Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin

img

AMED/WAN - Malbatên girtiyan ku li Baroya Amed û Baroya Wanê Nobeta Edaletê digirin û ev bang kirin: "Hiqûqa xwe pêk bînin."

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabû destpêkirin, di roja 80'yî de berdewam dike. Endamên Konfederasyona Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê (KESK) ku ji Rihayê hatibûn serdana nobedê piştevaniya malbatan kirin. 
 
'HIQÛQA XWE PÊK BÎNIN'
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Salîh Karataş, di serdanê de axivî û wiha got: "Ji roja ku têkoşînê dest pê kiriye ve girtîgehan her rê û rêbaz nîşan dane. Ji ber wê divê em bibin dengê girtiyan. Em li cem malbatan e. Zextên li girtîgehan li derve jî bi awayekî didomin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Sînoreke ehleqî û hiqûqî ji vê re tune ye. 
 
Ji malbatên girtiyên Hazal Kaya jî da zanîn ku ew ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin çalakiya xwe didomînin û ev tişt anîn ziman: "Em ji bo edalet û aştiyê li vir in. Ji roja ku em li vir rûniştî ne ve 9 cenaze ji girtîgehan derketin. Em êdî vê deyax nakiin. Bila zarokên me bên berdan. Em dixwazin wan bibînin û hembiz bikin."
 
Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî, bi lêv kir ku li dijî mirina girtiyan a li girtîgehan e û wiha got: "Bila dengê me bibihîzin û xwe bikin şûna me. Heta ku em encam bigirin, em ê li vir bin û li pişt zarokên xwe ne. Bila hiqûqa pêk bînin. 
 
WAN 
 
Li Wanê jî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê di roja 55’emîn de berdewam kir. Îro endamên Platforma Jinan a Wanê û Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn serdana malbatan kirin. Dîba Keskîn di serdanê de axivî û diyar kir ku daxwazên malbatan daxwazên mafdar in û got: “Bi salan e li ser girtiyan bêhiqûqiyek heye. Girtîgehên Tirkiyê veguherîne cihên mirinê. Bi hezaran girtî nexweş in. Em piştevaniya çalakiya malbatan dikin. Em bejna xwe li ber têkoşîna malbatan ditewînin.” 
 
‘ÎŞKENCE PÊK TÊ’ 
 
Sekretera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Nûnertiya Wanê Sevîm Çîçek jî li ser navê Platforma Jinan a Wanê axivî û destnîşan kir ku daxwaza malbatan daxwaza wan e jî û got: “Heke ku îro malbat di nobedê de bin ev jî şerma Tirkiyê ye. Li girtîgehan îşkence li girtiyan tê kirin û ev nayê qebûlkirin. Her roj girtî dimirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane tavilê werin berdan.” 
 
‘HÊZA WE HEYE’ 
 
Endama Komeleya Jinan STAR’ê Rojbîn Bor jî axivî û got: “Em bi hêza malbatên xwe bawer in. Dewlet jî di ferqa hêza we de ye. Bi salan em şahidiya hêz û vîna we dikin. Em bi malbatên xwe serbilind in. Em ê heta dawiyê piştevaniya web ikin.” 
 
‘EM MAFDAR IN’ 
 
Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan jî destnîşan kir ku daxwazên wan daxwazên mafdar in û ew ji kesî natirsin û wê heta dawiyê têkoşîna xe bidomînin. 
 
 

Sernavên din

04/02/2022
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê