Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine

  • rojane
  • 09:00 25 Sibat 2023
  • |
ŞIRNEX - Botaniyan heya niha deriyên xwe ji hezar û 600 malbatên mexdûrên erdhejê re vekirine û ew li malên xwe bi cih kirine. Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asûman Kulter anî ziman ku gelê Botanê erka xwe ya civakî pêk tîne.
 
Di 6'ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhej bandor li 11 bajaran kirin. Di erdhêjan de bi hezaran kesên ku di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndra bûn. Li herêmên erdhêjê hê jî xebatên lêgerînê didomin. Li gel erdhejê li Tirkiye û Kurdistanê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhêjê re bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyayên alikariyê hatin destpêkirin. Herêma Botanê ku ji roja erdhejê heta niha ji bo herêmên erdhêjê seferber bûye, xebatên xwe didomîne. Xebatên ku di bin sîwana şaredariya Silopiyayê de tên komkirin ji herêmên erdhêjê re tên şandin. Li Botanê bi pêşengiya jinan piştî avakirina  maseyên krîzê ji her qadê komîsyonên cuda tên avakirin û xebatên seferberiyê yên ji bo mexdûrên erdhejê tên kirin. Botaniyan heya niha ji bo hezar û 600 malbatên hatine herêmê 600 mal peyde kirine. 
 
'HEZAR Û 600 MALBAT HATIN BICIHKIRIN'
 
Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asûman Kulterê anî ziman ku ji roja ewil heta niha xebatên wan berdewam dikin û got ku gelê Botanê heta niha deriyên xwe ji gelek malbatan re ku ji herêma erdhejê hatine, vekirine û wiha axivî:" Di serî de em ji malbatên xwe re sersaxiyê û birîndaran re jî em şîfayê dixwazin. Rastî jî êşeke gelek mezin e. Em bi xwe jî ji vê êşê gelek neyinî bandor bûn. Roja ewil a erdhêjê me koordînasyona krîze ava kir. Piştî ku me koordînasyona krîzê ava kir me dest bi xebatên xwe kir. Li herêmê me seferberî îlan kir. Bi seferberiyê me xwest ku piştevaniya herêmên erdhêjê bikin. Di hêla piştevaniyê de gelê me ji me hêstyartir nêzik bû. Heta ku me koordînasyona xwe ava kir,gel bi kamyonan û TIR'an alîkarî kom kir û ber bi herêmên erdhêje ve şandin. Ji kincan, xurekan û xwarinê bigire heta ku nivînan pêdiviyên herêmên erdhejê kom kirin. Piştre me li vir seferberî îlan kir û heta ku ji destê me hat me her roj 2-3 TIR şandin. Piştî ku 3 rojên me qediyan, şêniyên herêma erdhêjê ber bi Botanê ve hatin. Li gel hatina mexdûrên erdhêjê ya ber bi herêma me ve me 4 komîsyon avakirin. Komîsyoneke me bi malbatan re hevdîtinê dike û pêwîstiyên wan peyde dike, komîsyonek jî li malbatên me yên welatparêz digere û ji bo mexdûrên erdhêjê malên wan ê vala hebin ji mexdûrên erdhêjê re veqetînin, komîsyoneke me jî ji malbatên ku hatine tespîtkirin re alîkarî belav dike. Heta niha bi giştî li Botanê ji bo malbataên ji herêmên erdhejê hatine 600 mal hatine veqetandin û malbat hatine bicihkirin. Gelek malbatên me tên partiyê û dixwazin welatiyên ku ji herêmên erdhêjê hatine deriyên malên xwe ji wan re vekin. Li Botanê me bi giştî hezar û 600 malbat li cem malbatên me yên ku deriyên malên xwe ji wan re vekirine bi cih kirine. Di wê hêlê de gelê me hesasiyeteke mezin nîşan da. Botanê careke din ruhê xwe yê mêvanperwerî û welatparêziyê nîşanî me da. Em ji bo vê eleqe û xwedîderketinê spasiyên xwe ji gelê xwe re pêşkeş dikin."
 
'XEBATÊN ME DÊ HETA 8'Ê ADARÊ BIDOMIN'
 
Kulterê di berdewama axaftina xwe de got ku îsal xebatên wan ên 8'ê Adarê dê bi pîranî li ser piştevaniya bi jinên herêmên erdhejê re bin û wiha domand: "Ew malbatên ku ji herêmên erdhejê hatine piştî ku tên tespîtkirin em di aliyê derûnî de jî aliyê wan dikin. Bi taybetî jî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê di warê derûnî de aliyê jin û zarokan dike. Di qada jinê de jî me sê komîsyon ava kirin. Bi rêya van komîsyonan pêdiviyên pêwîst tên komkirin. Hevalên me yên ku di van komîsyonan de cihê xwe digirin mal bi mal, tax bi tax digerin û alîkariyê kom dikin. Heta 8'ê Adarê ev kampanyaya me dê berdewam bike. Me bernameyên pîrozbahiyê yên 8'ê Adarê betal kirin û bala xwe daye jinên li herêmên erdhejê. Heta ku pêwîst be em ê xebatên xwe û piştevaniya xwe bidomînin. Em ê di 1'ê Adarê de starta 8'ê Adarê bidin. Ji 1'ê Adarê şûnde jî em ê biçin herêmên erdhejê, pêwendiyê bi jinên herêmên erdhejê re deynin."
 
'PÊWÎSTIYA ME BI HEVGIRTINÊ HEYE'
 
Ji koordînasyona kampanyaya "Piştevaniya Jinan a ji bo jinan" Garibe Bîlîrê jî bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi jinan re û got: "Ev kampanya kampanyayeke ku li tevahiya Botanê tê meşandine. Ji roja ewil ku me dest bi vê kampanyayê kiriye, jinan eleqeyeke mezin nîşan didin. Alîkariyên ku pêdiviyên jinan û zarokan pêk bên hatin komkirin. Armanca kampanyayê ew e ku bi jin û zarokên li herêmên erdhejê re hevgirtineke zêdetir bê kirin û pêdiviyên wan bên bicihkirin. Ev kampanya ne tenê li Silopiya û Şaredariya Silopiyayê re sînordare. Li hemû bajarok, gund û taxên Botane ev kampanya tê meşandin. Ev kampanyayeke berfireh e. Hevalên me yên jin ên ciwan li gund û taxan ji bo komkirina pêdiviyên jin û zarokan dixebitin. Ev kampanya dê heta demekî dê berdewam bike. Weke jinên Botanê em ji jinan zêdetir piştgirî û hevgirtinê dixwazin. Ev kampanya dê demdirêj be û pêwîstiya me bi xurtkirina tifaqiya jinan heye. Jinên Botanê yên ku dixwazin bi me re hevkariyê bikin, dikarin tevlî xebatên me bibin û ji bo pêdiviyên herî bingehîn bi cih bînin, alîkariyê bidin."
 
'DEMA KU DIGOTIN ŞIRNEX EM TIRSIYAN'
 
Malbata Kuruca, yek ji malbatên ji herêma erdhejê ye û ji bajarê Semsûrê hatiye Silopiyayê. Ji malbatê Derya Kurucayê anî ziman ku dewletê alîkariya wna nekiriye û ji ber wê jî wan berê xwe daye Botanê û got: "Erdhej saet di 4:17'an de pêk hat. Dema erdhej çêbû, min zarokên xwe bi lez û bez derxistin. Lê min nikarîbû keçeke xwe rizgar bike. Keça min çend saetan di hundir de ma. Xanî hilweşiyabû û li ser kêlekê ketibû. Ez diqîriyam, lê kes nebû ku alîkariyê bike. Paşê ez bi derfetên xwe ketim wê malê û min keça xwe xilas kir. Şeva erdhejê kesî alîkariya kesî nekir. Her kes kete xema xwe. Me bi hewledanên xwe hin  tişt kirin. Kesî alîkarî nedikir, dihatin li me dinêriyan û digotin, 'Niha tiştekî ku em bikin nema ye mirine, em ê yê ku sax mane rizgar bikin.' Tu hewlêdana wan nebû. Xezûrê min di bin xirbeyên avahiyê de ma û piştî 7 rojan cenazeyê wî hat derxistin. Dildarên ku ji Silopiyayê hatin cenazeyê wî derxistin. Dema em li wir bûn, navendên telefonê digotin 'Em ê bajêr derman bikin, bajêr terk bikin.' Em paşê hatin vir. Û mêvandariya xelkê vê derê gelekî bandor li me kir. Bi rastî dema me digot  Şirnex, em ditirsiyan. Lê piştî ku em hatin, me mirovên li vir dîtin, me ew nas kirin. Min dema ku zarokên xwe anîn vê derê digiriyan lê niha jî naxwazin derkevin. Bi rastî jî mirovên vir pir bi qîmet in. Dayikên min hîna li gund û di konan de, bê av û ceyran li benda alîkariyê ne, bêçare ne. Ya em rizgar kirin hevgirtin bû."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

28/02/2023
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye