Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e

  • rojane
  • 09:10 25 Çile 2022
  • |
img

AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê anî ziman ku ev ne êrişên ji rêzin e, plansaziyek mezin e û bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de.

Di 20'ê Çileyê de DAIŞ'ê, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şaneyên xwe yên veşartî êriş bir ser Girtîgeha Sînayê ya 5 hezar endamên wê tê de ne. Piştî vê êrişê, hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevdîr girtin. Di şer de ku hê jî didome, heya niha gelek DAIŞ’î hatine kuştin û zevtkirin.   
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek têkildarî êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) rê axivî. 
 
ARMANC XWESERIYA ROJAVAYÊ YE
 
Çîftyurek, bibîr xist ku êrişên DAIŞ’ê di dema salvegera xweseriya Rojavayê de dest pê kirine. Çîftyurek, destnîşan kir ku armanca van êrişan tenê ne xelaskirina girtiyên DAIŞ’î ye, armanc statuya Rojavayê ye û got: “Eger ew êriş bi ser biketana, dê 5 hezar girtiyên wan bi xelasê biketana. Bi dû re wê bi piştgiriya rejîmê û Tirkiyeyê dest bi dagirtina her çar perçeyan bihata kirin û wê bigotanan bi destê DAIŞ’ê hatine dagirkirin.” 
   
‘TEKILIYA DAIŞ Û TIRKIYEYÊ’   
 
Çîftyurek, şerê li Kobanê bibîr xist ku wê demê Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞ’ê dikir û bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de. 
 
Çîftyurek ji bo vê ev tişt gotin: “Têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de, ji destpêkê heya niha tê zanîn. Ji ber wê, ev êriş jî ne êrişine bi tena serê xwe ne. Plansaziyek mezin e. Dewleta dagirker, kî êrişî destkeftiyên kurdan bike, piştgiriya wan dike. Na bêje ew tererîst e. Armanc, tenê destkeftiyên kurdan e.”
 
 'HEBÛNA KURDAN ASTENGÎ YE JI BO TIRKIYEYÊ’    
 
Çîftyurek, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar jî û got: “Dewleta Tirkiyeyê statuya kurdan qet qebûl nake. Statuya kurdan ji xwe re wekî talûkeyekê dibîne. PYD’ê li Qibrisê ofis vekir, dewleta Tirkiyê bi tundî êriş bir ser rêvebiriya Qibrisê. Dibêje, 'kî piştgiriyê bide wan ê bedêleke giran bide.'  Hebûna kurdan û destkeftiyê kurdan, li Rojhilata Navîn ji bo dewleta dagirker astengiyek mezin in.”   
 
‘DAXWAZA REJÎMÊ BINKETINA HESEKÊ YE’   
 
Çîftyurek, anî ziman ku li Hesekê hêzên rejimê jî hene û rejîmê heta niha tu bertek nîşan nedane. Çîftyurek, destnîşan kir ku rejîm dixwaze Hesekê bibin bikeve. 
 
Çîftyurek, bilêv kir ku rejîm binketina Hesekê dixwaze û li dijî mafên kurdan hemû hêz tên cem hev û got: “Efrîn ji sedî 95 kurd bû, lê niha ev rêje daketiye ji sedî 20’î. Dewleta Şamê û Tirkiye ji ber vê ji bo Efrîn û Girêsipî piştgiriyê didin hev du. Tirkiye li dijî mafên kurdan bi rejîme re dişixule. Rejîm jî li dijî mafên kurdan bi Tirkiyê re dişixule. DAIŞ jî ji xeynî kurdan, li dijî destkeftiyên kurdan bi hemû hêzên dagirker û hêzên herêmê re dişixule.” 
 
‘DAIŞ TENÊ NE MESELEYA KURDAN E’
 
Çîftyurek, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rojavayê bi têkşikandina DAIŞ’ê re azadiya hemû mirovahiyê parastiye û got: "DAIŞ tenê ne meseleya kurdan e, meseleya hemû mirovahiyê ye. Madem DAIŞ li dijî demokrasî û azadiyê, li dijî gelan û bawermendan e, wê demê meseleya hemû kesî ye. Bi hezaran ciwan mirin di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji azadkirina Rojavayê û Rojhilata Navîn ji DAIŞ’ê paqij kirin. Pêwîst e îro piştgiriya Rojavayê bê kirin. Gelê Rojava ne têne ji bo azadîya xwe, ji bo demokrasiya hemû gelan şer kirin. Gerek banga wan cih bigire û li dijî êrişên DAIŞ’ê piştgiriya gelê Rojavayê bê kirin." 
 
YEKÎTÎ   
 
Çîftyurek di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku li Kerkûkê jî êrişên DAIŞ’ê didomin û ji bo vê îşaret bi yekîtiya neteweyî kir. Çîftyurek got: “Rojavayê Kurdistanê berxwedanek mezin da bi jin û xortên xwe ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn. Bedêlen giran da. Ew ê destkeftiyên xwe biparêzin, lê gerek em jî mil bidinê. DAIŞ li Kerkûkê jî êriş pêk anîn û ev demeke dirêj e didomîne. Armanc bêîstîkrarbûn e, armanc qelskirina bingeha xweseriya Rojavayê û Kurdistanê ye. Lewma divê her çar perçeyên Kurdistanê li dijî êrişan piştgiriya hev du bikin.”  
 

Sernavên din

25/01/2022
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e