Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin

  • rojane
  • 12:45 21 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş metna “Em qêrîna jinan dibihîsin” da Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku çûbû serdanê. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahatîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin, metna “Em qêrîna jinan dibihîsin” da Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku çûbû serdanê. Parêzerên Demîrtaş, di ketina girtîgehê de metna bangawaziyê da Ozel. Di metnê de Demîrtaş bal kişand ser komkujiyên jinan û pêşniyarên xwe pêşkeş kir. 
 
Demîrtaş, diyar kir ku metn, di serî de ew ji bo hemû zilaman banga hevrûbûna bi zîhniyeta xwe ye û wiha got: “Cînayet, tundî, destdirêjî, tacîz û bûyerên gefxwarinê yên li dijî jinan êdî gihiştin asta hovîtiyê. Ji kolanan heta kargeh, dibistan, nexweşxane û malên wan, hemû der ji bo jinan veguherîne azaba dojehê û em di nava fikareke civakî de ne. 
 
Weke zilamek zehmete mirov di mijarekê wiha de bangawaziyekê bike ji ber ku dizanim weke zayendê ez aliyê faîl cih digirim. Tundiya jin pê re rû bi rû dimînin, ne şexsî lê encama pirsgirêkên civakî ne. Lewma li şûna ku vê têkoşînê tenê li ser milên jinan bihêlin, eşkere ye ku divê em zilam jî berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 
 
Bi domdarî Demîrtaş anî ziman ku ji rewşa heyî hemû zilam berpirsyar in û divê her kes ji xwe bipirse û guherînê di xwe de bide destpêkirin. Demîrtaş, got: “Ji bîr nekin ku jin bangî me zilaman dikin, serî hil didin, hawarê dikin û têdikoşin. Em jidil bi xwe re hevrû bibin û mil bidin milê têkoşîna jinan. Werin em bi hev re li dijî vê wehşetê bibêjin ‘em qêrîna jinan dibihîsin.” 
 
BANG LI SIYASETMEDARAN KIR
 
Demîrtaş bang li hemû siyasetmedaran kir ku ji bo tevdîrên lezgîn û bibandor bikevin nava tevgerê, dengê jinan bibihîsin û zimanê mêrê serdest, modêl, polîtîka û sepanan biguherîne. Demîrtaş, got ku avakirina aştiya civakî dikare li vir dest pê bike. 
 
PÊŞNIYAR
 
Demîrtaş her wiha çendek tevdîrên lezgîn pêşniyar kir. Demîrtaş got ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê, divê di sûcên li dijî jinan de dawî li polîtîkaya necezakirinê were anîn, divê sazî û rêveberên dewletê di mijara tundî û cihêkariya li dijî jinan de xwedî helwestekî zelal bin, divê di tundî û cînayetên jinan de polîs û dozgerên di vê mijarê de perwerdekirî bimeşînin, divê tundî û gefên li dijî jinan di çarçoveya sûcên katalogê de bên destgirtin û bibin sedema girtinê; divê wezaret sepaneke ku jin bi yek pêlekanê xwe bigihînin cihên rayedar bikeve meriyetê; hemû kolan û park bên ronîkirin; li park, kolan û hwd. bi şev û roj tevdîrên ewlehiyê hebin; divê kelemçeya elektronîk di bûyerên xetere de bikeve meriyetê; ji dibistana seretayî ve zarok di mijara mafên jinan û zayenda civakî de bên perwerdekirin; derfetên îstîhdamê bên zêdekirin; hejmara stargehan bên zêdekirin; divê xeta Alo Tundî were vekirin û 24 saetan vekirî be û çendek pêşniyarên din rêz kir. 
 

Sernavên din

07/11/2024
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’