‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'

  • rojane
  • 10:31 29 Cotmeh 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Civaknas Çîgdem Başak bal kişand ser konsera ku dê bi sponsoriya qeyûmê Cizîrê bê lidarxistin û wiha got: “Ger rabin li ser cenazeyê zarokên gel şahiyê li dar bixin, dê tu carî nikaribin aştiya civakî pêk bînin." 

 
Dê di 30'yê Cotmehê de bi sponsoriya qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi navê "Mîhrîcana Muzîkê ya Cîzrê ya By Mr. Dosso Dossî" bê lidarxistin. Bi nêzîbûna roja "mîhrîcanê" re qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi sifetê qeymeqamtiyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê jî di nav de saziyên fermî hemûyan seferber kiriye.
 
Li gel vê bertekên li dijî vê mîrhîcana ku bi milyonan TL pere ji bo wê hatine xerckirin didomin. Civaknas Çîgdem Başak ku têkildarî mîhrîcanê de axivî destnîşan kir ku ev mîhrîcan dê birînên gel kûrtir bike.
 
TRAVMAYEKE NÛ
 
Başak anî ziman ku di salên 90'î de li ser koçberiya bi darê zorê xebitiye û wiha got: "Di xebatên xwe yên wê demê de min bi awayekî eşkere ew ferzkirina bi darê zorê dît. Wekî hûn dizanin li hemberî kesên li ber xwe didan û piştî demekê berê xwe dane çiyê û li ber hin tiştan rabûne pergala cerdevantiyê hat avakirin. Xizmên wan mirovan ên li gund; xwişk, bira, pismam û dotmam wekî parçeyeke kesên li gund diçin çiyê. Ji bo parastina jiyana wî gundî biryarek wiha hatiye girtin. Lê li heman kesên wî gundî 'tu yê li hemberî birayê xwe çekê hilgirî an jî tu yê koç bikî' hat ferzkirin. Gava gund nehatin valakirin çek spartin serê wan. Tew li ber çavên malbatên xwe hatin îşkencekirin û kuştin. Tiştênd erî mirovahiyê qewimîn. Ev jî li bara gel bû cihê travmayeke mezin." 
 
Başakê diyar kir ku gelê kurd hê jî di bin tesîra wê travmaya salên 90'î de ye, lê niha yeke nû lê hatiye barkirin û wiha got: "Qedexeyên derketina derve yên li vir hatin îlankirin di bîra me hemûyan de ne. Li vir mirov ji bo zimanê zikmakî û, ji bo mafên xwe û azadiya xwe dest bi têkoşînekê kirin û berxwedanek rû da. Sedema bingehîn a vê yekê nebûna maf û azadiyan e. Bandora travmaya di dema qedexeyên derketina derve de rû da, bandoreke mezin e. Ji lew re bajarekî qerase vala kirin û mirovên li wir koçber kirin. Gelek kesên bi darê zorê hatin koçberkirin hatin asteke wisa ku nikarin behsa çanda xwe bikin. Wê demê yên ke4san zarokên wan mirin. Ev hemû bûn sedema travmayê. Ev hemû dibin sedema travmayeke civakî û hê jî travmayine nû diafirînin." 
 
Başakê destnîşan kir ku tişta ku desthilata AKP'ê sûdê jê digire berberîbûn e û wiha got: "Hûn çi qasî derd û birînên mirovan înkar bikin, ew mirov dê ev qasî xwedî li birînên xwe derkevin. Hûn çi qasî wê birînê qebûl bikin, ew birîn jî dê zûtir bikewe û biobe cihê çareseriyên baştir. Lê şaşiye herî mezin a ku niha dewlet dike, redkirina wê birînê ye. Dewlet dibêje 'ma çi bûY?' Wekî 40-50 sal berê hê jî wê polîtîkaya înkarkirinê didomîne." 
 
Başakê destnîşan kir ku gava hûn mirovan wekî "terorîst" îlan bikin hûn ê nikaribin tu pirsgirêkan çarerser bikin û wiha got: "Berekesê vê hûn ê meseleyê kûrtir bikin. Îjar ger hûn rabin li ser cenazeyê zarokên gel şahiyê li dar bixin, hûn ê tu carî nikaribin aştiya civakî pêk bînin." 
 
‘ÊŞÊN GEL QEBÛL BIKIN'
 
Civaknas Başakê destnîşan kir ku mîhrîcana ku dê li Cizîrê bê lidarxistin ne mîhrîcaneke jirêzê ye û wiha got: "Eger armanc 'kêfxweşiay mirovan' bûna dê konserên hunermendên muxalif nehatana betalkirin. Her wiha cihê ku dê mîhrîcan lê bê lidarxistin jî cihekî hesas e jib o gelê Cizîrê. Li cihekî wiha lidarxistina mîhrîcanê dilê mirovan diêşîne. Beriya her tiştî dewlet divê çanda gel û mafê wê yê jiyanê qebûl bike. Êdî divê mirov ji ber pûşiyên xwe neyên girtin an jî ji ber kincên kurdî wekî 'teorîrst' neyên binavkirin. Ger dewlet vî zimanî bi kar bîne civak jî dê bi rihetî li gor wê hereket bike." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

01/11/2022
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin