AMED - Li Amedê 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu, Fermandar Kardaş, Yûsûf Demîr Polat û Celal Ozer duh li Amedê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û hat zanîn ku ciwan birine midûriyeta emniyetê ya bajar.