Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir

  • rojane
  • 17:42 24 Çile 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Onûr Gencerê ku Denîz Poyrazê qetil kir, anî ziman ku ne poşman e. Piştî yên lê hêwana danişînê bertek nîşan dan, Gencer heqaret li wan kir. 

Danişîna doza Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji hêla Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê didome. Piştî navberê, heyeta dadgehê xwest kujer Onûr Gencer parastina xwe bike. Serokê dadgehê sûcên di îdianameyê de xwendin û ji kujer xwest ku parastina xwe bike. 
 
Gencer bi qatlix tevli danişînê bû. Lê hêwana danişînê cendirmeyan dora wî girtin. 
 
Gencer di parastina xwe de got: "Birêz serok, beriya her tiştî ev bûyera xwîndar xwe disipêre paşerojeke dûr û dirêj. Di sala 1998'an de dest pê kir. Wê çaxê HDP'iyan gef li dêya min xwarin. Derûniya dêya min xirab bûbû. Di dema bûyerên Kobanê de pêşiya min hatibû girtin. Li Sûriyeyê li hemberî min suîqastek çêbû. Ji ber ku tiştek nehat kirin û ji ber gelek travmayên ji ber PKK'ê hatin serê min, min ev bûyera xwîndar kir û ne poşman im. Dixwazin Denîz Poyraz û malbata wê bên vekolandin. Ez wiha difikirim ku di kuştina hin îstixbaratvanan de tiliya Denîz Poyrazê heye." 
 
Serokê dadgehê ji kujer Gencer pirsî: "Çima te çalakiyek bi vî rengî kir?" 
 
Gencer jî got: "Ji bo kela dilê xwe rihet bikim, ji travmayan xelas bibim û xwe baş his bikim min kir. Her wiha ji bo pêşî li ber rêxistina HDP/PKK'ê bigirim min kir. Min bi xwe kir." 
 
Serokkê dadgehê ji Gencer pirsî: "Te ev biryara çawa kir û berî çalakiyê te çi kir?" 
 
Gencer jî got: "Li Sûriyeyê YPG'ê li hemberî min sûîqastek kir û heyfa vê yekê nehat stendin. Ji ber vê min ferq kir ku dema tolhilgirtinê hatiye. Ji bo heyfa dêya xwe û heyfa xwe hilînim ez li benda keysa xwe mam. Ji bo zirar negihê kesên bêtawan, min avahiya HDP'ê bijart. Roja dawî ji ber heqaretên HDP'iyekî yên li Ataturk, gel û alayê min parvekirinek kir û got, 'ez hêrs bûme.' Di 16'ê Hezîranê de roja çarşemê saet li dor 5'an piştî gotinên wî HDP'iyî tîr ji kevanê pengizî." 
 
 Gencer, di berdewama parastina xwe de ev tişt gotin: "Plana tolhilgirtinê hê di 5 saliyê de li min peyda bûbû. Şikil girtibû. Lê ez li benda tiştekî bûm, tiştekî jixweber. Sedema min a kirîna tivingê, ji bo zewqa min a berdanê bû. Min perwerdehî girt, min xwe li polîgonan pêş xist. Stendina tivingê, bi kêfî bû. Lê demançe ji bo tolhilgirtinê bû. Heya 16'ê Hezîranê. Tolhilgirtin hatibû asteke wisa ku min hew deyax dikir. Şeva 16'ê Hezîranê ji qehra xew bi çavê min neketibû. Saet li dor 10.30'yî bi texsiyê hatim ber avahiyê. Saet li dor 11.00'an jî tevî demançeyê ketim hundir. Ger 5 deqên din jî zû bihatama, dê cinayeteke hîn xwîndartir çêbûbûna." 
 
Piştî vê yên lê hêwanê bi dengekî bilind bertek nîşan dan. Bav Abdullîlah Poyraz jî jê re got: "Alçax." 
 
Piştî ku kujer Gencer bi israr xwest rageşiyê çêbike, bav Poyraz jî got "Ez doza heq û hiqûqê dikim, ev alçaxî ye" û bertek nîşan da. 
 
Serokê dadgehê jî ji dêvla bertekê nîşanî kujer bide, bertek nîşanî yên li hêwanê da. Her wiha dadgehê ji bo rûşûştiya kujer û gotinên wî yên tehrîkkar jî tiştek negot û bertek nîşan neda. Paşê serokê dadgehê ji bo bertekên ên li hêwanê got, "Min çend caran we hişyar kir, cardin hişyar dikim pergala danişînê xera nekin." 
 
Gencer di berdewama parastina xwe de got: "Ji xeynî Ocalan û Demîrtaş hemû yek in. Eleqeyeke min a taybet ji bo Abdullah Ocalan û Demîrtaş heye. Ha Denîz Poyraz ha Mûrat Çepnî." 
 
Piştî van gotinan ên li hêwanê gotin "Ma hûn ji vê re dibêjin darizandinek adil?" û bertek nîşan dan. 
 
Gencer jî got: "Tu derdekî min bi xwişk û birayên min ên kurd re tune ye. Esil alçax ew in." 
 
Piştî van gotinan bavê Denîz Poyrazê Abdullîllah Poyraz jî got: "Alçax tu wî." 
 
Gencer tiştên di dema bûyerê de kirin jî gotin: "Min dît ku min terorîstek hel kiriye. Paşê ez li yên din geriyam. Min zor da deriyan. Ji ber ku min terorîstine din nedîtin, min çend pehîn lê xistin û cardin bera wê da. Min bi tûpê êgir cam şikand. Ser min pîs bûbû. Ez çûm jorê, her der girtîbû. Ez daketim jêrê, ez teslîm bûm." 
 
Gencer, di berdewama parastina xwe de diyar kir ku îfadeyên wî yên li midûriyeta polîsan rast in û pirsên jê hatine kirin bersivandine. Gencer, bilêv kir ku dê ji bo delîlên derbarê wî de hatine berhevkirin tiştekî nebêje û ji bo pereyên di hesabê xwe de jî derpêş kir ku kredî kişandiye. Gencer, diyar kir ku krediya kişandiye hemû xerc kiriye. 
 
Heyeta dadgehê jê pirsî: "Kesî ev cinayet neda ber te ne wisa, te bi xwe kir?" 
 
Gencer jî got: "Ji bo kela dilê xwe rihet bikim, min kir." 
 
Parastina kujer Gencer temam bû. 
 
Dê di danişînê de guh li giliyên dayik Fehîme û bav Abdullîllah Poyraz bên kirin. 

Sernavên din

25/01/2022
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e