Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome

  • rojane
  • 12:13 7 Mijdar 2024
  • |

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir meşa li Mêrdînê ya li dijî qeyûm de axivî û wiha got: “Gelê kurd dê berxwedana xwe ya li kolanan a li dijî van polîtîkayan bidomîne.” 

Wezareta Karên Hundir di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê kir. Çalakî û bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman didomin.  Di roja 4'emîn a tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji Şell Petrolê heta avahiya şaredariyê meşiyan. Di meşê de ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û gelek kes amade bûn. Di meşê de dirûşmên "Be Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Mêrdînê", "Mêrdîn a me ye şaredarî ya me ye" hatin berzkirin. Her wiha sirûda "Herne peş" hate gotin. Girse hat ber avahiya şaredariyê û li wir daxuyanî da.
 
‘EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevşaredar Devrîm Demîr axivî û wiha got: “Îro me çavên xwe bi nûçeyek nû ya qeyûm vekir û 418 kes ji kar hatin derxistin. Îro careke din me dît ku çavê qeyûm li ser sifreya gel e. Tu wateyek din a qeyûm nîne. Careke din me dît ku mesele ne şaredarî ye. Mesele ew e ku kurd bila pariyek nan nexwin. Naxwazin kurd li ser axa xwe tiştekî bixwin. Di her du demên berê de jî dizî û talana wan bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re parve kir. Careke din em van biryaran bi tundî şermezar dikin. Heta em maf, şaredarî û saziyên xwe bigirin em ê berxwedana xwe bidomînin. Di bin her şert û mercî de em ê li vir bin. Em dizanin ku em mafdar in. Em ê bi ser bikevin."
 
'EM Ê SERÊ XWE LI BER WE NETEWÎNIN’ 
 
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku beriya niha qeyûm tayînî şaredariyan hatibûn kirin lê di mijara parastina vîna gelê kurd de gav paşve navêtine. Bayindir wiha dewam kir: "Dixwazin em dev ji welatparêzî û zimanê xwe berdin, lê gelê Mêrdînê dê vîna xwe biparêze. Gelê Kurd her roj li dijî zilma we vîna xwe diparêze. Ya ku derdikeve holê tenê dijminatiya we ye. Armanca we tenê ev e, lê vê baş bizanibin, em ê tu carî serê xwe li ber we natewînin. Ji Asyaya Navîn, Kurdistanê heta Tirkiyeyê bi sedan kes piştgiriyê didin vê berxwedanê. Berxwedana me berxwedana li dijî bêhiqûqiyê ye. Yê ku ji dîrokê heta îro û paşerojê wê têk biçe, ne vîna me ye. Gelê me li hemû bajaran li dijî vê zilmê li ber xwe dide û vê rewşê qebûl nake. Ev meseleya hebûn û tunebûnê ye. Ji ber vê yekê em ê li hemberî vê yekê serê xwe bilind bikin û em ê bi ser kevin. Ev berxwedaneke bi nirx e. Ev berxwedan rêya azadiyê heye. Baweriya me bi vî gelê qehreman heye. Ev feraseta Erdogan û Bahçelî wê ji holê rabe.”
 
Herî dawî Keskîn Bayindir gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Em destên xwe dirêjî kurdan dikin" bi bîr xist û destnîşan kir ku destên dirêjkirî ne destên aştiyê ne û wiha bi lêv kir: “Dirêjkirina dest tê wateya destdirêjkirina vîna gelê kurd e. Heta ew polîtîka hebin wê gelê kurd jî li ber xwe bide."
 
Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û bal kişand 418 kesên ku ji şaredariyê ji kar hatine derxistin û got: "Ez qeyûm pîroz dikim, we bi betalkirina 418 kesan welat rizgar kir."
 

Sernavên din

28/11/2024
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya