Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin

  • rojane
  • 19:05 24 Çile 2022
  • |
img

ÎZMÎR – Dayik Fehîme Poyraz ku di doza Denîz Poyrazê de axivî, bertek nîşanî helwesta kujer Onûr Gencer da û got: "Terorîst ew e. Pişta xwe disipêre kê û wisa bi rihetî xeber dide? Pêşî divê kesên ew perwerde kirine bên cezakirin." 

Danişîna doza Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji hêla Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê didome. Piştî parastina kujer Gencer, malbata Poyraz, parêzerên malbatê û HDP'î axivîn. 
 
Parêzer malbata Poyrazê Turkan Agaç Aslan, xwest pirsên ji kujer Gencer tên pirsîn di celseyeke din de bên pirsîn. Aslan, destnîşan kir ku lêpirsîna kujer baş nehatiye kirin û dixwazin pirsên xwe di celseyeke din ji kujer bipirsin. Aslan, ragihand ku heyeta dadgehê pirsên krtîk ji kujer nekirine û got: "Em dixwazin di celseya bê de, mafê xwe yê pirsan bi kar bînin. Pirsên me yên têkildarî zelalkirina bûyerê de hene."
 
Aslan, ji heyeta dadgehê re got ew dixwazin pirsên xwe wekî lîsteyekê berpêş bikin. 
 
Her wiha Aslanê, destnîşan kir ku deriyê piştî heyeta dadgehê li ser piştê ye û yên li wir polîs in û dixwazin bandorê li Gencer bikin. 
 
Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê mafê gotinê da malbata Denîz Poyrazê. 
 
BAV POYRAZ: EM DIXWAZIN BÊ CEZAKIRIN
 
Bav Abdullîllah Poyraz, parastina xwe bi kurdî kir. Poyraz pêşî malavayiya hemû kesên tevli danişînê bûne kir. 
 
Bav Poyraz got: "Ev kes li ber çavê min ji DAIŞ'iyan xirabtir e. Ev kujerek e. Heqekî wî tune ye dest bide jinekê jî. Ji dêvla Denîzê dêya wî, xwişka wî bûna, dê çi bifikiriyana? Divê tiştên kirine bîne ber çavê xwe. Tenê ne ji bo Denîzê, ji bo hemû jinan doza edaletê dikim. Ev kujer çûye Minbicê û ji wir hatiye. Li wir perwerde bûye û Denîzê şehîd xist. Denîz, şehîda me hemûyan e. Ev kujer gava daket jêrê polîsan jê pirsî, 'keko navê te çi ye?' Xwezî wan polîsan gava em çûn dozgeriyê ji me bipirsiyana û bigotana 'kî keça we kuşt?' Polîsên li ber derî alîkariya kujer kirin. Ez dixwazim ev polîs bên tespîtkirin. Dixwazim bê cezakirin." 
 
DAYIK POYRAZ: EM EHLÊ AŞTIYÊ NE
 
Paşê dayik Fehîme Poyraz axivî. Dayik Poyraz got: "Agir bi kezeba min ket, bila yê kesine din nekve. Xwedê agir berda mala wî kujerî. Ez bi dermanan li ser pêya me. Ez kabûsan dibînim. Pêşî çekê bera çoka keça min dide û bi dû re bi kêrê îşkencê lê dike. Ew terorîst e. Em dibêjin; em xwişk û bira ne. Em ehlê aştiyê ne. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Em şer naxwazin. Bila dayik negirîn, bila dilê bavan neşewite. Mirov çawa keseke bê parastin dikuje? Ew qasî rihet xeber dide, dibêje 'kela dilê min rihet nekir.' Dilê min ew qas diêşe... Ewilî divê kesên ew perwerde kirinb ên cezakirin. Tahdeya keça min negihaye gêrikekê jî. Min birînên wê dîtin. Ew di hemû wêneyên xwe de dikeniya. Hê jî dikene. Ger mirov bûna, dê li cem malatekê bûna. Ez heq û hiqûqê ji gelê xwe re dihêlim. Em hemû Denîz in. Ên li vê hêwanê hemû Denîz in. Bila bê zanîn. Xwe disipêre kê ku ev qasî rihet diaxive? Bila heq û hiqûq pêk bê. Ez doza heq û hiqûqê dikim." 
 
PIştî axaftina dayik Poyrazê yên li hêwanê li çepikan xistin. 
 
XWIŞK Û BIRA JÎ GILÎ KIRIN
 
Suleyman Poyraz birayê Denîz Poyrazê yê girtî jî tevli danişînê bû û got: "Ev kujerê li ber çavê me, nesîb ji mirovahiyê negirtiye. Kesê nesîb ji mirovahiyê girtibe qetlîamek wiha nake. Bi awayekî alçax xwişka min Denîzê, hevrêya min kuşt. Ez xwişka xwe Denîzê ya şehîd ket bi hez bibîr tînim." 
 
Heyeta dadgehê li ber van gotinên Poyraz rabû û got, usûlek wiha tine ye. 
 
Poyraz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev komkujî bi destê kesekî tenê nehatiye kirin û got: "Li pişt vê hêzeke kûr heye. Ez dixwazim ev kes bên eşkerekirin. Ez dixwazim têkiliyên wî yên bi SADAT'ê re bên vekolandin. Ev bi destê dewleta tarî hatiye kirin. Ji ber ku ehr roj HDP'Ê etrorîze dikin, rewş hat vê astê. Serî digihê kê bila bigihê, divê baş bê vekolandin û kesên ferman dane û tetikkêşî kirine bi awayekî giran bên cezakirin." 
 
Xwişk Rahşan Poyraz jî got: "Bi zorê bêhnê distînim. Nikarim bêdeng bimînim." POyraz bang li kujer Gencer kir û got: "Wer ez li vira me, ez Denîz im." 
 
Bira Îbrahîm Poyraz ê girtî jî tevli danişînê bû. Poyraz hemû kesên tevli danilşînê bûn silav kirin û xwest kujer bê cezakirin. 
 
Paşê Hevserokê HDP'a Îzmîrê Abdulkadîr Baydûr jî axivî. Baydûr, behsa tiştên wê rojê qewimîn kirin û got, kujer Gencer ji bo komkujiyekê hatiye avahiya partiyê. 
 
Rêvebirê HDP'a Îzmîrê Ramazan Efendîogûllari jî tiştên roja bûyerê hatine serê wî gotin. Efendîogûllari, ragihand ku wî û Denîz Poyrazê çay çêkirine û bi hev re vexwarine û got: "Paşê ez çûm balafirgehê. Deriyê avahiyê vekirîbû yan kujer ew vekiriye nizanim. Ez dixwazim ew jî bê vekolandin. Bi telefonê ji me re gotin avêtin ser avahiya partiyê." 
 
Danişîn bi îfadeyên şahidên din didome. 

Sernavên din

25/01/2022
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e