30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e

  • rojane
  • 09:01 17 Cotmeh 2023
  • |
img
DÎLOK - Cuma Ozkan 39 sal emrê wî di girtîgehê de derbas bû. Keça wî Şehrîban Ozkan bi lêv kir ku ev 30 sal in li benda berdana bavê xwe ye û got: "Li kolanê dema yekî ji min re bigota, 'Keça min' ev peyv di dilê min de dibû mîna kulmekî li min bidin. Êdî bes e ez dixwazim bavê min bê berdan.” 
 
Cuma Ozkan 57 salî ye û 39 salên wî di girtîgehê de derbas bûn. Ozkan cara yekemîn di dema darbeya 12'ê Îlona 1980'an de hê 14 salî bûye tê girtin û 9 salan di girtîgehê de ragirtî dimîne. Ozkan bi cezayê îdamê tê darizandin lê ji ber ku temenê wî biçûk e cezayê wî tê batalkirin û di 1989'an de tê berdan. Ozkan ku piştî tê berdan dizewice û keçikeke wî çêdibe. Ozkan di sala 1993'yan de careke din tê girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û hevpariya dewletê” cezayê muebedê li tê birîn. Ozkan ê ku bi tehliyeya bişert tê berdan 3 sal û nîv li derva dimînê ev 3 sal nîv jî cezayê muebedê yê Ozkan tê zêdekirin û bi tevahî 34 sal ceza li wî dibirin. Ozkan ku li girtîgeha Yozgat, Konya û Meletî ragirtî ma û niha jî 19 sal in li Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H ragirtî ye. Wê di 2027'an de bê berdan. Tevî ku efû ji cezayê Ozkan ê berê re derketiye jî ji ber wî cezayî Ozkan nayê berdan. Tevî cezayê muebedê qediyaye jî ji ber 3 sal nîv li derva maye cezayê wî hat dirêjkirin. Parêzerên Ozkan li dijî vê yekê serlêdan kirin û li benda bersivê ne.
 
Ozkan dema tê girtin keça wî Şehrîban hê 3 meh bûye. Şehrîban Ozkan (30) ku cara yekem bavê xwe di girtîgehê de nas kiriye emrê wê jî li ber deriyên girtîgehan derbas bûye. Adîl Okay ku di sala 2013'an de ji bo zarokên dê û bavê wan girtî ne pirtûka bi navê 'Heta ez têm mezin nebe' çap kir di vê pirtûkê de qala çîroka Şehrîban Ozkan û bavê wê jî dike. Cuma Ozkan di vê pirtûkê de ji bo keça xwe Şehrîbanê dibêje, “Min pitikiya keça xwe di girtîgehê de dît” her wiha keça wî jî bavê xwe di girtîgehê de nas kir û niha 30 salî ye û berdana bavê xwe çaverê dike. 
 
BÊRÎKIRINA 30 SALAN
 
Şehrîban Ozkan niha li Dîlokê ye û bi dayik û 2 zarokên xwe re dijî. Debara malê jî li ser pişta wê ye. Ozkan anî ziman ku ji ber girtîbûna bavê xwe ev jî bi diya xwe re her li ser rêyên girtîgehê bûn û wiha got: "Dema bavê min li girtîgehên, Meletî, Kayserî, Yozgat û Konyayê girtî bû tevî ku rewşa me aborî ne baş bû jî ez û diya xwe her tim di rêyan de bûn. Her wiha diya min jî nexweş bû lê tevî vê yekê jî ji bo hevdîtina bi bavê min re me hemû zahmetî dida ber çavan û em diçûn hevdîtinan. Wê demê ez hê biçûk bûm, min bavê xwe li girtîgehê nas kir. Li kolanê dema yekî ji min re bigota, 'Keça min' ev peyv di dilê min de dibû hêrs û mîna ku yek kulmekî li min bide. Ji ber ku nebûna bavê min her di dilê min de bû. Êdî bes e ez dixwazim bavê min bê berdan û em bi hev re bin. Her tim ez û diya xwe bi tenê bûn. Ji ber tenêtiyê me gelek zahmetî jî kişandin. Lê dîsa jî me tu car serî netewand. Bila dengê me bê bihîstin; êdî bes e bila bavê min bê berdan."  
 
DESTMALA XWE DIYARÎ DAWETA KEÇA XWE DIKE 
 
Ozkan da zanîn ku yekem car dema ew 3 salî bûye bavê xwe di girtîgeha Konyayê de nas kiriye û wiha berdewam kir: "Heta 3 saliya xwe min bavê xwe nedît. Dema 3 salî bûm di hevdîtinê de min bavê xwe nas kir. Piştî gelek dem di ser wê hevdîtinê de derbas bûn bavê min ev hevdîtina ji min re wiha vegot, 'Di hevdîtinê de hemû zarok li cem dê û bavê xwe bûn. Lê zarokek hebû ku li ber dîwar stûye xwe xwar kiribû û digiriya. Min jî ev zarok hembez kir û anî cem diya te. Min got ev ne Şehrîban e, got ‘erê’. Gotina bavê min wê demê ev bûye, ez jî di hembêza bavê xwe de giriya me û bavê min jî bi destmala xwe hêsirê min paqij kirin e. Bavê min ev destmal 19 salan veşart. Dema min dikir ku bizewicim ev destmal derxist û diyarî min kir."
 
'NAXWAZIM BAVÊ MIN DI GIRTÎGEHÊ DE JIYANA XWE JI DEST BIDE'
 
Ozkan diyar kir ku ji ber cezayê berê bavê wê nayê berdan û wiha got: "Lê tevî ku efû ji wî cezayî re derket jî bavê min nayê berdan. Bavê min bi awayekî li derhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin. Me gelek serlêdanan kirin jî lê nehatin qûlkirin. Bavê min bi awayekî kêfî nayê berdan. Her wiha weke bavê min gelek girtiyên siyasî bi awayekî kêfî nayên berdan. Divê êdî dawî li vê bê hiqûqiyê were. Cezayê bavê min qediya ye û divê êdî bê berdan. Temenê bavê min mezin e, nexweşiyên weke fitiqa piştê jî li wî peyda bûye. Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide."
 
‘DIVÊ ÊDÎ HESRETA ME BI DAWÎ BIBE’ 
 
Ozkan destnîşan kir ku ew ji ber têkoşîna bavê xwe serbilind e û got: "Meriv 39 sal li girtîgehê bimîne, ne hêsan e. Berxwedaneke mezin pêwîst e. Berxwedan û têkoşîna bavê min bandoreke mezin li min dike. Helbet di girtîgehê de bi zahmetiyan, binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin lê ji me re qal nake. Dema em diçin girtîgehê em jî bi lêgerîna ne li gorî pîvanên mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Divê li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan hemû saziyên hiqûqê û rêxistinên mafên mirovan di nava hewldanan de bin û bibin dengê girtiyên siyasî. Her wiha divê gel jî li dijî van bê hiqûqiyan deng derbixe. Mixabin li dijî van bê hiqûqiyên li ser girtiyan dengekî xurt dernakeve. 30 sal in ez bi hesreta bavê xwe dijîm, divê êdî hesreta me û hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe. Divê bavê min û hemû girtiyên siyasî bên berdan."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/10/2023
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin