Bi ava şolî hevîrê xwe dikin û bajarokê terk nakin

  • rojane
  • 12:05 15 Sibat 2023
  • |
img
MELETÎ - Welatiyên bajarokê Serêkanî yê navçeya Çêlikan ê Semsûrê, bi ava şolî hevîrê xwe dikin û bi tu awayî bajarokê xwe naterikînin. 
 
Mexdûrên erdhejê yên Meletî û Çêlikan a Semsûrê di roja 10’emîn a erdhejê de qala kêliyên erdhejê û pêvajoya piştre kirin. 
 
‘MA DÊ JI BO CESEDÊN ME BÊN?’
 
Remzî Kiliç û malbata wî ku di şeva ewil a erdhejê de bi qasî 100 kesan re neçar man ku di otoparkê de man, got ku bi tena serê xwe hatine hiştin. Killiç, diyar kir ku tîmên şaredariyê bi hawara wan nehatine û wiha got: “Kesekî pirsa ‘gelo hûn tî ne, birçî ne’ ji me nekir.” Mexdûrekê din ê erdhejê jî got; “Em li ser telefonê digerin lê telefonên wan meşxûl bûn. Me nedikariya xwe bigihînin tu kesî.” Welatiyekê din jî wiha dibêje: “Hema em jî xwe bikujin. Ma dê ji bo cesedên me bên? Ma em ne mirov in? Nanê me tune ye, ava me tune ye.” 
 
LI ÇÊLIKANÊ ROJA 9’EMÎN
 
Yek ji herêmên herî zêde ji erdhejê bandorbûyî jî bajarokê Serêkanî yê navçeya Çêlikan a Semsûrê ye. Li bajarokê 29 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê di roja 9’emîn a erdhejê de qala tiştên di erdhejê de jiyane kirin û naxwazin gundên xwe biterikînin. 
 
‘EM HÊJ JÎ DITIRSIN’
 
Makbûle Avci ya ji Serêkaniyê dibêje ku ji ber erdhejokan hêj jî ditirsin û wiha got: “Em bi saya piştevaniya di navbera xwe de li vir xwe li ser pêyan digirin. Me zarokên xwe şandin cem xizm, dost û hevalên xwe yên li derveyî bajar. Lê em li vê derê ne. Em gundê xwe naterikînin. Di rojên ewil ên erdhejê de ji bo vê derê tu alîkarî nehatin. Me hewl da li çareseriya xwe binêrin. Tu kest tune bû.” Avci kelegirî dibe, çavên wê tije rondik dibin û wiha didomîne: “Em birçî bûn û me hevîrê xwe bi ava şolî dikir. Me ji ewil dida zarokan û piştre jî jinên pitikên wan heye. Dema me nan çêdikir û mamên me yên kal ji me parçeyeke nan dixwest, li min gelek giran dihat. Tevî ku birçî jî bûm, ez têr bûbûm. Ava me ya paqij tune bû û me hewl dida bi berfê qirikên xwe yên ziwa şil bikin. Dewletê tu alîkarî neda me. Cara ewil kesên dilxwaz bi hawara me hatin. Dema min dîtî keça min tiştekî dixwe, vedixwe, hestekê pir cuda di min de çêbû.”
 
250 KES Û 15 KON
 
Ji mexdûrên erdhejê Huseyîn Uzun jî yek ji wan dilxwazan e ku alîkariyên li herêmê organîze dike. Uzun, da zanîn ku piştî erdhejê heta demekê dirêj jî tu alîkarî nehatine. Uzun, dipyar kir ku ji ber cihekî gel lê bimîne nebû, li mala şînê ma ye û ev tişt anî ziman: “Li derve hewa gelek sar bû, mirov neçar man ku xwe bispêrin vê derê. Di her sê rojên ewil ên erdhejê de me sêlek danî derve û bi nanê li ser wê çêdikir zikê xwe têr kir. Taxa ku ji 250 malan pêk tê li vê derê ye lê tenê 15 kon hene. Di her konê de 4-5 malbat dimînin. Yên din jî li vê mala şînê li ser kursiyan radizên. Pirsgirêka paqijiyê êdî dest pê kir. Em ditirsin ku ji ber hîjyenê êdî pirsgirêka tenduristiyê dest pê bike.” 
 
‘HDP’Ê BO ME ALÎKARÎ ŞAND’
 
Uzun, da zanîn ku herî zêde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) TIR’ên alîkariyê şandine herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Tevahiya alîkariya tê vê derê em belav dikin. Di TIR’ên bi awayekî rasthatî tên de xurekên nepergal hene. Lewma gelemperiya nan û avê ziyan dibe. Lê alîkariyên ku HDP dişîne li gorî lîsteyê ne. Alîkariyên AFAD û Heyva Sor dişîne jî li ser TIR’an tên bealvkirin. Lewam alîkarî nagihije kesên bi rastî jî mexdûr bûne.” 
 
 MA / Firat Can Arslan - Yusuf Şeker
 

Sernavên din

17/02/2023
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne
09:26 Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin
09:01 ‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'
09:00 ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN
08:51 Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin
15/02/2023
23:16 Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin
23:06 Li Filipînê bi pileya 6,1 erdhej çêbû
22:11 Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî piştî 10 rojan hat derxistin