Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin

  • rojane
  • 16:08 26 Îlon 2024
  • |
img
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hevdîtinên “Nan û edaletê” de li Dîlokê axivî û got: “Îktîdar, ji bo komeke biçûk bi milyonan birçî dihêle.” 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên “Nan û edaletê” de çûn serdana Dîlokê. Şande, bi çapemeniya herêmî û neteweyî re civiya. Hatîmogûllari di hevdîtinê de got ku li her derê daxwaza nan û edaletê heye û ev tişt anî ziman: “Mirov çiqas qala krîza aborî bike jî kêm dimîne. Xelk, li pêşiya kompleksan nanê şevî û zebzeyên rizî dibe mala xwe. Îktîdarê cotkarî, çandinî tune kir. Mirov terkî birçîtî û hejariyê kir.” 
 
‘CIWANAN HÊVIYA XWE GIRÊDAYÎ EWROPAYÊ KIRINE’ 
 
Hatîmogûllari, wiha domand: “Di van salên dawî de welêt ewqas xerab birêve dibin ku ciwanan hêviya xwe girêdayî Ewropayê kirine. Ji ber bêkarî, xizanî û bêpeşerojiyê diçin. Dê Tirkiye çendek sal piştre pirsgirêka hêza kedê bijî. Azadiya ciwanan binpê kirine û hêviya wan nemaye. Îktîdara AKP’ê di modêla xwe ya nû de azadiya ciwan û jinan bisînor dike, li ser wan zextekî giran a civakî dike.” 
 
POLÎTÎKAYÊN WAN TU HÊVÎ BO CIWANAN NEHIŞTIYE 
 
Hatîmogûllari, polîtîkayên îktîdarê yên perwerdeyê jî rexne kir û wiha got: “Weke mînak MESEM anîn. Karkeriya zarokan rewa kirin. Keda wan zarokên biçûk dixwin. Bi ÇEDES û projeya maarîfê re ji zanistê dûr ketin û perwerdeyeke olperest pêş xistin. Em van guhertinên di mufredatê de teqez qebûl nakin. Yek ji tişta hêviya ciwanan tune dike jî ev e.” 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye li qadan e lê ji bo wê edalet tune ye. Li hêla din li dijî zimanê kurdî zext zêde bûne û tê dîtin bê ka bêedaletî û sînorkirina azadiyan çiqas zêde bûye.” 
 
ÇÛ SERDANA KARKERAN
 
Piştre jî şande çû serdana Şaxa Sendîkaya Karkerên Wesayîtên Veguhestinê ya Tirkiyeyê (TUMTÎS) a girêdayî Turk-Îş’ê ya li Sîteya Toptancilar a Dîlokê. Hatîmogûllari di serdanê de wiha got: “Îktîdar, ji bo komeke biçûk qezenc bike, bi milyonan kesan birçî dihêle. Di bêedaletiya bacê de Tirkiye di rêzên yekemîn de cih digire. Îktîdara ku ji mûçeyên hilberînerên biçûk, cotkar û karkeran bacê distîne, niha li pey bexşîşan jî ketiye. Mixabin rewş gelek xerab e. Em li her devera Tirkiyeyê geriyan û me dît ku kesên bi şev û roj dixebitin terkî birçîtiyê kirine. Xelk dibêje ‘êdî bes e.’  Heke hûn li pereyê neqeydkirî bigerin, wê demê herin cem malbata Polat a ku we serbest berdayî. Herin cem wan ên bacê nadin û yên li derveyî welat ji xwe re serwet çêkirin.”
 
FIROŞKARÊN FISTIQAN BANG LI DEM PARTIYÊ KIRIN 
 
Şande piştre jî çû Taxa Çînçînê. Hatîmogûllari li vir bi firoşkarên fistiqan re hate gel hev û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Cotkarekî got: “Pêdiviya me bi muxalefeteke xurt heye.” Cotkarekê din jî got: “Tekane hêviya me ew e ku rojekê rojên xweş bên. Bendewariyên me yên ji we pir in.” 
 
Şande herî dawî jî derbasî navenda bajar bû. 
 

Sernavên din

12/10/2024
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir