AGIRÎ - Şahîn Altûn ku piştî 30 salan duh hatibû berdan, li warê xwe Agiriyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Altûn, got: “Dil û mejiyê min li ser girtîgehan e.”
Şahîn Altûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan duh hate berdan. Altûn, îro vegeriya bajarê xwe Agiriyê û bi girseyî hate pêşwazîkirin. Altûn ku di 24’ê Gulana 1995’an de hate girtin û piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan, di têketina bajar de hate pêşwazîkirin. Altûn, ji hêla endam û rêveberên rêxistinên DBP û DEM Partiyê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.
'JI BO DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ SIYASETA DEMOKRATÎK’
Altûn ku bi dirûşma “Bijî berwxedana zindanan" hate pêşwazîkirin, kêliyên hestiyar jiya. Altûn, hemû kesên hatine serdanê hembêz kir û got: “Ez bi kelecan û keyfxweş im. Kombûna ewqas kesan ez gelek keyfxweş kirim. Hefsa 30 salan qediya û niha li derve me. Lê belê nîviya dilê min, hizra min li girtîgehê ma. Hêj her tişt neqediyaye. Em jî dê di vê pêvajoya nû de ji bo demokrasî û azadiyê di siyaseta demokratîk de cih bigirin.”
Altûn, bi konvoyeke wesayîtan derbasî mala malbata xwe ya li navçeya Dutaxê bû.