Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin

  • rojane
  • 18:53 29 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Nûnerên ked û pîşeyê ku girtina 9 rojnamevanan a li Enqereyê şermezar kirin, diyar kirin ku bi girtinan mafên agahî girtinê yê gel hatiye astengkirin û bi lêv kirin ku wê bi Çapemeniya Azad re di nava piştevaniyê de bin. 
 
Di pêşengtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî 9 rojnamevanên li Enqereyê hatin girtin, li buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di civîna ku pankarta “Çapemeniya Azad Nikare Were Bêdengkirin” hate vekirin de DFG, MKGP, Basın-Îş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, endam û rêveberên şaxên ÎHD’ê, Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, endamê Meclisa HDP'ê Dogan Erbaş, rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyan, Alinterî, Nûnerê Herêmê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tayfûn Gungeldî, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk  Nûnerên Komeleya Şoreşger a 78'an, Navenda Çandê ya Mûstafa Sûphî, Partiya Şoreşger, Kovara Karala, Kizilbayrak, Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Meclîsên Karkeran, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Komeleya Jiyana Nû ya Batikentê, Hevgirtina Jinan a Îlmek, Însiyatîfa Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Partiya Kedkaran, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) beşdar bûn.
 
‘HEVALÊN ME ROJNAMEVANÎ KIR’ 
 
Di daxuyaniyê de ewilî edîtorê MA’yê Ozgur Paksoy axivî. Paksoy, diyar kir ku 9 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin û wiha got: “Yekane tişta em dikin rojnamevantiye. Hevalên me rojnamevantî kirin û em binê her nûçeya wan îmzeya xwe diavêjin. Em ê parastina rojnamevaniyê bidomînin.” 
 
‘JI BO KU EM RASTIYAN DINIVÎSIN…’ 
 
Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jî ji bo piştevaniyê spasiyên xwe ji herkesê re pêşkeş kirin û bi bîr xist ku Çapemeniya Azad 33 sal in xebatên xwe dimeşîne. Aykol, berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber em rastiyan dinivîsîn her tim rastî zilma hikumetan hatin. Di hezîranê de 16 hevalên me hatin binçavkirin hêj îdianameyên wan nehatine nivîsîn. Di 25’ê cotmehê de jî bi ser malên hevalên me û buroya me de girtin. Mesele nûçeyên têkildarî çekên kîmyewî bûn. Operasyon li rojnamevantiya hevalên me hate kirin. Operasyoneke terorê hate kirin, êlekên ji pola û çekên lûle dirêj. Hevalên me weke ‘terorîst’ hatin nîşandan.”
 
‘EM Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIN’
 
Aykol, bal kişand ku senaryoya têkildarî girtina 9 rojnamevanan beriya niha hatiye amede kirin û wiha axivî: “Tişta ku min fêm kir ev e, dixwazin hevalên me heta hilbijartinê di hundir de bigirin, nûçe çêkirina me asteng bikin an jî kêm bikin. Heke li welatekî 40 rojnamevan hatibûna girtin ev yek da gelemperiya cîhanê deng dabûya. Niha 40 hevalên me di girtîgehan de ne, nêzî 160 hevalên me negirtî tên darizandin. Hema bêje li ser 200 hevalên me jî zexta dewletê heye. Em di van şertan de dixebitin lê heta ku daxwaza nûçeyan a gelê me ji me hebe, em ê karê xwe bidomînin. Em 33 sal in vê yekê dikin. Hevalên me şehîd xistin, girtin lê me her tim berdewam kir, em ê dîsa berdewam bikin. Ew dixwazin her tim heman tiştî bikin û encamên cuda bigirin lê ev nabe û wê nebe jî.”
 
‘JI SALÊN 90’Î HETA NIHA ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBÛ’ 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku li ser herkese zexteke darazê heye û da zanîn ku desthilat bi zextan dixwazin hemû bûyerên civakî têxe bin kontrola xwe û mafên nûçe wergirtinê yê gel asteng bike. Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Desthilata ku hemû medya xist bin kontrola xwe hewl dide çapemeniya azad ku ji sedî 5’ê pêk tê jî bêxe bin kontrola xwe. Dema em li pirsên hatine pirsîn dinerin dibînin ku girtin keyfî ne. Me di nûçeyên hevalên hatin girtin de gelek binpêkirinên mafan dîtin. Naxwazin ev bên hînkirin. Di salên 90’î de gelek rojnamevan hatin qetilkirin lê çapemeniya azad qet bêdeng nebû. Hêvî dikim ku hevalên me wê demekî nêzîk de azad bin.”
 
‘EM Ê BI ÇAPEMENIYA AZAD RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî destnîşan kir ku derbasî serdemeke tarî bûne û wiha got: “Em ê bi xebatkarên çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de bin. Bila nefikirin ku wê bi girtinê çapemeniya azad bêdeng bikin. Em hemû bi wêneyên ku dikişinin, agahiyên em digirin em ê ji ajansê re bişînin û di nava piştevaniyê de bin.”
 
‘JI QESRÊ TÊ BIRÊVEBIRIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku di sedsaliya Komarê de ji bo girtina 9 rojnamevanan şermezar bikin kombûne û wiha got: “Hevalên me ji ber mafên agahî girtinê parastin hatin girtin. Hem li dijî Fîncanci hem jî li dijî hevalên me operasyoneke qûtifandinê hate destpêkirin. Ev ji qesrê tê birêvebirin. Em vê qebûl nakin. Em minetdarê kedkarên çapemeniya azad in.”
 
‘GENERALÊN APÊ MÛSA WÊ BÊDENG NEBIN’ 
 
Koçyîgît, bi bîr xist ku Osman Şiban, Roboskê, Ceylan Onkol, pêvajoya Aysel Tûglûkê û bi hezaran bêhiqûqî ji Çapemeniya Azad hîn bûn û wiha berdewam kir: “Em weke kesên ku vê kevneşopiyê nas dikin, dizanin ku generalên Apê Mûsa wê bêdeng nebin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em ê di vê pêvajoyê de li cem kedkarên çapemeniyê bin.”
 
‘BERSIVA ME WÊ PIŞTEVANÎ BE’ 
 
Nûnerê DÎSK’ê yê Enqereyê Tayfûn Gungor jî diyar kir ku girtina rojnamevanan a li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye û wiha axivî: “Me hemû binpêkirinên mafan ên li vî welatî qewimîn ji hevalên xwe hîn bûn. Em deyndarê wan ê minetdariyê ne. Hevalên me êşandin, neheqî li wan kirin, em van dibînin. Wê li dijî vê bersiva me piştevanî be. Em careke din dibêjin rojnamevanî ne sûc e.”
 
‘MAFÊ AGAHÎ GIRTINÊ YÊ GEL HATE BINPÊKIRIN’ 
 
Seroka Şaxa TGS’ê ya Enqereyê Sîbel Hurtaş jî wiha got: “Ya derketiye holê nîşanî me daye ku hewl didin sûcekî biafirînin. Ev hewldan bê encam e, 16 hevalên me di 16’ê hezîranê de hatin girtin û hêj jî îdîaname nîne. Hêj jî nekarîn sûcan hilberînin. Pirsên ku ji hevalên me tên kirin ev nûçe ne, delîlên ku ji malê bi dest xistine jî pirtûkek e, lê rastiyek heye ku ev hevalên me rastî îşkence û muameleyên xerab hatine û mafê gelê me yê agahîgirtinê hatiye binpêkirin. Em careke din bibêjin, hûn ê nikarin ji vir sûcekî biafirînin ji ber ku rojnamevanî ne sûc e.”
 

Sernavên din

01/11/2022
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin