Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin

  • rojane
  • 15:04 20 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Parêzer Nuray Ozdogan di danişîna Doza Mûsa Anter de ku dê di meha îlona îsal de bi demborînê re rûbirû bimîne axivî û diyar kir ku divê ji bo îfadeya bersûc Abdulkadîr Aydan were girtin zêde neyê sekinandin û got: “Sûc sabî in. Divê gavek beriya gavê bersûc werin cezakirin.” 
 
Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’yan de li semta Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin. Danişîna doza derbarê kuştina Apê Mûsa de li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 6’emîn hat lidarxistin. 
 
Doza Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û doza Ayten Ozturk a di sala 1993’yan de ji aliyê Mahmut Yildirim ê bi nasnaf “Yeşîl” ve hatibû kuştin kirin yek. Doza Anter bi demborînê re rûbirû maye û ji demborînê re 3 meh maye. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û gelek parêzer û kes tev li danişînê bûn. 
 
Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Di danişînê de hat diyarkirin ku têkildarî mirina bersûc Cemîl Işik ê Elmanyayê ku derbarê wî de polîsan ji Wezareta Dadê agahî temin kiriye, lê bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn. 
 
XWESTIN BEŞDARÎ DOZÊ BIBIN
 
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di danişînê de axivî û daxwaz kir ku ÎHD beşdarî dozê bê kirin. Parêzer Alîşan Şahîn jî li ser navê OHD’ê axivî û xwest ew jî wek OHD’ê beşdarî danişînê bibin. 
 
‘LI SER DAXWAZA ERDOGAN PAŞVE ANÎNA AYGAN TÊ XWESTIN’
 
Lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter jî axivî û got: “Bi salan e îfadeya Abdulkadîr Aydan nehatiye girtin. Lê niha bi fermana Erdogan tê xwestin ku Aydan ji Swêdê bînin Tirkiyeyê. Ev rewşekî bi nakokî ye. Xwezî heta niha îfadeya wî bihata girtin.” 
 
DAXWAZA CIHÊKIRINA DOSYEYÊ 
 
Ji parêzerên dozê Nuray Ozdogan jî bal kişand ser rîska demborîna dozê û got: “Di mijara demborîna ceza de hûn biryarekê bidin, em beyanên xwe dubare dikin. Bi qestî tê xwestin ku doz bi demborînê re rûbirû bimîne. Em dibêjin ku divê demborîn nebe mijara nîqaşê jî. Em li bendê ne ku dadgeha we şertên civakîbûna vê cînayetê binirxîne û bigihîne encamekê. Em dixwazin div ê dosyeyê de xala 72’emîn a TCK’ê were sepandin. Di vê astê de 30 sal in em li benda girtina bersûcan in. Em daxwaza xwe ya cihêkirna dosyeyê dubare dikin. Heke hûn daxwaza me red bikin, divê li benda îfadeya Aygan jî neyê rawestandin. Jixwe sûc sabît in. Em dixwazin gavek beriya gavekê bersûc werin cezakirin.” 
 
DAXWAZA BEŞDARIYÊ HAT REDKIRIN 
 
Parêzerên bersûcan xwest daxwaza beşdariya parêzer û saziyan bê redkirin. Dozger têkildarî daxwazan mutalaya xwe da û daxwaza beşdariya ÎHD û OHD’ê ya dozê bi hêceta “rasterast ji sûc xesarê nedîtine” red kir. 
 
Dadgehê jî biryara xwe ya navberê eşkere kir û daxwaza beşdariya dozê ya ÎHD û OHD’ê bi heman hêcetê red kir. Daxwaza ku şertê kontrola edlî ya bersûc Hamît Yildirim were rakirin hat redkirin. 
 
Serokê dadgehê daxwaza dosye were veqetandin jî red kir û danişînê taloqî 15’ê îlonê kir. 
 
 

Sernavên din

23/06/2022
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN