Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin

  • rojane
  • 11:21 7 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Encamnameya civîna mele, seyda û jinên oldar bi mebesta jinûvesazkirin û rêxistinkirina DÎK’ê ya li Amedê eşkere bû. 
 
Mele, seyda û jinên oldar ji bo jinûvesazkirin û rêxistinkirina Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li Amedê civînek li dar xistibûn. Civîn bi tevlibûna 70 meleyên ji 20 bajarên cuda hatibû lidarxistin. Civîn du rojan berdewam kiribû û di civînê de jinûvesazkirina DÎK’ê û mijara zimanê zikmakî ya di ola îslamê de hatibûn nîqaşkirin. DÎK’ê encamnameya civîna xwe îro weşand û ji bo jinûvesazkirinê 13 xal amade kirin.
 
Encamnameya civînê wiha ye: 
 
 “Hizra Îslama Demokratîk gerdûnî ye. Di vê çarçoweyê de tevahî gel û baweriyan azad û wekhev dîbîne. Di encama polîtîkayên serweran de tunekirin û redkirina gelan, DÎK xwedî feraseta polîtîk û ahlakî ye û ji vê re jî pêşengtiyê dike. Lewma jî li ser vî esasî civaka îslamî ya ku ji eslê xwe hatiye dûrxistin jî, DÎK xwe dispêre çavkaniya ola îslamî ya rastîn û pratik û baweriya HZ. Muhamed. Lewma jî bi nêzîktêdayînek şoreşgerî û hevgirtî xwedî helwestekê ye. Em ê li ser van esasan û vê seknê têkoşîna xwe bimeşînin.
 
‘LI HEMBER MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST, MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK’
 
Pergala Modernîteya Kapîtalst û ya ku hebûna xwe li ser feraseta netewedewletî didomîne, di ol û baweriyên li Rojhilata navîn û Tirkiyê desthilatdariya xwe didomînin. Bi taybetî jî dixwazin îslama rastîn ji naveroka wê dûr bixin. Ji xwe re baweriya pergala Emewîyan û di roja îroyîn de jî senteza Tirk-Îslamî ji xwe re kirine payende. Li ser navê olê feraseta xwe ya yekbûnî û faşizan dispêre netewe û mezheban û serweriya xwe didomînin. Ên ku serî netewînin, ên ji nijadek cuda, olek cuda û mezhebek cuda bin rastî tundiyê, pêkûtiyan û heta qirkirinê tên. Ji bo beşên civakê û ji bo bawerî, mafê jiyanê azad bijîn, divê mafê wan ê bingehîn ê demokratik di wî welatî de were mîsogerkirin û bijîn. Li hember Modernîteya Kapîtalist, Modernîteye Demokratîk di serî de Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên gel, siyasetmedar û rêxistinên sivîl li hember faşîzmê dê bi her awayî têkoşîna xwe didomînin jî. Ligel vê yekê di tevahî erdnîgariya îslamê de li dijî îslama siyasî de divê îslama rastîn em derxînin pêş. Ji ber vê jî li hember îslama siyasî, feraseta yekperestî faşist û nijadperestiyê seknek hevpar û riya têkoşînek hevpar bi giyanek azad divê em bi biryar bin û têbikoşin. Şaşiyên ku di demên borî de pêk hatine, divê em carek din nekevin wan wan şaşiyan. Divê em bêtir berdêlên giran êdî nedin û em di riya heqîqetê de têbikoşin. Divê li hember van polîtîkayan hov ên ku didin jiyîn, li Kurdistanê, li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn de em bi hev re li hember van polîtîkayan bisekinin.
 
‘EMÊN BI GAVÊN XURT PÊŞ VE BIÇIN’
 
Em wek KÎD/DÎK, di erdnîgariya Rojhilata Navîn de tevahî pirsgirêkan bi riya aştiyane çareser bikin. Tevahî oldarên jidil, sazî û dezgeh, civat û aqilmendên civakê bi hev re peymana Medîneyê ya Hz. Muhamed rojane bikin. Em bawer dikin ku divê bi derdorek berfireh re were nîqaşkirin û lêkoloînkirin. Em ji vê projeya girîng bawer dikin û dixwazin derdorên dîtir jî tevlî vê projeye bibin. Dîsa fikriyata îslama demokratik bawer dike ku çarçoweya peymana Medîneyê ji bo lihevkirina gelan dê gelekî bikêr be. Dê edalet û aştiya civakî pêk were û di rojhilata Navîn de jî ristek dîrokî bilîze, em ji vê bawer in. Li ser vê heqîqetê nexşeriya ku hatiye diyarkirin, bi wêrekî û bi biryar dê têkeve meriyete, em ê bi gavên xurt pêşde herin û têxin pratîkê, ev ji bo me şert e. Encamên tevahî nîqaş û nirxandinan û biryarên hatine girtin, li jêr hatine rêzkirin:
 
13 XAL HATIN RÊZKIRIN
 
1 - Di jiyana civakî de ya nirxê herî girîng tê pejirandin ol û bawerî ne. Da ku rista xwe ya civakî bilîze û misyona xwe bi cih bîne, da ku xwe bigihîne heqîqetê û derpêşkirina ol û baweriyan girîng e. Lê tene xwegihandina heqîqetê bi tena sere xwe guherîn û veguherînê pêk nayne û nagihîje armanca xwe. Tevahî dînamîkên civaka ku dixwaze jiyanek nû saz bikin, ewil di qada xwe de bi sazî û dezgehên ku pê re têkildar e, di serî de tiştên pêwîst û pêdivî, sinc, rêxistinên perwerdehiyê divê xwedî zanîn û zanistê bin. Di heman demê de di jiyînê de pêdiviya dem, cih û di qada siyasî û dîplomasiyê de bi beşên cuda re lihevkirinek pêk were. JI rewşê şûnde di destpêkê de li hember îslamî siyasî û tevahî paşverûtî û feraseta faşist bibandor û bi zanebûn em ê têbikoşin.
 
2 - Saziya fermî ya pergala netewedewlet, dixwaze bi hedef û misyona feraseta îslama Emewî saz bike û bi pêş bixe; bi paradîgmayek zanistî îslama rastîn ji xweseriya wê dûr bixe, bike köle, dîl bigre, feraseta yekbûniyê serwer bike û bi Serokatiya Karên Oldariyê ve gire bide. Û hewl dide tevahî sazî û dezgehên Serokatiya Karên Oldariyê bi paşverûyan, despotan, civat, dergah û vaqfên mîlîtatasîst ve yek bike.  Em ê li hember vê feraset û sazîyên kul i hember oldarên pak û jidil û îslama pak di ayeta (hucurat, 13) hatiye diyarkirin û dîsa di ayeta xwedê de (sureya rum, 22) de diyar e bi helwestek demokratik û bi şiara tekane hêz xweda ye û em ê eniyek sivîl saz bikin û li hember rêxistinên tundirav têbikoşin.
 
3 - Tê zanîn ku mizgeft navenda jiyana civakî ye, di heyama Hz. Muhamed de qe misilman qe ne misilman tevahî kesên li Medîneyê dijiyan. dihat mizgeftê û pirsgirêkên xwe li wir nîqaş dikirin û dîsa li wir çareser dikirin. Em wek KÎD (DÎK) di heman demê de ev cihê mabed cihekî pîroz û dîrokî dibînin û dixwazin ew der dîsa rola xwe ya wê demê bilîze. Divê em di destpêkê de meclîsek ji bo zimanê kurdî, ji bo jinê û civanan navenda civakî, siyasî, çandî, hunerî, perwerdehî û sportîf ji nû ve ava bikin.
 
4- Herêma kul ê dijîn li hember pergala heyî em ê tevahî sazî û kesên dilnizm ziyaret bikin û em dikarin xetek têkoşînê ya hevpar ava bikin. Bi vê armancê em din av xwe de komîsyonekê saz bikin. Di encama xebatên vê komîsyonê de rewşa civakî û pirsgirêkên wê diyar bûn şûnde, em ê li çareseriyan bigerin. Bi vî awayî em ê li çareseriyan bigerin û jiyana nû saz bikin.
 
5 - Tecdîd di lîteratora îslamê de ne têgehek nû ye. Em peyva muceddît an jî mueddîdê demê dibihîzin. Her çi qas di wateya nûjenîxwaziyê de were gotin jî di esasê xwe de Kuraniye û zanistiyê îfade dike. Fermana xwedê ya ewil û ayeta ewil “bixwîne” ye. Ev ji bo mirov hatiye gotin. Ev fermana xwendinê ya ku hatiye ragihandiye, teqez zanist e. Heke zanist geş bibe, dê pê re hizir jî gur û geş bibe. Wateyek tecdîdê ya din jî dahênerî ye, di esasê xwe dê kuran bi perpekstîfek zanistî û bi wateyek berfireh derkeve pêş. Rûspî, Seyda, Melle, ciwan û jinên mutedeyîn ên ku di kiryarên KÎD/DÎK’ê de cih bigrin, di wateya peyva Tecdîd (nûbûn) de bimeşin û dê naverokê fahm bikin, di bîr û baweriyê de jî  guherînê pêk bînin. Em di vî warî de soz didin ku em ê van xebatan bimeşînin. Da ku civak têbigihîje wan esasan, lewma dê seminer, konferans û kampanya ew ê werin lidarxistin. Bi vî awayî heta ku civak têbigihîje îslama rastîn û were fahmkirin em ê xebatên xwe bidomînin û van xebatan bikin. Li ser vî esasî di demen borî de û di dîroka kurdan de di medreseyan de perwerdehî hebû, di vê çarçoweyê de em ê deriye medreseyan vekin. Di van medreseyan de perwerdehiya zanistû û bi zimanê kurdî perwerdehiyê pêk bînin û ji ve saz bikin.
 
6 - Li gor peyama ku peyva “NÛBÛN”ê ya ku hevreha tecdîdê (ya erebî) ye ji me re hatiye dayîn, em dikarin bibêjin ku tecrîda Îmraliyê ne tenê bi Îmraliyê sînordar e,; rastıyeke ku bandora xwe li ser tevê civakê dike. Beşên ku li gor gotina "kurdê maqûl, hemwelatiyê maqûl" tev nagerin û li hemberî van polîtîkayên tecrîdê zîhniyet diguhere û geşedanên li dijî van polîtîkayên tecrîdê pêk tên, ev in. Derbirîna rast têgihiştina “NÛBÛN”ê ye. Bandora li ser ciwan û jinên ku di çerçoveya tecrîd û polîtîkayên şerê taybet de ne, ji polîtîkaya tecrîdê ya helwestên dijmirovî yên li ser girtiyên di zindanan de tê meşandin jî tenê ne bi serê xwe ye. Ji ber vê jî, tenê dê bi têkbırına tecrîdê re mirovahiya azad û civakek azad pêk were.
 
7 - Li gor nihêrîneke kevneşopî û zayendperestî, diyardeya “namûsê” ya ku di roja me ya îro de wekî zayenda jinê tê dîtin; bi hezaran jin û keçên kurd li Şengal û Efrînê ji aliyê çekdarên hoveber ên DAİŞê ve tên revandin û destavêtin û li ber çavê alema îslamê û tevê cîhanê wekî qerwaşeyan tên firotin, nayê qebûlkirin ku li hemberî vê firotinê mirov bêdeng û bêbersiv bimîne. Bi taybetî em qet qebûl nakin ku ev wehşet li ser navê olê were meşrûkirin!Mixabin dema ku zihniyeta yekperest, hevkar û komkujî li gel rêxistinên çeteyên cîhadî yên îslama Siyasî êrîşî Efrînê kir, tevî ku hema bigirin hemû neteweyên nemisliman ev yek şermezar kirin, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misliman Elî Muhyedîn El-Qeradaxî şermezar kir. Em wek seyda, melle û jinên oldar ên ku li ber ronahiya fikra îslama demokratîk dimeşin, ev rastiya ku ew êrîşên hoveber û lanetlêhatî yên ku ji bo revandin û tecawizê rewa têne dîtin, qebûl nakin û bi nefret şermezar dikin. Divê hemû gelên erdnîgariya îslamê zanibin ku bêdengiya wan a li hemberî vê hovîtiyê ji ber ayetên 14yan û 20î yên sûreya Beqereyê ye ku Xweda li ser minafiqan wiha dibêje: "Niha ew kerr, lal û kor in, belê ew nikarin bi şûn de vegerin." Divê ev rêzeayet, wekî referans bêne nîşandan. Heçku têgiha “namûsê” pîvaneke civakî, exlaqî û siyasî ye ku ne têkildarî jinê ye; wekî têgiheke dîrokî ya ku ol, ziman, çand û kokê di xwe de dihewîne, tê zanîn. Divê were zanîn ku statûya koletî û mêtingeriyê ya ku di dîrokê de berhema zihniyeta baviksalarî ye, li gor şert û mercên îroyîn tev nagere û di rastiya civakî de îsalam bi xwe jî vê bi prensîbê red dike û di kardariyê de ji holê radike.peywira me ya îlahî ye ku em hişmendiya exlaqî û polîtîk a civakê bi cewherê xwe ve li dijî “DAİŞ” û pêlên wê yên mîlîtarîst ku vê hovîtiyê bi riya îslama siyasî meşrû dikin, bikin yek. Di îslama ku ji Hz. Mûhammed re hatiye eşkerakirin de komkujî û yekeperestiyeke bi vî rengî nîn e. Em ê li ser vî esasî, li li ser esasê jiyana îslamî ya Hz. Mûhammed ku li Medîneyê jiyaye, em ê bi feraseta îslama demokratîk helwesta xwe ya zelal a li hemberî van zîhniyetên paşverû nîşan bidin û em ê ji bo avakirina jiyana exlaqî-polîtîk, wekhev û azad a civaka demokratîk têbikoşin.
 
8 - Veşartina bûyerên tacîz û tecawizê yên li saziyên wek komele, cemaet, Qursên Qur'anê û Weqfa Ensar a ku ji aliyê dewletê ve tên parastin û di nava desteya Midûriyeta Karên Diyanetê de wezîfedar û berpirsyarin ku wan ji van têkiliyên biqirêj pak dikin û li gor fetwayên Diyanetê nehatine darizandin û bertekên giştî yên civakî derneketine holê, tiştekî pir cidî ye û şikestineke exlaqî nîşan dide. Ji ber vê sedemê hewce ye ku di nava fikra îslama demokratîk de vekirina cihên baweriyê yên alternatîf û ol ji yekdestdariya dewletê bê rizgarkirin û wan ragihîne qadeke azad û xweser. Ev rêxistinên ku di nava Diyanetê de xizmetê dikin, Hizbî-Kontrayên salên nodî ne û ji aliyê dewletê ve hatine vejandin û ji bo rêxistinên terorîst ên îroyîn ên wek "DAİŞ"ê yên ku çekdarên xwînxwar perwerde dikin. Em kesên ku fikra Konferansa Îslama Demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin, em ê ne destên xwe; em ê  bi  hemû berpirsyariya ku bedena xwe têxin bin kevir, di nava vê têkoşînê de bin. Êdî tu nîyeta me ya ku zarok û xortên xwe winda bikin nîn e. Bi rastî ev yek, ji bo jinan rewşeke xetere ye.Jinên ku herî zêde bandorên endezyariya civakî lê dijîn, ji van weaz û pêşniyarên îslamî yên ku jê re tê gotin zayendeke ku herî zêde di bin bandora wan de; ji bo pêşîgirtina vê yekê divê em bi jinên dîndar re bi hev re bimeşin.
 
9 - Dema em li rewşa niha ya ciwanan dinihêrin, em dibînin ku ew hêza pêşeroj û dînamîk a civakê ne, bandora polîtîkayên şerê taybet wekî rastiyeke tal derdikeve holê. Rewşa ciwanên heyî yên di ku pratîkeke dûrî jiyan bawerî û nirxên xwe yên çandî ku sedema hebûna wan e mandele dikin û di nava pergala kapîtalîst de cih digirin, nayê qebûlkirin. Ji bo ku li dijî tunekirina pergalê bi polîtîkayên şerê taybet, her cûre tedbîrên zanistî û rêxistinî bêne girtin û ji bo ku ciwan ji vê rewşa bênirx rizgar bibin ber bi hişmendiya welatparêziyê ve bêne kirin, divê di vî warî de ji hêla Îslama Demokratîk ve tedbîrên madî û manewî bêne girtin.
 
10 - Li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, tevî hemû cûreyên talankirina xwezayê, bi feraseteke welatparêzî, mîna ku Hz. Muhemmed gotiye “Hûn bizanin ku dê qiyamet rabe bê jî, dîsa hûn şitla destê xwe biçînin”, divê xweza were raçavkirin û parastin. Hewldana tunekirina erdnîgariya Kurdistanê bi polîtîkayên înkar û îmhayê, guhertoyeke cuda ya nêzîkatiya dijminatiya ji bo kurdan e. Em bi fikra Îslama Demokratîk û li gor feraseta Hz. Mûhammed em ê têkoşîna xwe ya li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê bidomînin.
 
11 - Laşê ku piştî ruh ji bedenê dimîne, ne ji aliyê olî û ne jî ji aliyê qanûnî ve tu berpirsiyariyek wê nîn e, rêzgirtina van laşan pêwîstiya pîvanên exlaqî yê civakî ye. Bi rastî jî li ser hurmeta Hz. Mûhammed a li pêşberî cenazeyekî cihû yê ku dibirin goristanê bi rawestana li ber xwe, îşkencekirina cenazeyan, hilweşandina goran û şandina cenazeyan a di sindoqan de ji malbatên wan re, di tu ol û zagonan re derbas nabe. Her wiha piştî mirinê; şûştina cenaze, kefenkirin, nimêjkirin û veşartina wî ji aliyê olî ve ferz e û erka dawî ye; rêgirtina li ber cenaze û definkirinê jî ji aliyê olî ve gunehekî pir mezin e. Ev yek ne îslamî, ne wijdanî û ne jî exlaqî ye. Em wek seyda, melle û alimên olî yên ku fikra Îslama Demokratîk diparêzin, dijîn û zindî dihêlin, li gel pêşengên bawerî û qinyatê yên din em ê li dijî vê zilma ku di ser navê Îslama Siyasî tê kirin dengê xwe di serî de bidin bihîstin û têkoşîna xwe bimeşînin.
 
12 - Di atmosfêra siyasî ya heyî de divê hemû hêzên kurdistanî li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatdariya nîjadperest û faşîst ku bi rijandina xwîna biratiyê li çar parçeyên Kurdistanê û bi rijandina xwîna biratiyê li çar parçeyên Kurdistanê rê li ber pêkhatina ruhê yekîtiyê digire, divê di atmosfêra siyasî ya heyî de rabin ser piyan. Rojhilata Navîn û bi vê yekê rê li pêşiya pêkhatina ruhê yekîtiyê û dijminatîkirina wan bigire û li ser esasê girîngiya hişmendiya neteweya Kurdistanê, ruhê "YEKBÛN" têxin pratîkê û bi rêzgirtina xeta yekitiya neteweyî tev bigerin û rêzika helbestvanê kurd Cigerxwîn a "Heke hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek" bikin şiara (dirûşma) xwe. Ayeta 9emîn a sûreya Hucûratê, di vê mijarê de, peywira şerê ku di navbera aliyan de didome divê bi aştiyê bi dawî bibe, dide ser milê me. Bervajiyê wê, riya ku divê çi bê kirin nîşanî me dide. Divê em rê nedin ku xwîna birayên me ji bo pêkanîna heqîqet û edaletê were rijandin. Divê em weke DÎKê (KÎDê: Konferansa Îslama Demokratîkê), di vê mijarê de bibin hêza çareseriyê. Divê em demildest heyetekê ava bikin û di navbera aliyan de dîyalogê pêk bînin. Divê em di vî şerê hovane û qirêj de nebin piştgirên zaliman. Ev ne çarenûsek e. Divê her kes bi heqîqeta xwe ya ku di ayeta 1emîn a sûreya Enfalê de hatiye îfadekirin re rû bi rû bimîne.
 
13 - Wekî ku di ayeta 208’an a sûreya Beqereyê de hatiye gotin: “Gelî bawermendan! Bi hev re û bi hemû hebûna xwe bikevin avhewaya aştî û aramiya îslamê. Nebin pey taxûtiyan ew ji we re dijminekî aşkera ye." Divê em siberoja xwe li gor ronahiya vê ayetê biedilînin.  Divê bê zanîn ku daxwazên xwestekên hêzên mêtinger û dagirker ên Rojhilata Navîn bi kêrî gelên vê xakê neyên. Berevajî wê, dê me bikin dijminê hev û bi hevkarên xwe re, rêveberên herêmî, bi her awayî me îstismar bikin û xweza û nirxên me talan bikin. Di vî warî de wek talîmatek ji Xweda û pêwîstiyeke peymana Medîneyê, avakirina jiyaneke bi hev re bi hemû gelên vê erdnîgariyê re ku em bi hev re dijîn, pêwîstiyeke jiyanî ye. Lewre heta ku em nebin yek, dê tu hêza ku em bikaribin xwe biparêzên pêk neyê. Ev ruhê yekîtiyê li Rojava li ruhê şoreşê û hêviya rizgariya gelên herêmê dageriya. Demokratîk û pergala wê ya parastinê û hêza manewî ya îslamê li Kurdistan û Rojhilata Navîn veguherîne hêza tifaqa hemû gelan a li dijî Modernîteya Kapîtalîst; tenê ne hêvî, dê aştî, azadî û edalet pêk were. Ji bo avakirina jiyana civakeke demokratîk û exlaqî, em ê di riya Îslama Demokratîk de, li dijî zilm û şerên li Kurdistan, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê didomin, têbikoşin. Em ê ji bo maf, dadmendî û aştiya civakî li gel hemû ol, bawerî, gel, reng û cudahiyan bin û bi hev re têbikoşin.”
 
 
 

Sernavên din

12/10/2023
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin