Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin

  • rojane
  • 10:16 10 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Endezyarê Jeofîzîkê Erdal Şahan diyar kir ku venêrînek li ser avahiyan nehatiye kirin û wiha got: “Heke avahî li gorî rêziknameya erdhejê ya di halê hazir de jî bihatina çêkirin, dê avahî mîna peksîmetê netebiqiyan.” 
 
Di 6’ê Sibatê de li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhej çêbûn. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 17 hezar û 406 kes derbas kir û bi hezaran kes jî hêj di bin xerabeyan de ne. Yek ji sedema ku rê li ber bîlançoyeke wiha mezin vekirî jî mezinbûna erdhejê û avahiyên ne saxlem bû. Endezyarê Jeofîzîkê Erdal Şahan got dibe ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin 200 hezar kesan derbas bike. 
 
‘DIVÊ RÊZIKNAMEYA ERDHEJÊ LI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN’ 
 
Şahan, da zanîn ku bandora her du erdhejan bi qasî bandora 2 hezar û 800 bombeyên atomê ye û wiha got: “Avahiyên nû yên rûxiyayîn jî gelemperî li gorî erdhejê nehatine çêkirin. Piştî vê erdhejê, divê rêziknameya erdhejê li ber çavan re derbas bikin. Vê erdhejê ev yek nîşanî me da; AFAD’ê piştî nexşeya herêma erdhejê rêziknameya erdhejê guherand. Bi vê erdhejê re divê rêziknameya erdhejê li ber çavan re derbas bikin.”
 
BAL KIŞAND SER ‘VENIHÊRTINA AVAHIYAN’ 
 
Bi domdarî Şahan destnîşan kir ku gelemperiya avahiyên rûxiyayîn li ser hîmekî pir xerab hatine avakirin û venihêrtin nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Dewlet, venêrînê nake. Raye daye fîrmayên taybet. Pir eşkere ye ku ‘Venêrîna Avahiyan’ xebateke baş nekiriye. Ev yek ji hilweşîna avahiyên nû xuya dibe. Heke li gorî rêziknameya erdhejê ya di halê hazir di meriyetê de jî bihatina çêkirin, dê avahî bi vî awayî ne rûxiya bûna. Dê dîwar bideriziyan, biteqiyan, pace bişikiyan û alav wergeriyan lê mirov dê bi birînên sivik rizgar bûbûna. Ev avahî mîna peksîmetan tebiqîn, ev yek nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin. Karkeriyeke baş nehatiye kirin, alavên rast nehatine bikaranîn. Her wiha ji agahiyên endezyariya rast sûd nehatiye girtin. Sedema vê bîlançoya giran jî ev e.” 
 
’AGIR BI MALA 80 MILYON KESAN KET’ 
 
Şahan, wiha domand: “Avahî li gorî rêziknameya erdhejê nehatine çêkirin. Nexwe wiha mîna peksîmetê ne ditebiqiyan. Herî kêm 11 hezar avahî rûxiyane. 13 milyon kesên ji herêmê raste rast bandor lê bûye. Xizmên me tevan li wir hene. Agir kete mala 80 milyon mirovan. Karesaeteke mezin heye. Ev avahî beriya 1999’an hatine çêkirin. Avahiyên nû jî rûxiyan û karesat mezintir bû. Dema em lê dinihêrîn, zeyîeta wir 20 milyar dolar derbas kiriye. Jixwe êdî tu tiştek nikare miriyan vegerîne.”
 
Şahan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê dema avahî tên çekirin ji malzemeyên wê nedizin. Her wiha divê ji betonarmeyê nerevin. Divê mîna avahiyên ji pola bin. Ji ber ku herêmên erdhejê ne. Divê li her herêmê endezyarên jeolojiyê hebin. Divê mîna li Japonyayê, îzolatorên sîsmîk deynin avahiyan de. Divê venêrtin di cih de bên kirin. Divê li hemû şaredariyên Tirkiyeyê laboratuarên beton û hîm bên avakirin. Bila venêrtina avahiyan jî kontrol bike lê divê şaredarî jî kontrol bikin. Nexwe dê hem avahiyê kevin û hem jî yê nû biherife. 
 
Dema li hilweşîna heyî dinêrim, dibe ku 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabin. Dê erdhejên li Kurdistanê jî bidomin. Bi erdhejê re fayên Rojhilatê Anatoliyayê û Bakurê Anatoliyayê bi qasî 3 metreyan tehisî ye. Dê li Ege û Marmarayê erdhej çêbibin. Potansiyela wê pir zû de gihiştiye 7’an. Enerjiyeke pir mezin derket holê.” 
 
MA / Mehmet Aslan 

Sernavên din

11/02/2023
15:49 Pisporê erdhejê yê japonî: Li Tirkiyeyê ji ber ku avahî ne li gorî rêziknameyê ne hildiweşin
15:46 ÎHD: Armanca OHAL’ê bisînorkirina qada civaka sivîl û partiyên siyasî ye
15:26 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî yên li Rihayê 8 kes hatin binçavkirin
15:21 Odeya Bijîşkan a Edeneyê: Li bajar derdora 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:16 Bila rakirina xebatên kavilan bên sekinandin: Yakparetiya bedena mirovan xera dikin
15:13 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû
14:55 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 21 hezar û 43 kesan
14:51 Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
14:38 Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin
14:15 TTB: Di erdhejê de 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e
13:58 Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin
13:58 Deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
13:37 Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’
13:20 Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin
13:15 Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
12:57 CÎSST: Erdhejê bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan kiriye
12:31 Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir
12:18 Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da
12:08 Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e!
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest
11:36 Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin
11:34 Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin
11:18 Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî
11:10 'Em ê pêdiviyên banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin'
11:08 Li Sulumagarayê ku xeta fayê lê derbas dibe daxwaza ‘kon û sobeyan’
11:08 Di bin kavilan de qerisîn û canê xwe ji dest dan: Me hawar kir lê kes nehat alîkariyê
10:44 ‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’
10:37 HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir
10:29 Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne
10:09 Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin
10:05 Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye