ÎZMÎR - Di cînayetên jinan de daxistina cezayê ya bi hinceta “arandina nerewa” cisaretê dide faîlan. Parêzer Gozde Onal, bal kişand ser biryara di doza Pinar Gultekînê de û got ku heke Dadgeha Bilind biryareke neyînî bide ev yek dê bike ku îfadeyên jinan sûcdar dikin zêde bibin.
Di dozên komkujî û tundiya li dijî jinan de biryarên dijî jinan tên dayin, bêbaweriyê zêde dikin. Di dozên cînayetên jinan de daxistina cezayê ya bi hincetên weke “arandina nerewa” û “başhalî” ye, dibin sedem ku dozên hatine vekirin bi necezakirinê biencam bibin. Bi betalkirina Peymana Stenbolê re di van dozan de cezayê faîlan tê daxistin.
Li Rihayê Sema Kîraz, li Edîrneyê Dîgdem Uslu, li Kocaeliyê Ayşe Acar, li Îzmîrê Bîhter Yalçisoy û kujerên hêj gelek jinên din ji ber van daxistina cezayan dê çendek salan di girtîgehê de bimînin û piştre dîsa bên berdan. Herî dawî jî di 16’ê Tîrmeha 2020’ê di danişîna doza qetilkirina Pinar Gultekînê de 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind bi hinceta “bi hestên cinawirî û bi plankirî nekuştiye” ji bo kujer Cemal Metîn Avci serî li “arandina nerewa” da û cezayê wî daxist. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî li dijî biryara 1’emîn Daîreya Dadgeha Bilind îtîraz kir û serî li Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind da. Di dosyayê de biryara dawî dê Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind bide.
Endama Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Hiqûqê ya Mafên Jinan a Baroya Îzmîrê parêzer Gozde Onal diyar kir ku divê ji hêla hiqûqî ve li şertên “arandina nerewa” were nihêrtin û got ku di doza Pinar Gultekînê de daxistina cezayê faîlî ya bi hinceta “arandina nerewa” hiqûqî nîne. Gozde Onalê, biryara hatiye dayin weke biryareke polîtîk nirxand û got: “Dema mirov bi çavê welatiyekî jî lê dinihêre, dibîne ku bi hestên cinawirî hatiye kirin. Kesên li kolanê jî dê heman tiştî bibêjin. Jixwe di dosyayên cînayetên jinan de bi rehetî polîtîkaya necezakirinê dixin meriyetê. Mixabin hêmaya ku em jê re dibêjin ‘qesdî’ jî bi van hestan bingeha wê tê tijekirin. Di cînayetên jinan de, em dibînin ku tevek jî bi hovane tên kirin. Jin, li pêş çavên zarokên xwe, li qadên vekirî, li cem polîsan an jî dema kelemçeya elektronîk heye van cînayetan dikin. Ev jî nîşan dide ku polîtîkaya necezakirinê cisaretê dide wan. Hêvîdarim ku Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind vê biryarê betal bike.”
'DIBE KU HÊVIYA JI HIQÛQÊ NEMÎNE’
Gozde Onalê got ku heke Dadgeha Bilind biryareke erênî bide dê baweriya bi hiqûqê zêde bibe û got: “Wê demê em ê bibêjin ‘wateyeke çûyîna dadgeha jor heye.’ Lê heke her tim daxwaz bên redkirin, wê demê dê welatî hêviya xwe qut bikin û bibêjin ‘wê demê çima îtîrazê dikim?’ Ji ber vê rewşê jî em mecbûr in Peymana Stenbolê biparêzin. Ji ber ku temamiya meseleya jinê ev peyman e. Biryara Dadgeha Biind a têkildarî doza Pinar Gultekînê dê bandora xwe li raya giştî bike.”
'DÊ JINAN BÊHTIR SÛCDAR BIKIN’
Goze Onalê diyar kir ku heke di doza Pinar Gultekînê de encameke neyînî derkeve, dê ev yek bike di dozên cînayetên jinan de îfadeyên jinan sûcdar dikin zêdetir bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku dê were fêmkirin ku arandina nerewa bi vî awayî tê bikaranîn. Wê demê faîl dê bi gotinên weke ‘ji min pere xwest’, ‘jixwe jiyaneke wê ya biexlaq tune bû’ û hwd. jinan sûcdar bikin û bixwazin cezayê wan were daxistin. Di dosyayên cînayetên jinan de em van gotinan dibihîsin.
Di cînayetên jinan de darizandin dirêj diajon. Li gel darizandina adilane, dema maqûl a darizandinê jî cihê nîqaşê ye. Yek ji temînatên darizandina adilane jî dema darizandinê ya maqûl e. Ji ber ku pêvajoyên darizandinê yên dirêj bandoreke neyînî li her kesî dike. Malbatên mexdûran pir mexdûrtir dibin. Tramvayên cuda dijîn. Heke ji ber komkirina delîlan dirêj bibe bila dirêj bibe. Lê belê di cînayetên jinan de rewşeke ku ev pêvajo dirêj bibe li holê nîne. Jinek heye û çawa hatiye kuştin diyar e. Ji bo dayina cezayê hewce nake 5 sal derbas bibin. Mixabin hêj jî li pey paqijnîşandana zilam in. Heke tevî ewqas delîlan jî darizandin ewqas bidome, ev nîşan dide ku ji bo xelaskirina bersûc li delîlan digerin.”