MÊRDÎN - Li navçeya Dêrik a Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê destpê kir. Îsal ji ber hişkesaliyê, hilberîn kêm bûn û cotkar kêfxweş nîn in. Cotkaran diyar kirin ku ew li benda TMO'yê ne da ku buhayan diyar bikin.
Îsal ji ber kêmbarîna baranê deşta Mezopotamyayê demsaleke ziwa derbas kir û çinînê dest pê kir. Cotkarên çend roj bere cara yekem dest bi çinîna ceh kirin. Li gundê Remokê ya navçeya Dêrika Mêrdînê Mehmet Can Atasever zeviya xwe ya 100 donim çinîn pêk anî. Atasever ji 100 donimî 6 ton hilberand û li Navenda Hububatê ya Qoserê derxist firotanê. Hat gotin ku buhayê tonek genim îsal bûye 17 hezar TL.
Endamê Desteya Rêveberiyê yê Navenda Hububatê Mehmet Şerîf Oter diyar kir ku wek ceh di genim de jî bandora ziwabûnê xwe nişan daye û îsal hilberîn kêm e û îsal hêviya cotkaran zeviyên tên avdanê ne. Her wiha Oter destnîşan kir ku ew li bendê ne Ofîsa Maxsûlê Axê (TMO) buhayên genim ragihîne, lêçûnên cotkaran li ber çavan bigirin.
‘DIVÊ COTKARAN RAZÎ BIKIN’
Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî jî li ser mijarê daxuyaniyeke kurt da. Erbeyî destnîşan kir ku 14'ê Gulanê Roja Cotkaran e û destnîşan kir ku ji ber paşguhkirina daxwazên cotkaran wan roja cotkaran pîroz nekirine û destnîşan kir ku ji ber neavêtina gavên şênber li hemberî siyasetên ku têne meşandin, ew daxwazên hevdîtinên partiyên siyasî qebûl nakin. Erbeyî diyar kir ku ew difikirin ku buhayê genim ê divê îsal bê aşkerakirin jî bêyî ku lêçûnên cotkaran li ber çavan were girtin bê ragihandin û wiha got: "Hişkesalî li aliyekî, mesrefên li aliyê din, cotkar nema dikarin dawî li hev bînin. Bendewariya me ew e ku buhayek were ragihandin ku dê cotkaran razî bike."