KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyanî da û hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. KNK'ê go’: “Birînên kûr ên xelkê me yê Şengalê, bi tifaqeke xurt a kurdan dikare bên kewandin.” 
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 10’emîn Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Şengal, warê qedîm ê civaka êzidî ye û ji hedefgirtina Şengalê ya ji hêla DAIŞ’ê ve hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn kiriye. 
 
‘DAGIRKERÊN KURDISTANÊ JI KOMKUJIYA DAIŞ’Ê MEMNÛN BÛN’
 
Bi domdarî KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tirkiye, Îran û heta rêvebiriya Bexdayê, rejîma şovenîst a Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî kurd û antî Kurdistan yên van navendên dagirkeriyê. DAIŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst ên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwestin hemû destkeftên kurdan li başûr û rojavaya Kurdistanê têk bibin, careke din nîrê kolonyalîzmê deynin ser stûyê kurdan û hem jî ji aliyê teessubiya îslamî ve baweriya êzidîtiyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê êzidî da. Çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kir û dest bi komkujiyê li dijî xelkê me yê êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêkve kuştin, jin û zarok jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestiya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawizkariyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞ’ê revîn bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên din ên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê bi bilindahiya xwe, xwe kire stargeha xelkê xwe yê êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê êzidî, Kurdistan û dinya hejand.”
 
‘KURD Û KURDISTANÎ JI BO ŞENGALÊ SEFERBER BÛN’
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana rizgarkirina Şengalê jî hate kirin û wiha hat gotin: "Kurd, kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrişan girtin. Çi ji cebheyê sivîl ve, çi ji cebheyê leşkerî ve kurd, kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da çalak bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê êzidî kir, berxwedaneke mezin a parastinê kirin. DAIŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî de Şengal û cihên din ên Kurdistanê ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.”
 
‘JI BO VEGERA ÊZIDIYAN DIVÊ XEBAT BÊN XURTKIRIN’
 
Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam kir: “Di gel ku Şengal îro ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û hejmarek mezin a xelkê me yê êzidî li cih û warê xwe yê dapîr û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3’yê Tebaxa 2014’an di giyanê wan de dewam dike. Hejmareke mezin a jinên êzidî yên ku hatine êxsîrkirin hêj jî aqûbeta wan ne diyar e. Ji ber ku ji vê bûyera xembar jina êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna li dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş a îslamî û divê ev pirsa jinên êzidî bi hemû giranahiya xwe ve daîm di rojevê da bê ragirtin. Her wiha hejmareke zêde ya xelkê me yê êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav dibe, heta niha gelek Şengalî di kampan de ne û nezivirine Şengalê. Divê rê li ber zivirandina şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurtkirin.
 
DIVÊ ŞENGAL XWEDÎ STATÛYEKE TAYBET BE
 
Mixabin hêzên ku lazim bû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsyar bûn, hêzên hikûmeta Iraqê û hêzên PDK’ê, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê êzidî hat. Ew hêzên Şengal neparastin, Şengal û xelkê wê teslîmê DAIŞ’ê kirin, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şengalê çêdikin. Rêveberiya Başûr beşa PDK’ê û hikûmeta Bexdayê çar sal berê anku di 9’ê Cotmeha 2020’an de bê ku pirs li gelê Şengalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek din Şengal û gelê Şengalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêşe ji vê peymanê herî zêde dewleta tirk dilşad bû. Çawa di dagirkirina Şengalê de dewleta tirk hevkariya DAIŞ’ê kir, di peymana 9’ê Cotmehê de jî destê dewleta tirk heye. Gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê vê peymanê qebûl nakin û dijî wê radiwestin. Pêwîst e îradeya gelê Şengalê esas bê girtin û planên cuda li ser wan neyên ferzkirin. Gelê Şengalê ji ber nasnameya xwe ya êzidî, ev e serê sedane bi êrişên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastiyekî derdixe holê ku pêwîst e şengalî hem xwe biparêzin û hem jî xwe birêve bibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser were dîtin.
 
KEWANDINA BIRÎNAN BI HEVGIRTINEKE MEZIN A NETEWEYÎ DIBE
 
Di salvegera vê bûyera dilsoj a bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn de, dilê kurdan hêj jî şkestî û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, êş û janan bi hevgirtineke mezin a neteweyî û nîştimanî ya kurd û kurdistaniyan ve dibe.
 
KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê êzidî hatiye anîn, bibe sebeba tifaqa navxweyî û kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin.”
 

Sernavên din

02/09/2024
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim
10:05 Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
09:47 Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir