‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’

  • rojane
  • 09:01 26 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku pêvajoya darizandina derbarê Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci de berê hatiye plankirin û anî ziman ku divê mirov ji Wezareta Parastinê ya got “Şande çû lêkolîn kir” pirsa “Heke diviyabû lêkolînek were kirin çima giliyê vê daxwaza Mamoste Şebnemê kir” were kirin. 

 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” di 27’ê cotmehê hatibû girtin. Fîncanci ya ku danişîna wê ya ewil di 23’yê kanûnê de li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin, diyar kir ku hewl daye heqîqet derkeve holê û xebatên wê dewlet aciz kiriye. 
 
Dadgeha ku biryara berdewama girtina Fîncanci da, danişîn taloqî 29’ê kanûnê kir. Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî dozê û biryara dadgehê axivîn. 
 
‘DIVÊ ŞANDEYEKE SERBIXWE BIÇE HERÊMÊ’
 
Bakkalci, diyar kir ku Fîncanci bijîşk û zanyareke ku di cîhanê de tê naskirin e û anî ziman ku ne raste derbarê wê de lêpirsînekê jî vekin. Bakkalci, qala axaftinên Fîncanci ku ji girtina wê re weke hincet tên nîşandan kir û wiha got: “Axaftinên wê nirxandinên têkildarî qada wê ya pisporiyê bûn. Bi awayekî xwezayî ev nirxandin dikarin di çarçoveya azadiya zanîstê de bên nîqaşkirin. Bakkalci, destnîşan kir ku divê Fîncanci di danişîna hatiye taloqkirin de hatibûya berdan. 
 
Bakkalci, yê daxwaza Fîncanci ya têkildarî şandineke serbixwe ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmên behsa wan tê kirin dubare kir, bal kişand ser gotinên “Me di 24’ê mijdarê de şandeyek şand. Şande çû lêkolîn û pîvanên xwe kirin…Rapora ku kîmyasal nehatiye bikaranîn di destê me de ye” yên Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ên têkildarî mijarê de û wiha got: “Mamoste Şebnem û her kesên din ên li qada mafên mirovan dixebitin li vê derê tiştekî cuda naxwazin. Li bendê ne ku ji aliyê şandeyeke serbixwe ve lêkolîn bên kirin.” Bakkalci, da zanîn ku tişta Wezareta Parastinê kirî “lêkolîneke navxweyî” ye û diyar kir ku divê di vê mijarê de ji lêkolîneke navxweyî wêdetir şandeyeke serbixwe lêkolînê bike. 
 
TIRSA DEWLETÊ YA JI FÎNCANCI
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, dorpêça polîsan a di danişînê de bi bîr xist û wiha got: “Bi rastî ne gengaz e ku mirov fêm bike bê ka çima anîna zanyarekê ya ji bo darizandinê dikare bibe sedema tirs û tengezariya dewletê.  Astengkirina daxuyaniya me ya li ber edliyeyê û astengkirina polîsan nîşan dide ku her tişt ji berê ve hatiye plankirin. Lê belê tevî van hemûyan jî her kes xwedî li Fîncanciyê derket. Ji Enqereyê bi awayekî destên wê kelemçekirî anîn Edliyeya Stenbolê. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
 
‘HER TIŞT PLANKIRÎ BÛ’
 
Yolerî, bal kişand ku dadgerî jî di dema darizandinê de helwesteke ku rêzikên hurmetê yên li hemberî Fîncanci binpê bike nîşan dan û wiha got: “Dadger ji parêzeran re weke hûn gazî dikir lê ji Mamoste Şebnem re weke ‘tu’ gazî dikir. Ev jî mînaka vê yekê bû.” Yolerî ya diyar kir ku tevî her tiştî jî Fîncanci xwe parast, anî ziman ku di danişînê de nêzîkatiya dozger jî balkêş bû wiha lê zêde kir: “Dozger beriya danişînê mutalaaya têkildarî dozê amade kir. Amadekirina mutalaayekê, tişteke ku tenê piştî nirxandinek li ser esasê îfadeyên kesa tê darizandin û parêzerên wê û delîlên hatine komkirin pêk were ye. Lê serokê dadgehê vegeriya dozger jê re pirsa ‘Hûn ji bo mutalaaya têkildarî girtinê de amade bikin dem dixwazin’ pirsî. Dozger jî bersiva ku mutalaa amade ye da. Ev yek jî piştrast dike ku pêvajoya darizandinê berê hatiye plankirin.”
 
‘DIVÊ MIROV Jİ WEZARETA PARASTINÊ BIPIRSE’
 
Yolerî, nirxandinên Wezareta Parastinê yên piştî nirxandina Fîncanci ku “lêkolîn hatiye kirin” bi bîr xist û ev tişt gotin: “Ji xwe divê lêkolînek bihata kirin. Ji ber vê yekê heke lêkolînek bê kirin divê pirsa “Çima Wezareta Parastinê têkildarî vê daxwaza Mamoste Şebnemê serlêdana sûc kir û giliyê wê kir” were pirsîn. Yolerî daxuyakirin ku tabloya heyî nîşan dide ku bêhiqûqî wê bê dewam kirin û bal kişand ser girîngiya piştevanî û têkoşîna di vê noxteyê de.
 
 

Sernavên din

29/12/2022
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin