Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû

  • rojane
  • 09:12 25 Çile 2022
  • |
img

RIHA - Rojnamevan Xezne Nebî ya li Kobanê berxwedana ku li dijî DAIŞ'ê 135 roja berdewam kir şopand anî ziman ku ya Kobanê rizgarkirî felsefeya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bû û wiha got: "Ciwanê ku ji çar parçe Kurdistanê hatin Kobanê bi baweriya wê îradeyê hatin cem hev û Kobanê rizgar kirin."

DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê milan ve êrişî, Kantona Kobanê kir. Kobanê piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pê kir, bi ragihandina rêveberiyên xweser ên li Cizîrê û Efrînê re jîn dabû Şoreşa Rojava. DAIŞ’ê xwest bi êrişên li ser Kobanê re Şoreşa Rojava têk bibe. Li hemberî vê yekê şoreşgerên enternasyonal jî di nav de bûn ji çar hêlên Kurdistanê û dinyayê însan herikîn ser sînor. Kesên li ser sînor ji mirovan zincîr avakirin, kesên li Kobanê li ber xwe didan silav kirin û berxwedan her roja ku diçû mezintir dibû. Dema berxwedana ser sînor berdewam dikir, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo piştevaniya gelê Kobanê gel rabû ser piya û deng û piştgirî da berxwedana Kobanê. 
 
 
BAJAR RIZGAR BÛ
 
Dema li bajêr şer diqewimî, ligel hemû êrişê leşker û polîsan ên li Pirsûsê, berxwedanên hatin dayîn ji Kobanê re bûn bêhn. Li Kobanêya bi hezaran keç û xort ketin bin axê, ligel derfetên kêm jî teslîmî tariyê nebû. Di encama berxwedana 134 rojan de ji DAIŞ’a saw xist nava hemû cîhanê re jî çok danenî û berxwedana serdemî bajêr di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê paqij kir û azadiya Kobanê ragihand. 
 
Kobanê ya ku mohra xwe li rojeva cîhanê da û dîrokek û berxwedanek bêhempa da nivîsandin û ji her bihostên cîhanê piştevanî hat dayîn, di heft salên derbasbûyî de bû mijarên gelek makale, nûçe, belgefîlm, çîrok û pirtûkan. Rojnamevan Xezne Nebî ya ku 134 rojan berxwedana bêhempa şopand, di salvegera rizgarkirina Kobanê'de êrişên ku li ser bajêr berdewam dike û jiyana nû li Kobanê hatiye afirandin ji bo ajansa me Mezopotamyayê (MA) nirxand. 
 
DEMA REJÎMA BASS 
 
Nebî bibîrxist ku zarokatiya wê li kuçe û cadeyên Kobanê derbas bûye, li wan kuçe û kolanan ku lîstik dilîst 134 rojan berxwedan şopandiye û wiha got: "Berî Şoreşa Rojava li Kobanê desthiladariya BASS'ê hebû. Taybetiyên Kobanê hebûn. Tevgerên kurd li Kobanê xwe rêxistin kiribûn. BASS axaftina kurdî qedexe kiribû, xwendevanek, xwendekarek qala hebûn û nebûna kurda dikirin dihatin girtin. Kurd dibêjin, 'Kuştina bi pambû heye' gelek cara kurd bi pambû ser jêr kirin. Sîyaseta BASS'ê li hemberî kurdê daxwaza mafê xwe dikin siyaseta serjêkirina pambû bû. Berî ku ti his bike ti dihatî kuştin. Di doza kurdewarî de ti dihatî kuştin."
 
ŞOREŞA ROJAVA
 
Nebî bal kişand ser pişti şoreşê tabloya dema rejîma BAAS'ê berovajî bûye û axaftina xwe berdewam kir: "Rejîma BAAS 3 sereke yê jiyanê xistibûn destê xwe; nan, kehreba (ceyran) û av. 19'ê Tîrmehê destpêka şoreşê ev ji destê desthilatdariyê hatin derxistin. Li pêşengiya ciwan û jinan jiyaneke nû hat afirandin. Bi pêşengiya felsefekî berî salên dirêj ku derbasî Kobanê bûbû dîsa geş bû. Şoreşê jî vê felsefe bêhn stand. Ev felsefeya birêz Ocalan bû. Guhartinêk hebû em li hemberî vê guhartinê şaş mabûn. Alozî li Surî mezin dibû lê li Kobanê şoreş derket pêş. Xeta 3'yemîn dihat nasîn. Ti kesî nedixwest vê xetê nas bike. Hewldana pambûyê ku serjê dikir êdî bi şoreşê re bû balîvê rehetiyê. Rejîma BAAS, dixwest bi pambû serjê bike, Rêveberiyea Xweser ew pambû kir bahlîv. Jiyaneke aram hat afirandin."
 
'KOBANÊ BAJAREKÎ STRATEJÎK BÛ' 
 
Nebî da zanîn ku Kobanê li herêmê bajarekî stratejîk e û got: "410 gundê Kobanê hene. Di heman demê de Kobanê, sînorên Surî û Tirkiyê dike bin kontrola xwe. Kobanê deriyeke ji bo Heleb û Reqqayê. Kobanê, ji bo Behra Spî deriyek e."
 
'ME ÊŞ Û BERXWEDAN DÎT' 
 
Nebî anî ziman ku dema DAIŞ nêzî bajêr bû şer derket holê û wiha got: "Rewşa Şengalê carek din derket holê. Gelek kes ji bajêr derketin. Qetlîam çêbûn. Mirovên ku carek nedihat xeyalê wan Kobanê terk bikin, Kobanê terk kirin. Însanên xizmeta axa xwe kirin, bêpêlav ji bajêr derketin. Me ev êş dîtin. Me ev êş, girî bi kamerayann qeyd kirin. Peyv ne bes in ji bo êşê. Lê li hemberî vê êşê me berxwedan jî qeyd kir. Cara yekemîn şerek wisa hebû li Kobanê lê li hemberî wê cara yekem berxwedan jî di hat kirin. Dayîkan zarokên xwe bi destê xwe kirin şervan û rêkirin şer. Dayîkan zarokên xwe bi destê xwe spartin axê. Li Kobanê şerê hebûn û nebûnê hat kirin. Ti carî li Kobanê hêvî nehatin şikestin. Di nûçeyên me de her dem berxwedan hebû. Heya dawiyê Kobanê neket."
 
'XWÎNA KURDAN LI SER AXA KOBANÊ RIJIYA'
 
Nebî li ser berxwedana hat dayîn sekinî û wiha domand: "Cîhanê Berxwedan Kobanê bihîst. Mecbûr man mudaxile bikin. Zarokên gelê kurd DAIŞ'ê hem li Mûsilê hem jî li Sûriyê dan rawestandin. Kobanê ne bi tenê nema, ji çar parçeyan ciwan hatin Kobanê. Bû malê cîhanê lê berî wê jî malê Kurdistanê ye. Xwîna ciwanên ji 4 parçeyên Kurdistanê li Kobanê tevlîhev bûye. Gelek ciwan şehîd bûn. Ji bo me ya herî xemgîn nûçeyê şehîdbûna şervanan bû. Ji bo rizgarkirîna Kobanê rol û mîsyona çapemeniyê hindik be jî lê gelek girîng bû. Li Kobanê jin jî bi rolek mezin rabûn. Li Kobanê fermandarên şer jin bûn. Jinên extiyar jî çek kiribûn destê xwe û şer dikirin. Jin lingên sereke yên berxwedanê bûn. YPJ cara yekemîn li ber terora mîna DAIŞ'ê sekinî. Hemû cîhan ji DAIŞ'ê ditirsiya lê jinên kurd di refên pêş ên berxwedanê de cih girtin û vê tors û xofê belav kirin." 
 
'BAWERÎ Û ÎRADE...' 
 
Nebî destnîşan kir ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir ku Kobanê rizgar bibe û wiha axivî: "Kobanê bajarê cara yekemîn e ku birêz Ocalan derbas bûbû wir û di ser wir de jî li derbasî Sûriyê bûye. Biryara serkeftinê bi vê felsefe dest pê kir. Îrade û baweriyek heta serkeftinê li ber xwe da. Vîna felsefeya birêz Ocalan bû. Keç û xortên ji 4 parçeyên Kurdistanê hatin Kobanê ji ya xwe de neketin. Banga birêz Ocalan a ji bo xwedî derketina Kobanê bû sedemê rizgariya Kobanê. Kobanê biçûk bû lê dilê wê mezin bû. Ev gotin ya fermandarê tevgera azadiyê bû. Ev gotin ji mefteya rizgarkirîbû. Dema gel vê gotinê dibihîst bi moral dibû." 
 
'KOBANÊ RIZGAR BÛ LÊ ÊRIŞ BERDEWAM DIKIN' 
 
Nebî bal kişand ser salvegera 7'emîn a rizgarkirina Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di erefeya salvegera 7'an de îro jî êriş berdewam dikin. 20'ê Çile DAIŞ'ê êrişî Hesekê kir. Di salvegera dagirkirina Efrînê de êrişan dest pê kir. Salvegera rizgarkirina Kobanê nêz dibe êriş û bûyer zêde dibin. Hesreta Erdogan û tirkan ew bû bikevin Kobanê. Ev hesret hêjî berdewam dike. Ji destê wan were wê Kobanê rojana dagir bikin. 7 sal berê Kobanê rizgar bû lê şer 7 sal in berdewam dike. Li dijî kesayetan sûîkast çêdibin. Gelek kes şehîd xistin. Cihê ku ti dixwaze her roj xira bikî lê li ber çavê te şîn dibe. Vê qebûl nakin. Tirk li herêmê gelek êrîş dikin. Şerê leşkerî, derûnî, sûîkastan û taybet meşandin û dimeşînin lê encam negirtin û wê negirin. Niha di destê wan da tenê girtîgehên ku çeteyên DAIŞ'ê tên girtin mane. Lê dîsa nikarin encamê bigirin." 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

25/01/2022
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e