Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan

img

AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr ku têkildarî biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê ya derbarê 40 HDP'iyên destnedayîna wan hatibû betalkirin de axivî, destnîşan kir ku divê darizandin bê sekinandin û siyasetmedarên girtî bên berdan. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî betakirina destnedayîna 40 HDP'iyan û darizandina wan de biryara "binpêkirina azadiya fikr û ramanê" da. Her wiha DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku divê serê siyasetmedarekî 5 hezar eûro tazmînat jî bê dayîn. 
 
DMME'yê ev biryar Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ji bo 40 HDP'iyan da. 
 
Piştî vê Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest demildest biryara DMME'yê pêk bê û siyasetmedarên girtî bên berdan. Her wiha parêzer jî piştî biryarê dest bi amadekariyên serlêdanê kirin. 
 
REWŞA 15 PARLEMENTERÊN DIN
 
Wê demê piştî guherandina qanûna bingehîn ji 59 parlementerên HDP'î, destnedayîna 55 parlementeran hatibû betalkirin. Piştî biryara DMME'yê ya têkildarî 40 parlementeran de, vê carê pirsa "Çima ji bo 15 parlementerên din serlêdan nehatiye kirin?" xwe da der. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede têkildarî vê pirsê daxuyanî dabû. Dede, diyar kiribû ku ji ber ku ev doz şopandineke cidî divên, wê çaxê biryar hatiye dayîn ku parêzerên taybet ên hevalên parlementer dozên muwekîlên xwe bişopînin. Dede, diyar kiribû ku komîsyona wan a hiqûqê li gor dîtinên hiqûqnasên pispor mînaka serlêdanê amade kirine û di vî warî de çi piştgirî hewce bûye dane parêzeran, lê belê di warê serlêdanan de endamên komîsyonê rasterast ne şopdar bûne. 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr ku parêzerê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û parlementerên berê Ahmet Yildirim û Nadîr Yildirim e, biryara DMME'yê nirxand. 
 
'TAHLİYE EDİLMELİLER'
 
Parêzer Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî biryara DMME'yê demildest divê darizandina parlementeran bê sekinandin, biryara berdanê bê dayîn û darizandin bi beraetê bi dawî bibin. 
 
Ozdemîr, bilêv kir ku li gel vê guherandina qanûna bingehîn a têkildarî betalkirina destnedayînê jî divê di çarçoveya ku zirarek çawa daye pergala hiqûqê ya welêt û jiyana siyasî ya demokratîk de bê nirxandin. 
 
Ozdemîr got: "Piştî biryara DMME'yê, ji bo careke din pêvajoyeke wiha rû nede, divê di warê guherandina qanûna bingehîn û pêkanînên îdarî û edlî de tevdîr bên girtin." 
 
WÊ TIRKIYE GAV BAVÊJE YAN NA?
 
Gavên divê bên avêtin ev in, lê pirsa ku herî zêde bersiva wê tê meraq kirin jî ev e: Gelo dê Tirkiye wekî biryara derbarê Demîrtaş û Osman Kavala de li ber vê biryara binpêkirinê jî rabe yan na?
 
Ozdemîr ji bo vê pirsê ev tişt gotin: "Ji hêla pergala darazê ya Tirkiyeyê ve nepêkanîna biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de, wisa nîşan dide ku dê xwe pir nede ber pêkanîna vê biryarê jî. Wer xuya ye DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî hay ji vê hene. Haya me jî ji vê heye. Lê di vî warî de, di çarçoveya hiqûqa navxweyî de çi hewce be em ê bikin, em ê serlêdanên xwe bikin. Ger wekî biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de liv û tevgerek hebe û neyê pêkanîn, em ê pêvajoya li Komîteya Wezîran bi awayekî çalak bi rê ve bibin." 
 
MA / Omer Çelîk - Ceylan Şahîn

Sernavên din

04/02/2022
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê