'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'

  • rojane
  • 14:11 29 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL – Dayikên Şemiyê, ji bo kesên ku 27 sal berê li Kerboranê bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin û ew xistibûn bîran, doza edaletê kirin û xwestin ku 18 bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê bên cezakirin.
 
Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin, çalakiya xwe ya 918'an ku her hefte li dar dixin, bi awayekî onlîne li dar xistin. Di çalakiya îro de ji bo 2 jê zarok 6 kesên ku di navbera 28'ê Cotmeh-8'ê Mijdara 1995'an de li Kerborana Mêrdînê ji aliyê esker û cerdevanan di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirinh û paşê di binçavan de bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin û wekî "Doza Jîtemê ya Kerboranê" tê zanîn, doza edaletê kirin. Gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Rêvebira Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê Hîcran Erdînç metna daxuyaniyê xwend. 
 
JI BO FÎNCANCIYÊ DOZA EDALETÊ KIRIN
 
Erdînçê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku ji ber daxuyaniya xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve hatibûn bikaranîn hatibû girtin û got: "Girtina Fîncanciyê mînaka dawî ya biryarên bêhiqûqî ya darazê ye."
 
Erdînçê got ku ew ji bo Fîncanciyê doza edaletê dikin. 
 
CENDIRME: ÇÛNE ÇIYÊ
 
Erdînçê bibîr xist ku 27 sal berê li Kerboranê di avêtina ser malan de leşker û cerdevanan gelek kes binçav kirine û ew birine Tabûra Cendirmeyan a Kerboranê û paşê hatine berdan û got ku lê Davût Altûnkaynak ê 12 salî, Seyhan Doganê 13 salî, Nedîm Akyonê 16 salî, Mehmet Emîn Aslanê 19 salî, Abdûrrahman Olcayê 20 salî, Abdûrrahman Coşkûnê 21 salî û Suleyman Seyhanê 57 salî careke din venegeriyane malê. Erdînçê anî ziman ku piştî ku malbatan li aqûbeta xizmên xwe pirsiye, cendirmeyan ji wan re gotiye "piştî lêprisînê hatin berdan, çûne çiyê." Erdînçê ragihand ku lê piştî bûyerê bi 4 mehan, di 6'ê Adara 1996'an de bedena bêserî û şewitandî ya Suleyman Seyhan di bîrekê de hatiye dîtin. 
 
Erdînçê destnîşan kir ku piştî dîtina bedena bêruh ya Seyhan bi du rojan çawîşê psipor Bîlal Batirir ku van qewimînan digihîne meqamên bilind ên tabûr jî tê windakirin. 
 
EŞKERE BÛ KU EW DI BÎRAN DE VEŞARTINE
 
Erdînçê diyar kir ku piştî ku ÎDH'ê di 29'ê Gulana 2009'an de cardin serlêdan kiriye, dosye cardin hatiye vekirin û got ku piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê cardin dosye vekiriye, derket holê ku winda di binçavan de hatine kuştin û ew avêtine bîran. 
 
HATIN BERDAN
 
Erdînçê ev tişt gotin: "Di 2012-2015'an de piştî bîr hatin kolandin, hestî hatin dîtin. Îdianameya dozger ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Fermandarê Tabûra Cendirmeyan a Mêrdînê ya wê demê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmayan a Navendî ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cigirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û ÇAwîşê Pispor Kerîm Şahînm jî di nav de der barê 18 bersûcan de doz hat vekirin. Di dozê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Semsûrê hat lidarxistin, kuştina 7 kerboraniyan û çawîşê pispor Bîlal Batirir di qeydên dadgehê de bi hurgulî hatin tomarkirin." Erdînçê diyar kir ku lê bersûc bi hinceta ku "delîlên teqez bi dest neketine" beraet kirine. 
 
‘ÊN DOZÊ BÊSÛC HIŞTIN SÛCDAR IN'
 
Erdînçê ragihand ku piştî vê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîrokê dane û îtiraz kirine. Erdînçê got: "Em bang li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dikin; gava we dosye nirxand beyanên şahidan ên der heqê bersûcan û delîlên di dosyeyê de esas bigrin. Ji bîr nekin kesên ev sûc kirine, kesên ser sûc nixumandine û kesên ew bê ceza hiştine li bara wijdanê mirovan sûcdar in. Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê her tim doza edaletê bikin ji bo windayên xwe yên kerboranî." 
 
 

Sernavên din

01/11/2022
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin