DÊRSIM - Danişîna doza 49 kesên ji ber tevlibûna merasîma cenazeyê Aysel Doganê dihatin darizandin, hat taloqkirin.
Siyasetmeda Kurd Aysel Dogan di 11’ê Gulana 2022’yan de li Almanyayê wefat kir û di 14’ê Gulanê de li Dêrsimê hatibû definkirin. Danişîna 49 kesên ku ji ber beşdarbûna merasîma cenazeyê Aysel Doganê bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan" tên darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Dêrsimê hat lidarxistin.
Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl, Hevserokê DEM Partî yê Bajarê Dêrsimê Ozcan Ateş, Hevserokê HDP ê Bajarê Dêrsimê ê berê Îbrahîm Kasûn û Nûnerê SMF’ê Mûstafa Aytaç ku beşdarî merasîma cenazeyê bûbûn, di danişînê de gotin ku beşdariya merasîma cenazeyê ne sûc e û daxwaza beraeta xwe kirin.
Parêzer Erdal Enwer Şîmşek jî diyar kir ku muwekîlên wan sûc nekirine û daxwaza beraetê kir.
Şandeya dadgehê danişîn taloqî 17’ê Cotmehê kir.