Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin

  • rojane
  • 11:05 25 Çile 2023
  • |
AMED - Partî û saziyên kurd dê tekildarî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” dê di 6’ê sibatê de ji du baskan ber bi Gemlîkê ve bimeşin.
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li avahiya Rêxistina DBP’a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.  
 
Di civînê de metna kurdî ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve, ya tirkî jî ji aliyê Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê di 6’ê sibatê de li navçeya Qoser a Mêrdînê û li navçeya Gever a Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin û dirûşmeya meşê weke “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” hate aşkerekirin. 
 
‘TECRÎD SUCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Ozturk, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan 24 sal in berdewam dike û her ku diçe ev tecrîd kurtir dibe.  Ozturk, bi lêv kir ku 22 meh in derbarê rewşa Ocalan de tu agahî nayên standin û wiha got: “Meha borî heyeta CPT’yê çû Girava Îmraliyê û tu daxuyaniyên şênber û zelal nedan. Ji ber vê bêdengiya CPT’yê fikar û şikên me û gel hîn zêdetir bûn. Nêzikatiya dewletê ya li dijî Birêz Ocalan bandorê li çarenûsa hemû welêt dike. Tecrîda Îmraliyê çiqas giran bibe, welat zêdetir ber bi faşîzmê ve tê kişandin. Li ser vê rastiyê em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîdê bi hestiyar bin û bertekên xwe nîşan bidin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, helwesta me ya li dijî polîtîkaya tecrîdê jî ya li gel vî sûcî di heman demê de daxwaza me ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, bi taybetî pirsgirêka kurd û avakirina aştî û azadiyê ye.”
 
‘AKP Û MHP HEMÛ QANÛNAN BINPÊDIKIN’
 
Bi domdarî Ozturk destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li Îmraliyê hemû qanûn binpêkirine û wiha pê dê çû: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide li ser Ocalan polîtîkaya mirinê pêk bîne û bide jibîrkirin. Divê bi lez derbarê rewşa Birêz Ocalan de bersivek bê dayîn û li gel parêzerên xwe hevdîtenekê pêk bîne. Ev mijara ku divê nebe amûreke siyasî, di nav gelên Tirkiyeyê û bi taybetî gelê kurd de dibe sedema hêrs û fikaran. Divê hikûmet van fikaran ji holê rabike. Heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bidome, Tirkiye wê nikaribe ji krîza aborî, siyasî û civakî ya ku tê de ye rizgar bibe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya çaresernekirina pirsgirêka kurd, berdewamiya şer, xizanî û krîzên giran. Pergala desthilatdar bi salan e dixwaze di şexsê Birêz Ocalan de îradeyeke mezin a çareseriyê û aştiya civakî ya Tirkiyeyê jî di bin tecrîdê de bigire. Di şexsê Birêz Ocalan de pêşeroja azad a gelan di bin îpotekê de ye.”
 
‘LI DIJÎ TECRÎDE ÇALAKIYÊN XURT DÊ BÊN LI DARXISTIN’
 
Ozturk diyar kir ku ew jî dê li dijî tecrîdê di navbera 6 û15’ê sibatê de meşeke xurt li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlementerên me bi rojane li ber Meclisê çalakiya rûniştinê pêk tînin û heta îro ji vê çalakiyê re tu bersiv nehatine dayîn. Li dijî vê yekê em ê di navbera 6 û 15’ê sibatê de meşeke xurt li dar bixin. Armanca sereke ya meşa me ya ku bi dirûşmeya ‘Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Gemlikê bidome, ew e ku bilez Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne! Em aşkera diyar dikin ku li dijî vê siyaseta xapandinê êdî tehamûla me nemaye. Heta ku ev tecrîda giran li ser Birêz Ocalan rabe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li dijî tecrîdê êdî em ne li benda gotinên balkêş, xapandin û manîpulatîf in, em li benda gavên şênber in.”
 
‘BIRÊZ OCALAN HEVIYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK E’
 
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk ji bo tevlİbûna meşê ev bang li gel kir: “Birêz Ocalan ji bo me û bi milyonan mirovan hêviya çareseriya demokratîk e. Em dixwazin vê hêviyê ji tarîtiya tecrîdê derxînin û li welatekî azad û demokratîk bijîn. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vîna aştî, azadî û demokrasiyê derkevin û hemû derdorên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me.”
 

Sernavên din

25/01/2023
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan