ENQERE – DEM Partiyê têkildarî hevdîna bi MHP’ê re kiribû daxuyanî da û destnîşan kir ku divê mijara çareseriya pirsgirêka Kurd li meclisê bê axaftin.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li meclisê bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anîn.
DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
ÇI HAT AXAFTIN?
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de behsa geşedanên Tirkiye û herêmê hat kirin û ev tişt hatin parvekirin: "Civîna ku tê de danûstendineke berfireh a ramanan hebû, di atmosfereke pir avaker de pêk hat. Di civînê de li ser geşedanên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re û biryarên kongreyê yên di 12'ê Gulanê de ji aliyê PKK'ê ve hatin aşkerakirin jî hatin ziman. Gavên ku divê ji bo pêşketina pêvajoyê bên avêtin, rola parlamentoyê bikeve dewrê, pakêta dadgeriyê ya nû, komîsyona tê payîn li parlamentoyê bê avakirin û li ser mijarên destûra bingehîn nîqaş hatin kirin. Bal hat kişandin ku di nava Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de, li gorî Bahçelî avakirina komîsyoneke bi temamî bi destûr hatiye avakirin û bi vî awayî tê xwestin ku partiyên siyasî di vê pêvajoyê de tevlîbûneke aktîf pêk bîne û ev xwedî girîngiyeke krîtîk e."