Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin

img
 
COLEMÊRG - Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên Geverê têkildarî Meşa Gemlîkê ya di 6’ê Sibatê de dê bê lidarxistin daxuyanî dan û banga beşdariyê kirin: “Yên ku xwedî helwestên aştî û çareseriyê ne û li dijî şer û tecrîdê ne, ji bo çalakiya em ê pêk bînin, em we vedixwînin çalakiya xwe.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Gevera Colemêrgê têkildarî Meşa Gemlîkê ya bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) ve Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmen xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bê lidarxistin, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber deriyê Rêxistina HDP’a Geverê pêk hat û gelek endam û rêveberên her du partiyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de dowîzên bi kurdî û tirkî yên bi nivîsên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Bila deriyên Îmralî yê bên vekirin”, “Gever wê tecrîdê bişkîne”, “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin”, “Ji birêz Ocalan re azadî” hatin hildan û pankarta "Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin" hat vekirin.
 
‘TECRÎD ŞER DIJWARTIR DIKE’ 
 
Hevserokê rêxistina DBP’ê Geverê Evliya Alkan daxuyanî da û destnîşan kir ku her ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome pêvajoya şer kûr dibe û ji ber vî şerî gel xizan dibe û got: “Gel di nava qeyranên aborî de nikare êdî bêhn bistîne. Her ku qeyranên siyasî û aborî kûr bûn di nava dewletê de nelirêtî, dizî û çete zêdebûn. Heya niha ne hêzên darbeyan ne jî tu hikûmetan aloziyên di Rojhilata Navîn de diqewimin, weke birêz Abdullah Ocalan baş pênase nekir, mîna wî çareseriyên mayînde pêşniyar nekirin. Em vê yekê baş dibînin û ji vê derê vê rastiyê careke din tînin ziman ne hêz û ne qeweta we têrî çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn nakin.”
 
‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
 
Alkan anî ziman ku yên nikarin aloziyên civakê çareser bikin siyasetê û qanûnan kirine pêlîstoka xwe, tenê dikarin bi darbeyan li ser pêyan bisekinin û wiha axivî: “Yên kû nikarin aştiyê pêk bînin berê xwe didin şer û kuştinê. Ji ber vê yekê di halê hazir de şer li ser gel hate ferzkirin û hemû alem jî wek terorîst hate pênasekirin.  Tevî gel li ser vê erdnîgariya qedîm, dar hatin talankirin, av hat herimandin, ax hat jehrîkirin. Hem li ser mirovan û hem jî li ser xwezayê texrîbatên mezin hatin kirin. Li gel van tiştan desthilat di nava Qesran de xwe dewlemend kir lê belê her ku çû gel xizan bû. Bi zeman, bac û xespkirina mafan karker neşê pişta xwe rakin. Kargeh bûne qada qetilkirina karkeran. Şer bi xwe re rizîbûnê anî. Niha ji her tiştî zêdetir hewcehî bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk heye. Em pê qanih in ku mifteyê vê çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
JI BO MEŞÊ BANGEWAZÎ
 
Alkan diyar kir ku ew serbilind in ku baskek Meşa Gemlîkê ji Geverê dest pê dike û ev bang kir: “Em bi kelecan in ku şandeya xwe ya KCD’ê, HDP’ê, DBP’ê, TJA, MED-TUHAD FED û parlamenteran pêk were, ji Geverê li pêşiya avahiyê HDP’ê roja 6’ê sibatê saet di 10:00’an de ber bi Elbakê ve oxir bikin. Em ji bo oxirkirina vê meşa ku mohra li dîrokê bide, hemû gelê xwe yê li dijî şer û alîgirên aştiyê û nûnerên sazî û dezgehên sivîl yên di siyaseta demokratîk de israr dikin, vedixwînin vê meşa me.”
 
 

Sernavên din

06/02/2023
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya da destpêkirin
14:56 Li Mereşê bi pileya 7.5 erdhejek din pêk hat
14:48 Erdogan: Di erdhejê de heta niha 912 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:47 AFAD û Kandîlliyê pileya erdhejê weke 7.7 revîze kir
13:23 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Semsûrê berdewam in
12:56 Li Rihayê hejmara miriyan bû 20 û 100 jî birîndar hene
12:46 10 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:43 Serokê ÎHD’a Amedê: Li Girtîgeha Amedê rewşa girtiyan baş e
12:41 HDP’ê ji bo erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir
12:35 Li Êlih, Çewlig, Sêrt, Dêrsim û Xarpêtê di avahiyan de xesar çêbû
12:07 KCK’ê ji bo erdhejê banga seferberiyê kir
12:00 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Amedê didomin
11:59 Ji pisporên erdhejê hişyarî: Li Edene, Osmaniye û Hatayê hişyar bin!
11:54 Li Îskenderûnê avahiyên HDP’ê, SP’ê û ÎHD’ê hilweşiyan
11:24 Bajar bi bajar bîlançoya erdhejê: 284 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 323 kes birîndar bûn
11:18 Platforma Bajêr a Amedê qadên komkirinê parve kirin
11:07 Kêliya ku li Rihayê avahî hildiweşiya hatin kişandin
11:04 Rêxistina HDP’a Amedê maseya krîzê ava kir
10:51 Reutersê nexşeya erdhejê parve kir
10:49 Ji erdheja Bazarcixê dîmenên ewil
10:48 Demîrtaş ji bo erdhejê daxuyanî da: Roj roja piştevaniyê ye
10:48 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate binçavkirin
10:47 Navenda lêkolînê ya navenda wê li Holandayê di 3’yê sibatê de Tirkiye hişyar kiriye
09:52 Meşa Gemlîkê hate betalkirin: Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê
09:46 Pervîn Buldan: Dilê me bi herêma erdhejê re ye
09:37 ‘Divê her kes destê piştgiriya edaletê dirêjî Malbata Şenyaşar bike’
09:36 Li Amedê maseya krîzê hate avakirin
09:08 Erdheja Bazarcixê: Li Sûriyeyê herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Der barê jinên ku tundî li wan hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:05 Ozûgûrlû: Girtina balyozxaneyan dibe ku biryara ambargoyê be jî
09:04 Çîçek ê ÎHD’yî: Em neçarin guhdariya daxwazên girtiyan bikin
09:02 Rojnamevanê îtalî Forgia: Divê Ocalan azad bibe
09:02 ‘Çareseriya pirsgirêka li girtîgehan ew e ku qanûnan bi cih bînin'
09:01 Germa kûrewî û qirêjî Gola Wanê dixe metirsiyê
09:00 ROJEVA 6'ê SIBATA 2023'YAN
08:56 Li Balikesîrê bi pileya 4,6 erdhej çêbû
08:15 Li Elbîstanê 6 avahî hilweşiyan
07:52 Li Meletiyê 140 avahî hilweşiyan, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:25 Piştî erdhejê banga alîkariyê ya navneteweyî hate kirin
06:37 Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar
06:19 Li Amedê sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane
06:11 Li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan: 5 kesî jiyana xwe ji dest da
06:06 Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin
05:59 Li Mêrdînê avahî xera bûn
05:53 Li Amedê gelek kes di bin kavilan de mane: Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
05:46 Li Rihayê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
05:39 Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne
05/02/2023
23:13 Derbarê polîsên ku tundî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
22:28 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo piştgiriya HDP’ê derket ser dikê
22:19 Partiya Çep a Alman serdana Baroya Amedê û OHD’ê kir
21:30 Konferansa Komara Demokratîk bi dawî bû
19:18 Panela binpêkirina mafan û tecrîdê: Îmrali destpêkkirina belavbûna tecrîdê ye
18:55 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin