van kesan red dike. Ev kes gefên kuştinê li H. û malbata wî dixwin. Ji ber daxwaza wan nayê qebûlkirin H. berdidin û paşê ji wir direvin. 
 
Malbata Yenî ji bo ev titşa hatiye serê lawê wan carek din serî li ÎHD’ê dan û giliyê van kesan kirin. 
 
‘DIXWAZIN ME BIKIŞÎNIN NAV TIŞTÊN CUDA’ 
 
Dayika H., Menîce Yenî da zanîn ku ji ber zextên bi salan e ew pê re rûbirû mane du lawên wî çûne çiya û bi mehan e cenazeyê lawê xwe Zindan wernegirtiye. Menîce Yenî destnîşan kir ku dewlet dixwaze wan bikişîne nava tiştên cuda û wiha got: “Tişta ku anîne serê lawê min H. dilê meriv dişewitîne. Yên ku 4 meh cenazeyê lawê min nadin radibin daxwaza sîxuriyê li me dikin. Bi çi rûyî vê yekê ji me dixwazin. Em ê çawa nirx û rûmeta zarokên xwe biavêjin û biçin ber HDP’ê? Dixwazin îradeya me bişikînin. Ez ê heta dawiya emrê xwe li pey zarokên xwe bim. Em dixwazin êdî zext û gefên li ser me werin bidawîkirin.” 
 

Sernavên din

19/01/2022
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e