Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir

  • rojane
  • 17:58 26 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed ku piştî bi temamî kontrolkirina Girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da, ragiahnd ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirên wê têk birine û girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi temamî kontrol kirine. 

 
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku operasyona li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku DAIŞ'iyan êriş biribûn ser wê û hewl dabûn ên di girtîgehê de birevin, bi awayekî serketî bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed axivî û diyar kir ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirê wê têk biriye.
 
Newroz Ehmed hurguleyên êrişê û operasyona li dijî êrişê bi raya giştî re parve kirin. 
 
Ehmed di daxuyaniyê de ev tişt gotin: "Şaneyên DAIŞ'ê bi erebeyeke bomebebarkirî êriş dan destpêkirin. Hin ji wan derbasî girtîgehê bûn. Li gorî planên wan; wê destek ji derve wergirtina, lê hêzên me bi lez mudaxele kirin, girtîgeh û derdora wê dorpêç kirin û plana wan têk birin. Dorpêçkirin gava yekemîn a bersivandina êrişê bû û me gav bi gav dorpêç li şaneyan teng kir. Di hundirê girtîgehê de bi hêzên me re ketin nav şer, lê hatin têkbirin, yên ku şer nekirin xwe teslîm kirin û ji bo navendên din hatin veguhastin. Ji bo girtiyên din niha navendên din tên amadekirin."
 
Newroz Ehmed destnîşan kir ku ev êriş di dema salvegera ragihandina dîroka Rêveberiya Xweser û êrişên li ser Efrînê de pêk hatine û got: "Em hemû dizanin ku ev dîrok ne tesaduf bû, em dizanîn ku ev êriş bi planeke derve, di serî de bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat."
 
Newroz Ehmed eşkere kir ku 10 hezar şervan beşdarî vê pêngavê bûne û şêniyên taxên Xiwêran û Zihûrê jî destek dane hêzên wan.
 
Ehmed got: "Şerên dijwar hebûn, lê hêzên me bi baldarî û hişyarî tevdigeriyan, da ku tu ziyan negihêje sivîlan ku şaneyan di êrişên xwe de wan wekî mertalên zindî bi kar dianîn."
 
Ehmed, spasiya şêniyên her du taxan û şêniyên bajêr û Hêzên Parastina Civakî kir ku destek dane hêzên wan.
 
Ehmed, têkildarî hejmara kuştiyên DAIŞ'ê de jî ev agahî parve kirin: "Hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ'ê yên êriş kirin hatin kuştin, lê heta niha me hejmara dawî negirtiye, di demên pêş de em ê hejmarê eşkere bikin."
 
Newroz Ehmed, diyar kir ku plana DAIŞ'ê planek mezin bûye û xwestine li gelekên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Reqa, Dêrazorê û Holê jî di nav de tevliheviyê derxînin. Her wiha Ehmed, detsnîşan kir ku operasyonên lêgerînê yên li herêmên din berdewam in û heta ku dawî li şaneyên din ên DAIŞ'ê were dê operasyonên wan bidomin.
 
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Hejmareke mezin a çeteyên girtî di girtîgehên hêzên me de ne. Bidawîkirina xeteriya wan ne berpirsyariya hêzên me û gelê herêmê tenê ye, berpirsyariya civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî ye jî û divê ev berpirsyarî pêk bê." 

Sernavên din

27/01/2022
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da
16:42 Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê
16:37 Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû
16:17 Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin
16:10 Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû
16:09 DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye
16:09 Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin
15:49 Li Êlihê di salekê de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne
15:47 Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû
15:37 Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr kir
15:37 Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin
15:30 ‘Gelo qet wîjdana we tune ye?’
14:50 Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû
14:48 Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne
14:47 Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan nobedê digire
14:24 Gergerlîoglu: Li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li hin kesan hat kirin
13:51 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:41 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin
13:41 Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin
13:39 Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin
13:26 ‘Naxwazin piştperdeya bûyera Dîrîlan bê zelalkirin’
13:14 HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir
13:13 Li Girtîgeha Qeyseriyê angaşta îşkenceyê
12:52 Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî?
12:33 Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
12:33 Sakik: Xwediyên sozan divê peymana civakî îmze bikin
12:00 Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar
11:43 Li Mêrsînê polîsan tevî esnafan li karkerên Kurd xistin
11:10 Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn
11:06 14 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
10:35 Salih Muslim: Plana Hesekê jî mîna plana Kobanê vala hat derxistin
10:25 Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide
10:22 Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne
10:13 Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin
10:03 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin