ESKÎŞEHÎR - Zanîngeha Anadoluyê derbarê 3 xwendekarên ku girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu protesto kirin de lêpirsîn vekir. Xwendekaran diyar kirin ku lêpirsîn hewldana ji bo teslîm girtina îradeya xwendekaran e.
Li Eskîşehîrê Rektoriya Zanîngeha Anadoluyê der barê xwendekarê Fakulteya Dermanxaneyê Uygar Ûgûrlû û xwendekarên Fakulteya Hiqûqê Îbrahîm Demîryurek û Denîz Tepe bi hinceta ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûne, lêpirsîn vekir. Lêpirsîna ku bi îdiaya 'rêberiya dagirkirina rektoreyê' hatibû destpêkirin, ji xwendekaran dixwaze ku heta 15ê Hezîranê parastina xwe pêşkêş bikin.
Xwendekarê bi navê Ûygar Ûgûrlû wiha bertek nîşan da: "Meh di ser re derbas bûn. Dema ku ev lêpirsîn berdewam dike, zanîngehê di tunebûna delîlan de jî tiştek nekiriye. Piştre, dema ku çalakî dest pê dikirin û dibistan nêzî girtinê dibûn, ji nişka ve li dijî 3 hevalên xwe yên hilbijartina wan lêpirsîn da destpêkirin. Di rastiyê de, hewldanek heye ku îdîa bike ku çalakî ne tevgereke giştî ye ku bi hezaran kes, tevgereke xwendekaran, lê belê karê çend provakatoran tê de bûn. Em vê qebûl nakin. Parastina wê rojê wê ne tenê ji aliyê 3 hevalên me yên li wê derê, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi hev re bê kirin. Wê dîsa çalakiyên xurt bên kirin û em ê teslîmî lêpirsîn û zextên rektor nebin."
'SIBEROJA ME TÊ DARIZANDIN'
Ûgûrlû da xuyakirin ku hewl tê dayîn bi rêya kesên tên lêpirsînkirin mesajan bidin xwendekarên hevalên hev û got, "Mînak ez xwendekarê dermanxaneyê me. Li Tirkiyeyê ji sedî 95 ê dermanfiroşan li dermanxaneyan dixebitin. Û eger sûcdariyeke cidî hebe, destûra vekirina dermanxaneyekê nayê dayîn. Dixwazin hemû jiyana we li ser esasê cezayê ku dê bidin darizînin. Dixwazin ji hevalên me yên li Fakulteya Hiqûqê re bêjin, 'Hûn ê ti carî nikaribin bibin dozger, hûn ê ti carî nikaribin bibin dadger'. Em û hevalên xwe ji van çavtirsandinan natirsin."
Xwendekarê hiqûqê Îbrahîm Demîryurek jî wiha axivî: "Ciwanekî ku bi dilxwazî dixwaze astengiyan li pêşiya xwe derbas bike, dikare bersiveke pêwîst bide kesên dixwazin rêya wan bigirin. Bi ya min tovên vê dîtine û jê ditirsin. Tirsa kesên lêpirsîn vekirine ji dûr ve diyar dibe. Xwendekarên ku îro cesaret dikin zanîngeha xwe birêve bibin dê sibê ji çîna karkeran cesaret bikin ku welat birêve bibin. Ev kabûsa xwediyên holdîngê û hêzên wan e ku pêşeroja ciwanan li gorî berjewendiyên xwe xêz dikin. Di çalakiya bûye sedema lêpirsînê de, em bi hezaran kes li wir bûn; dixwazin bi ceza birîna 3 kesan ve ceza bidin hezaran kesan."
MA / Enes Beyaz