Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî

  • rojane
  • 09:06 25 Çile 2022
  • |
img

KOBANÊ - Andok Dersim Amed ku di êrişa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de her du nigên wî jêbûn, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê re bûye şoreşeke gerdûnî.  

Gava di 2011'an de li Sûriyeyê şer dest pê kir, kurdan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "xwerêvebirî" îlan kirin. Piştî vê li herêmên xwe bi êrişên DAIŞ'ê û Tirkiyeyê re rû bi rû man. DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2015'an de êriş bir ser Kobanê. Êrişên DAIŞ'ê bi mehan dewam kirin. Kurdan jî li hemberî van êrişan li ber xwe dan û di 26'ê Çileyê de tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî Kobanê ji êrişan rizgar kirin û DAIŞ'ê têk şikandin. Piştî vê berxwedana dîrokî 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat qebûlkirin. 
 
Andok Dersim Amedê YPG'î ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de her du nigên xwe winda kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wê berxwedana dîrokî kir. 
 
‘BI TOPÊN HAWANÊ BÛ GAZÎ'
 
Amed, di 2013'an de di dema êrişên li Serêkaniyê û gundên Kobanê de çûye Rojavayê û ji wê çaxê heya niha têkoşîna xwe didomîne. 
 
Amed, bilêv kir ku li Kobanê di dema şerê li dijî DAIŞ'ê de cihê ku lê şer dikirin bi topên hawanê hatine topbarankirin û got: "Wê çaxê sal û nîvek min qediyabû ku ez li Kobanê bûm. Lewma hema bibêje min hemû heval nas dikirin. Di dema şer de carinan ji bo tespîtkirina nasnameya hevalên şehîd diketin gazî min dikirin. Di pêvajoyeke wiha de bi topên hewanê her du nigên min çûn." 
 
ŞOREŞA ROJAVAYÊ
 
Amed, diyar kir kiu DAIŞ'a ku li Iraqê, li Şingalê û deverên din komkujî kirine piştî Hîtler bûbû unsûra duyem a xeter û talûke ya ji bo cîhanê. Amed, bilêv kir ku tu artêşên dewletan pêşî li ber nedigirt, lê ev yek li Kobanê berevajî bûye. Amed got: "A rast, DAIŞ'ê di warê pêşeroja civakan de bûbû cihê tirseke mezin. Ev pêkanînên dij mirovahiyê ne taktîk bûn, bi temamî rengvedana bîr û baweriya wan bû. Şoreşa Rojavayê di serî de ji bo kurdan û bi giştî jî ji bo gelên herêmê bûbû zemîna rêxistinbûna jiyaneke hevpar. Beriya êrişa li ser Kobanê, ev li cîhanê jî ev qas deng nedabû. Şoreşek pêk hatibû, lê di herêmê de asê mabû. Lê gava DAIŞ'ê êriş ki, berxwedana Kobanê bû warê kesên dixwazin bi awayekî mirovane bijîn. Ji bo şerê li dijî vê ferasetê qadek hatibû afirandin. Çawa ku DAIŞ û dewleta tirk bi heman ruhî hatin cem hev, kurd û dostên wan jî li dijî vê feraseta barbar û faşîzmêbi heman ruh û baweriyê hatin cem hev du. Bi vê re, bi berxwedana Kobanê re Şoreşa Rojavayê, bû şoreşek gerdûnî." 
 
RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ
 
Amed, diyar kir ku ji aliyekî ve jî li Kobanê rojnamevanî kiriye û ji ber vê hema bibêje hemû eniyên berxwedanê dîtine û û got: "Ez bûm xwedî azmûn di warê ragihandina berxwedanê de ji bo raya giştî. Tişta herî girîng a min raçav kir ev bû: Piştî meha Cotmehê Kobanê veguherîbû bajarekî Bakurê Kurdistanê. Ji çar hawirdorên cîhanê mirovên enternasyonal hatibûn û helbet hevalên me ji perçeyên din jî hatibûn. Lê ji deh kesan heft kes ji Bakur hatibûn. Min ji her kesî dipirsî bê ka ji ku hatine. Bersivên wan vê encamê piştrast dikirin. Jixwe diviyabû wisa bûna jî. Ji lew re welatê xwe diparastin. Lê yên hindik kobanîyî bûn. Te dît ew kesên xwe li sînoran xistin... Ez dibêjim xwezî ew jî hebûna. Werhasil di berxwedana Kobanê de tiştên xweşik hemû bi hev re bûn. Jinên li ber jiyaneke koletiyê rabûn û xwestin bi awayekî azad bijîn, extiyar, ji hemû temenî mirov li dijî barbaran şer kirin... Berxwedana me ya li hemberî DAIŞ'a ku heya wê çaxê her kesî qir dikir, tenê ne ji bo gelê me, ji bo tevahiya cîhanê bû hêvî. Ji xeynî hemêzkirina vê hêviyê tu alternatîfek wan tune bû. Ji lew re hêzên navneteweyî jî tam li ber van barbaran ranedibûn. Lewma berxwedana Kobanê bû sembola berxwedana mirovahiyê." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Amed, destnîşan kir ku mînaka herî berbiçav a têkoşîna neteweyî berxwedana Kobanê ye û Kobanê bû cihekî ku xwîna ciwanên her çar perçeyan tevli nav hev bûye. Amed got: "Kobanê bû zemîna yekîtiya neteweyî. Wê çaxê Pêşmeger hatin Kobanê, Hatine wan ji bo yekîtiya neteweyî destpêkek bû, lê veneguherî tiştekî mayinde. Ger kurd mînaka Kobanê ji xwe re esas bigirin, dê ji derheqê hemû pirsgirêkan derkevin." 
 
MEHSA TEPÊ MEYDANÊ KIR
 
Amed, behsa bîranînek xwe ya berxwedana Kobanê jî kir. Amed got: "Roja pêncan a berxwedanê bû. Em li rojavayê Tepeyê Meydanê li cihekî bûn. Ev der, li gor KObanê cihekî bilind bû. Û ji bo parastinê cihekî stratejîk bû. Tenê keleş û bombe bi mre hebûn. Çeka me ya herî giran Bîsvîng (B7) bû. Lê tenê çend roketên wê mabûn. Çete jî ji bo xwe biparêzin, tanq ji xwe re kriibûn sîper. Lewma keleş û bombe bêbandor bûn. Serê sibehê saet li dor 10.30'yî bû. Çeteyan ji bo tişt bi tanqên wan neyê, ji dû re tepe hedef girtin û xwestin êrişî tepe bikin. Me jî cihê xwe li gor pozîsyona êrişa wan eyar kir. Me planên êrişên ewil pûç kiribûn. Êrişa dudoyan piştî nîvro saet li dor 14.00'an bû. Ev êriş pir dirêj dewam nekir, pevçûnine demkurt bûn. Fermandarê koma me hevalê Baran bû, ji Serhedê bû. Wî hem koordîne dikir, hem jî ler dikir. Piştî êrişa dudoyan ez û hevalekî, ji bo erzq û û avê em daketibûn gund. Gava em gihaştin gund bi nîv saetekê çete vê carê ji sê milan ve, bi tanqan dest bi êrişê kirin. Hejmara me û etchîzatên me li gor ên dijmin kêm bûn. Lê dîsa jî me li ber xwe dida. Wekî din tu rê tune bû. Tepe bi topan dihat bombebarankirin. Çetejî radipelikîn tepe. Şer biq asî 30 deqeyî dewam kir. Li tepe 6 heval şehîd ketibûn û hevalên birîndar hebûn. Hevalê Baran jî ji bo bi saxî nekev dest wan bombeyên xwe hazir kiribûn û li bendê bû ku çete nêz bibin. Xwe li mirîtî danîbû. Gava çete nêz bûbûn, berî ku bombeyan bi xwe de biteqîne di bêtêlê de dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Kobanê' berz kirin û paşê deng jê biriya. Şehîd Baran, yekem kes bû ku çalakiya fedaî ya bexwedana Kobanê kiribû." 
 
DAXUYANIYA ERDOGAN
 
Amed, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP'î Erdogan jî ku gotibû "Kobanê ha ket ha ket" û got: "Gava ev daxuyanî hat dayîn, atmosfera şerê Kobanê wiha bû; Şer tam di orta bajêr de bû. Û bajar ji hêla rojhilat, rojava û başûr ve hatibû dorpêçkirin. Jixwe hêla wê ya bakur li Tirkiyeyê bû. Eskerên tirk jî li deriyê sînor û li ser sînor cihê şervanan ji çeteyan re digotin. Di asasê xwe de, ya maqûl diviyabû biketana. Hingî wisa bawer kiribûn ku dê DAIŞ Kobanê dagir bike... Lewma zûzûka xwestin bi vê daxuyaniyê serketina xwe ragihînin. Wekî ehr carê... Lê tiştek hebû ku ne Erdogan ne jî çeteyan hesab nekiribû: Bi yên li ber xwe didan ruhekî Apogerî hebû. Û ev ruh serketinê afirand. Lewma hê jî Kobanê birîneke kûr a Erdogan e." 
 
GEFÊN TIRKIYEYÊ
 
Amed, destnîşan kir ku piştî serketina 26'ê Çileyê êrişên li ser Kobanê bi destê Tirkiyeyê dewam kirine û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Tenê ne KObanê, hemû herêmê bi gef û êrişên dewleta tirk re rû bi rû ye. Ji sala 2019'an ve li dijî rêxistina terorî DAIŞ'ê têkoşînek hebû. Bi pêşengiya DYA'yê hêzên koalîsyonê jî piştgiriya vê têikoşînê dikirin. Bandoreke hêzên navneteweyî li ser dewleta tirk hebû. Lê kengî DAIŞ di warê eskerî de li Dêra Zorê qediya, bandora DYA'yê û hêzên din a li ser Tirkiyeyê jî qediya. An jî pir qels bû. Dê di 2018'an de DAIŞ biqediyana, lê hêzên navdewletî yên li herêmê û dewleta tirk peymanên veşarî çêkirin û ev pêvajo dirêj kirin û qadek ji dewleta tirk re vekirin. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî bi van peymanan çêbû. Lewma gefên dewleta tirk gefine cidî ne û her cara êrişî herêmê dike, di warê eskerî de DAIŞ'ê bi ruh û can dike û bi vê dixwaze aramî ûa ştiya herêmê veguherîne aloziyekê." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

25/01/2022
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e