Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe

  • rojane
  • 16:40 20 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bertek nîşanî êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî HPG’ê dan, bêdengiya li dijî êrişan rexne kirin û wiha gotin: “Em ê tucar musade nekin ku sûcê mirovahiyê bê kirin.” 
 
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi banga Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê hatin gel hev êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bikaranîn şermezar kirin. Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Mêrdînê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê û bi sedan kes li ber Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê kom bûn. Girseyê pankarta ku li ser “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî vekirin. 
 
LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWÎ YE
 
Parêzer Azad Bayram ê li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir ku desthilat her roj her roj yeka nû li binpêkirina mafan zêde dike û got: “Eşkere ye ku hikumeta ku kaosê derdixîne, li hemû welêt bi taybetî li girtîgehan di nava şert û mercên tecrîdê de hikum dike. Van bêhiqûqiyan sînorên welêt derbas kirine û di dîmenên dawî yên hatine weşandin de jî delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa navneteweyî derketine holê. Bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcekî şer tê pênasekirin ku bi peymanên navneteweyî tê qedexekirin û şermezarkirin.”
Bayram bi bîr xist ku Tirkiye yek ji aliyên Peymana Çekên Kîmyewî ye ku hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û armanc dike ku wan kontrol bike û anî ziman ku tevî vê yekê jî Tirkiye bi taybetî di êrîşên ji sala 2021'an û vir ve li dijî xaka Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin de li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya ye.
 
‘DIVÊ BÊDENGÎ BI DAWÎ BIBE’
 
Bayram da xuyakirin ku di dîmenên hatine weşandin de diyar dibe ku Tirkiye ji Nîsana 2021'an û vir ve bi rengekî sîstematîk çekên kîmyewî yên weke gaza kîmyewî, nukleerên taktîkî, bombeyên termobarîk û gaza hardal bi kar tîne û diyar kir ku di lêkolînên hatine kirin de hatiye tespîtkirin ku çekên kîmyewî di mehên borî de li herêmê jî hatine bikaranîn. Bayram, anî ziman ku dîmenên êrîşa kîmyewî ya 17 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, asta texrîbata erdnîgarî ya li herêmê radixe pêş çavan û wiha berdewam kir: “Çekên kîmyewî ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê ne, di heman demê de zindiyên li xwezayê dijîn û ekosîstema xwezayê tune dikin. Tevî vê yekê jî partiyên li Peymana Cenevreyê ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, bêdeng dimînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev bêdengî binpêkirina mafên mirovan e û em dixwazin ev bêdengî di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”
 
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIRIN
 
Bayram, qala çalakiya Nobeta Edaletê ya Xoşnav Ata ku du biraziyên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de winda kirin 80 roj in li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) didomîne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li raya giştî ya cîhanê û bi taybet NY'yê dikin ku li dijî van sûcên dijmirovahî pêwîstiyên Peymana Cenevreyê bi cih bînin. Dîsa em li bendê ne ku OPCW tavilê heyetekê bişîne herêmê ku lêkolînên pêwîst bike û tavilê gavên ku nîşan dide ne alîgirê sûcê li dijî mirovahiyê ye, biavêje. Em weke rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan; em ê tu carî destûrê nedin ku sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Hêrsa dayikan wê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

25/10/2022
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket