Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin

  • rojane
  • 09:49 18 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Nûçegihana me Zeynep Dûrgût ku bi hêceta parvekirinên medya dîjîtal û “şahidê nepen” hatibû binçavkirin û duh hat berdan wiha got: “Me bi vê binçavkirinê careke din dît ku hin kes çawa bi nûçeyên rast ên em çêdikin aciz dibin.”

Polîsan di 14’ê Sibatê de bi ser mala nûçegihana me Zeynep Dûrgût a li navçeya Cizîra Şirnexê de girtin. Dûrgût a desten wê bi pişt ve hatibû kelemçekirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku bi hêcetên parvekirinên medya dîjîtal û “şahidên nepen” dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin. Ji bo dosya lêpirsînê biryara nepen hat dayîn. Rojnamevan Dûrgût 4 rojan li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê hat ragirtin. Dûrgût a duh sewqî Edliyeya Şirnexê hatibû kirin, piştî îfadeya dozgeriyê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
‘MIN BI XWE VÊ CARÊ BÊHIQÛQÎ JIYA’
 
Dûrgût a li Şirnexê rojnamevaniyê dike 3 caran hatibû binçavkirin û derbarê wê de 4 lêpirsînên cuda hatibûn vekirin. Dûrgût, diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê ya di 14’ê Sibatê de destên wê bi pişt ve kelemçekirine, birine li maşîneya zirxî siwarkirine û da zanîn ku di nava maşîneyê de demekî dirêj bi awayekî ters kelemçekirî hatiye rawestandin. Dûrgût, bi lêv kir ku ji tundiya serdegirtina mala xwe re ne biyanî ye û wiha got: “Ez her roj serdegirtinên polîsan ên li ser malên gel dikim nûçe. Ji mirovan bêhiqûqiyên di dema serdegirtinan de jiyane dibîhizim û dîmenên wan dikişînim. Vê carê min bi xwe bêhiqûqiyên ku min dikirin nûçe jiya.” 
 
‘ÇIMA TU VAN NÛÇEYAN ÇÊDIKÎ?’
 
Dûrgût, a bi lêv kir ku herkes şahidê nûçegihaniya wê ye, wiha axivî: “Di bin çavan de ne weke rojnamevanekê weke ‘endameke rêxistinê’ mûamele li min kirin. Ez çar rojan di bin çavan de mam, di vê pêvajoyê de xwestin ajansa ez tê de dixebitim îllegalîze bikin. Nûçeyên ku em çêdikin weke nûçeyên ku li dijî hiqûqê bin wergirtin dest. Ji min pirsa çima ez ne nûçeyên magazînê an jî nûçeyên rûpelên sêyan çênakim nûçeyên civakî çêdikim pirsîn. Rojnamevan wê bi xwe biryar bide ka dê kîjan nûçeyê çêbike. Tu kes nikare ji rojanamevan re bêje nûçeyên bi vî awayî çêbike.”
 
‘ACIZ DIBIN’
 
Dûrgût, anî ziman ku weke rojnamevanek her roj di qadê de ye û wiha berdewam kir: “Berî ku min binçav bikin dikarîn li min bigerin û gazî îfadeyê bikin. Ez karekî veşartî nakim. Ji ber vê yekê xwestin bi vê binçavkirinê karê min asteng bikin. Li herêma Şirnexê gelek binpêkirinên mafan diqewimin. Weke rojnamevanek nikarim bi awayekî azad karê xwe bikim. Li dijî me gelek astengkirin hene. Lê tevî van zext û astengiyan em karê xwe didomînin. Em diziyê, tundiyê nakin û kesê nakujin. Armanca me ewe ku bibin dengê gel. Me bi vê binçavkirinê careke din dît ku hin kes çawa bi nûçeyên rast ên em çêdikin aciz dibin.”
 
‘EZ Ê NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNIM’
 
Dûrgût, destnîşan kir ku hem nûçeyên jinan hem jî nûçeyên civakî çêdike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em niha lê dinêrin herî zêde li Tirkiyeyê tundî li jinan tê kirin. Ez jî li vir dixwazin bibim dengê jin û zarokên tên îstîsmarkirin. Ji vir û şunde çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez ê nûçeya her tiştê ku dibînim û dibim şahid çêbikim. Em ê tu car ji nivîsa rastiyan tawîz nedin.” 
 
‘ALIKARIYA FÎZÎKÎ JÎ GIRÎNG E’
 
Dûrgût, spasiyên xwe pêşkeşî kesên ji ber binçavkirinê bi wê re di nava piştevaniyê de bûn kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema rojnamevanek tê binçavkirin, pêwîste ji her alî ve xwedî lê bê derketin. Qasî ku li ser medya dîjîtal lê xwedî lê tê derketin divê bi awayekî fîzîkî jî xwedî lê bê derketin. Bi dehan hevalên me yên rojnamevan îro li girtîgehê tên ragirtin. Bi taybetî xwedî derketina bi awayekî fîzîkî girîng e.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

21/02/2022
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya
13:21 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir
13:04 Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin
12:11 ‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’
11:45 Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin
11:02 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me ya edaletê ya bûy hêviya civakê
10:52 Bi kûçikan îşkence kir, bi Soylu jî xwe parast
09:59 Adil Qazî: Kurdan bi berxwedanê xwe parast
09:14 Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
09:12 Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
09:10 ‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'
09:08 Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir
09:06 'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye'
09:04 'Çima tu bi dayika xwe re bi kurdî diaxivî?'
09:02 Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN
19/02/2022
23:13 Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin
17:07 Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin