‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’

  • rojane
  • 09:53 25 Çile 2023
  • |
AMED - Kudret Eryilmaz ku dayika Ridvan Eryilmaz ê di dema berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku Kobanê ji bo kurdan cihekî taybetê û wiha got: “Kobanê, qibleya me ye. Divê em Kobanê ji hemû êrişan biparêzin.” 
 
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re DAIŞ’ê beşeke mezin a xaka Sûriyeyê dagir kir û dest bi qirkirinan kir. DAIŞ a ku piştî dagirkirina Mûsilê çekên giran bi dest xistin, di 13’ê îlona sala 2014’an de berê xwe da Kobanê û êrişeke berfireh pêk anî. Bi destpêkirina êrişan re ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek deverên cîhanê gelê kurd û derdorên enternasyonal berê xwe dan Kobanê û berxwedaneke dîrokî raber kirin. Kobanê, piştî berxwedana 134 rojan, di 26'ê Çileya 2015’an de hate rizgarkirin. Di berxwedana Kobanê de ji Rojhilat heta Başûr û Bakur, gelek ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan ciwanan jî Ridvan Eryilmaz (Canfeda Dag) bû ku di 12’ê kanûna 2014’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika Eryilmaz, Kudret Eryilmaz bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê axivî û bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan û got ku divê kurd Kobanê biparêzin. 
 
 ‘JI ÇIYAYÊ GABARÊ BERÊ XWE DA KOBANÊ’
 
Dayik Eryilmaz da zanîn ku kurê wê di 26’ê nîsana 2011’an de tev li refên PKK’ê bûye û wiha got: “Hêj 9 salî bû ku apê wî şehîd ket. Bi şehadeta apê xwe re got; ‘Apo heta tu şehîd neketî min nedizanî ku kurd im. Sond dixwim ku dê xwîna te li erdê nehêlim.’ Piştî ku DAIŞ’ê êriş bir ser Kobanê wî jî ji çiyayê Gabarê berê xwe da Kobanê û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Em dayik jî dema şerê Kobanê çûn Pirsûsê. Haya min jê tunebû ku Ridvan li Kobanê ye. Lê min hîs dikir. Dema hatim malê min ji bavê wî re got; ‘Ridvan hatiye Kobanê.’ Lê ji min bawer nekir. Wan dayikên din jî hîs dikirin ku zarokên wan li Kobanê ne. Her ku birîndarek dihat ser sînor, hemû dayikan baz didan û digotin ê min e.”
 
‘HETA ŞEHÎD NEKET MIN NEDIZANÎ LI KOBANÊ YE’
 
Bi domdarî Eyilmaz got ku heta zarokê wê jiyana xwe ji dest dayî jî haya wê jê nebû ku zarokê wê li Kobanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî şehedata Ridvan, tengijînek di dilê min de hebû. Weke ku tiştek bû ye lê ez nizanim ka çi bûye. Bi şev min xewnek dît. Di xewnê de min dît ku zîle deriyê malê lê dikeve. Bavê wî derî vedikir û digot ‘Ridvan hate malê.’ Min jî Ridvan da ber dilê xwe, hembêz kir, maç kir, serê wî danî ser milê xwe. Pişt re min dît ku em li gund in û derdora me leşker hene. Ridvan got; ‘Ez ê çawa ji wan xilas bibim.’ Min jî got, nasnameya Kobanê li cem te ye tu wê nîşan bide. Ez jinişkan ve şiyar bûm. Destê min li ber dilê min bû lê Ridvan tune ye. Ez giriyam ku Ridvan tune ye. Piştî wê rojê 2 meh û nîv qediyan û agahiya şehadeta wî ji min re hat.”
 
‘EVÎNDARÊ ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BÛ’
 
Di berdewamê de dayik Eryilmaz diyar kir ku kurê wê evîndarê çiyayên Kurdistanê bû û ji wan re her tim digot; “Heke ez bibim gerîla, emr ê min rojek be jî ne bi xema min e.” Dayik Eryilmaz, axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku Ridvan tev li refên gerîla bû, min 4 salan ew nedît. Min jê re digot; ‘Barê Kurdistanê giran e, tu nikarî hilgirî.’ Wî jî digot; ‘Çi dibe bila bibe ez ê layiqî gelê xwe bim.’ Min pir dixwest ku wî bi saxî bibînim. Lê ew hevî di dilê min de ma. Piştî agahiya şehadeta wî em çûn Pirsûsê. Min got heke mirin hebe jî bila bi şeref û namûs be. Ewqas kes şehîd bûn, qey ew ji wan çêtir bû. Min bi wêneyên otopsiyê ew teşhîs kir. Em piştre çûn Pirsûsê û min gora wî li wir dît. Ji bo ku cenazeyê wî bînin Amedê me çend sal piştre daxwazname da. Bi ser re 3 sal derbas bûbûn lê dema me gora wî vekirî, me dît ku tiştek pê nebûye. Polîs jî şaş mabûn û digotin çawa tiştek pê nebûye. Min jî bi dengekî bilind got; ‘zarokên kurdan ne terorîst in, şehîdên heqîqetê ne. Wan li dijî zilme serî netewandine û canê xwe dane.’ Pişt re me cenaze anî û li Amedê veşart.” 
 
‘TU MAFÊ WAN TUNEYE KU ÊRIŞÎ ROJAVA BIKIN’
 
Eryilmaz bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tu xirabiya Rojava nagihije Tirkiyeyê. Ji Rojava çi dixwazin? Tu mafê wan nîne ku êrişî Rojava bikin. Bi rizgarkirin û jinûvevakirina Kobanê re me got dilê me ava bû, xwîna şehîdan li êrde nema. Dema qala Kobanê tê kirin xwîna canê me disekine. Xort û ciwanan li dijî hovitiya DAIŞ’ê canê xwe feda kirin. Edî bila hesirên çavên dayikan bisekinin. Hesirên çavê dayikên tirk, ereb û kurdan ji hev cuda nînin. Edî bes e bila ev şerê qirêj bisekine.”
 
‘BILA KOBANÊ NEKEVE’
 
Bi domdarî Eryilmaz Kobanê weke “Qibleya kurdan” pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Kobanê ji bo hemû kurdan, bi taybetî jî ji bo dayikên ku zarokên wan li wir şehîd ketine cihekî pîroz e. Şeva ku 12 balafir li vir rabûn çûn Kobanê, cane min ricifî. Kobanê cihê me yî herî nazik e. Xwîna bi hezaran zarokên kurdan û kesen biyanî li Kobanê rijya. Ji ber wê Kobanê ji bo me cihekî taybet e. Kobanê qibleya me ye. Ez weke dayikekê bang li hemû dinyayê dikim ku çawa Kobanê ji DAIŞ’ê hate xelaskirin, bila bi heman ruhî xwedî li Kobanê derkevin. Li her bihosteke axa Kobanê xwîna şehîdên me heye. Bila Kobane nekeve. Heke Kobanê bikeve em jî dê bikevin.” 
 
MA/ Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargut

Sernavên din

25/01/2023
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan