Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye

  • rojane
  • 15:06 23 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, girtina rojnamevanan weke “doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye” penase kir û wiha got: “Weke kesên ku ne alîgirên desthilatê ne û herkesên li pey heqîqetê dibeze bûn hedef.”
 
Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), rapora bi serenavê “Rojnamevanî Dîsa Mijara Sûc e” ku têkildarî girtina Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî di nav de 16 rojnamevanan amade kir, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, parêzerê rojnamevanên hatin girtin Resûl Temûr û Endamê Lijneya Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr tev li civîna çapemeniyê bûn. 
 
ŞIK: DOZA HERÎ MEZIN A DI SALÊN DAWÎ DE YE
 
Parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, qala rapora têkildarî girtina rojnamevanan amade kirin kir û wiha got: “Hinceta girtina hevalên me diyar e. Weke kesên ku ne alîgirên desthilatê ne û herkesên li pey heqîqetê dibezin bûn hedef. Tirkiye elimiye vê. Hevalên li herêmê di çapemeniya kurd de dixebitin zêdetir şahidê vê yekê ne. Di doza ku em weke zexta li ser rojnamevaniyê ya herî mezin dibînin de gelek hevalên me hatin girtin. Ez ne li bendê me ku di demekî kurt de ji vê darizandinê encamek derkeve.”
 
‘ROJNAMEVAN MAFDAR IN Û BÊSÛC IN’
 
Şik, destnîşan kir ku Tirkiye ne dewleteke qanûnê ye jî û wiha berdewam kir: “Dema hûn kurd bin û muxalif bin hûn ê zêdetir bibin hedef. Ez dixwazim ji vir rexneyekê li xebatkarên çapemeniya neteweyî bikim, ji bo nûçeyê nebe jî qet nebe divê ji bo piştevaniyê li vir bûna. Ez têkildarî mafdarî û bêsûciya hevalên me ne bifikarim.”
 
‘HESAB WÊ JI DOZGERAN WERE PIRSÎN’
 
Şik, bal kişand ku rojnamevan bi beyanên şahidên nepen û îdiayên şênber hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min xwest têkildarî girtina rojnamevanan bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê bikim lê dozger bi hincetên cuda hevdîtin qebûl nekir. Bi hişmendiyeke mirovên li hemberî xwe bike dijmin evraqa lêpirsînê hatiye îmzekirin. Ez ji vir dibêjim ku wê hesaba vê ji wan dozgeran were pirsîn.”
 
KARÊ ROJNAMEVANAN JI WAN HATE PIRSÎN
 
Parêzer Resûl Temûr jî spasiyên xwe pêşkeşî kesên piştevaniya rojnamevanan kirin, kir û têkildarî pêvajoya binçavkirin û îfadeyan wiha got: “Rojnamevanên piştî 8 rojan di bin çavan de man û derxistin edliyeyê, negirtin edliyeyê. Di otobusa binçavkirinê de sekinîn. Ev qedexe yek ji teknîkên lêpirsînên qedexe ne. Miduriyeta polîsan û dozgeriyê hewldan heta ku danişîn bi dawî bibe rojnamevan di otobusê de bisekinin. Di encama îtîrazên me de ev hate astengkirin. Pirsên ne di çarçoveya lêpirsînê de ji rojnamevanan hatin pirsîn û di girtekan de ne parastinên rojnamevanan, zimanê dozger cih girt. Me îtîrazî vê rewşê kir. Ev jî rewşeke ku were seqetkirin e. Ji temamê rojnamevanan ‘nûçeyên ku dema xebatên rojnamegeriyê de çêkirine, bernameyên tev li bûne, zimanê di bernameyan de bikaranîne û tarzê weşane’ hatin pirsîn.”
 
‘DI DANIŞÎNA EWIL DE WÊ VALA DERKEVIN’
 
Temûr, bi lêv kir ku pirsên ji rojnamevanan hatine pirsîn pirsên azadiya çapemeniyê eleqedar dikin in û wiha berdewam kir: “Lê pirsên ji rojnamevanan hatin pirsîn û wêneyên nîşanî wan dan, nîşanî parêzeran nedan. Ji hemû rojnamevanan daxwazên girtinê yên ji 6 rûpelan pêk tên hatin pêşkeşkirin.”
 
 ‘HELWESTA DADGER LI GORÎ BERSIVÊ HATE GUHERTIN’
 
Temûr, da zanîn ku dema ji bo îfade girtinê çûn dadgehê, dadger têkildarî naveroka weşanê û polîtîkaya weşanê pirs ji rojnamevanan kirin, helwesta xwe û zimanê xwe li gorî bersivên rojnamevanan guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ev îfade sibê ji me re hatin dadgehên cezayên giran wê biryarên ku şahidên vekirî û nepen derveyî dosyayê ne û ev nikarin bên guhdarkirin bidin. Em bawer dikin ku wê di danişîna ewil de sedemê girtinê vala were derxistin.”
 
‘LÊPIRSÎN SIYASÎ YE’
 
Temûr, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di dema cih guhertina dozgera lêpirsînê de derket holê ku dozger ne ya Amedê ye ya Bismilê ye. Ev dozger bi rayeyên derbasdar hate vê derê? Em nizanin. Em dizanin ku dozgerek ji bo peywîreke derbasdar an jî bi daxwaza xwe ji bo peywîreke derbasdar an jî ji bo peywîreke hewce an jî lêpirsîneke dîsîplînê hebe dikare li cihekî din were peywîrdar kirin. Ji ber vê yekê em nizanin dozger bi kîjan hincetê tev li lêpirsînê bûye. Ev rewş dide bi awayekî zelal dide nişan dan ku lêpirsîn ne hiqûqî ye siyasî ye. Em ê pêşkeşkirina hemû piştevaniyên hiqûqî berdewam bikin. Em bawer dikin ku wê hevalên me di demekî nêzîk de werin berdan.”
 
DESTNÎŞANKIRINA PIŞTEVANIYÊ 
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî diyar kir ku AKP’ê di desthilata xwe ya 20 salan de azadiya îfade û çapemeniyê ji holê rakir û girîngiya piştevaniyê destnîşan kir. Muftuoglû têkildarî “Qanûna Dezenformasyonê” ku dê bînin Lijneya Giştî ya Meclîsê wiha axivî: “Pêdivî heye ku ji bo 16 hevalên xwe yên rojnamevan ên hatin girtin û têkildarî qanûna di rojên pêşiya me de were Meclîsê bi hev re têbikoşin. Heke em ê bi tabloyeke weke di karîkaturan de devê herkesê bi fermûarê tê girêdan re rûbirû bimînin. Em bawer dikin ku wê encax bi azadiya çapemeniyê û îfadeyê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê were vekirin. Peywîra herkesê ye ku heta danişîna ewil vê rojevê bidomînin.”
 
 
 
 

Sernavên din

26/06/2022
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'